KURDISTAN BERÎ HILWEŞÎNA ÎMPÊRATORÎYA OSMANÎYÊ

KURDISTAN BERÎ HILWEŞÎNA ÎMPÊRATORÎYA OSMANÎYÊ

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Vê carê me bona we beşa bi sernavê ”Kurdistan berî hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê” amade kirîye.

Ev berhema me ya 78an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 78

 

Kurdistan ber şêmîka sedsalên XIX – XXî

Ji destpêka salên 90î yên sedsala derbazbûyî di dîroka kurda û Kurdistanê da destbi êtapeke nû bû. Sebebên wê yekê guhartinên mezin bûn li cihanê, bûyerên giring bûn, ku li Împêratorîya Osmanîyê û Îranê, herweha li herêma ku kurd lê diman da diqewimîn. Him faktora navnetewî, him jî ya hundurîn ji bo rojgara (qedera) Împêratorîya Osmanîyê û Îrana Qecerîyê, ku di hemû alîyan da hema bêje ji hev çûbûn, pir giring bûn.

Di dewrana temamîya sedsala XIXa da serxwebûna Tirkîyê û Îranê ya formal bi saya serê nerazîbûnên di navbera dewletên Awropayê yên mezin, berî gişkî Îngilîs û Rûsîyayê da mabû. Di dawîya sedsala XIXa da rewş bi bingehê xwe va guherî. Neyarên wextekê, di alîkî da Rûsîya, alîkî mayîn da jî Îngilîs û Fransîya texmîn kirin ku dikare ji alîyê Almanîyayê da bela bê serê wan, destpê kirin xwe li riya hevgirtinê û nêzîkîhevbûnê girtin. Ew pêvajo nerazîbûnên li Rohilata Nêzîk milahîm kirin (nermtir kirin), London û Parîs êdî wek berê ser wê bawerîyê nîbûn, ku gerekê destpêneketina Împêratorîya Osmanîyê û Îranê bê parastinê. Van dewleta destpê kirin ji daxazên xwe yên di wê herêmê da dakevin, hilbet, bi kîsî welatên Rohilata Nêzîk. Peymana Îngilîs-Rûsîyayê ya 31ê tebaxê sala 1907a ya derheqa Farizistanê, Afxanistanê û Tîbêtê da, ku gorî wê temamîya Farizistana Bakur-Roavayê û Bakur (ango, hema bêje temamîya Kurdistana Rohilatê) derbazî bin hukumê Rûsîyayê dibû, lê perça başûr-rohilatê dikete bin hukumê Îngilîs. Evê yekê tirseke mezin kire dilê welatên Rohilata Nêzîk. Almanîya xwe wek parastvana Tirkîyê îlan kir, ji ber ku dixwest wî welatî tam daqurtîne, û di wan dema da ewê bingehên xwe li Îranê jî xurt kiribûn.

Ev hemû dewlet guhdarîke mezin datanîn li ser pirsa kurda, ji ber ku Kurdistan li ser axeke usa bû, ku di hêla stratêgî da pir bi semt û giring bû û dikete di navbera Anatolîyayê, Pişkavkazê, Îranê û Rohilata Erebîyê da û împêrîyalîsta çev berdabûne wan dera. Ew hemû dewletên Awropayê hewl didan tevgera kurda ya millî tenê ji bo hêsakirina derbazkirina sîyaseta xwe ya dagîrkarîyê bi kar bînin, lê ne ji bo alîkarîyê bidne kurda bona serxistina daxaza xwe – damezirandina Kurdistana serbixwe. Ji ber wê jî dema wana piştgirîya tevgera kurda dikirin, daxaza dilê wan berjewendîya wan bi xwe bû û ewê yekê kêm tişt dida kurda, lê carna jî zirar didayê, rewş li Kurdistanê dida tevlihevkirinê û ji bo gelê kurd bedbextîyên mezin dianîn.

Bi vî awayî, rewşeke usa saz bûbû, ku him Tirkîyê, him jî Îranê berbi jihevçûna tam û undakirina serxwebûnê dibir (di wan dema da ew serxwebûn piranî formal bû). Dewletên ku hewl didan bibine xwedîyê milk û hebûna sultanên Tirkîyê û şahên Îranê, dema ku dihate hesabê wan, alîkarîya kurda bi kar dianîn û bona wê armancê gelek cara piştgirîya tevgera kurda dikirin. Bi wê ra tevayî, rewşa usa ji bo kurda gelek bi xeter bû, ji ber ku dagîrkarên Rûsîyayê û Roavayê dikaribûn ji bo wê yekê zorê li kurda bikin.

Rewşa hundurîn jî, ku di wan deman da li Tirkîyê û Îranê saz bûbû, dikaribû pirsa kurda bide sertkirinê. Eger ew welat bibûne nîvkolonîya, berî gişkî di hêla aborî da, rewşa kurda ya civakî-aborî wê baştir bibûya, lê wê negihîşta dereca pêşdaçûyîneke berbiçav. Bi van yeka ra tevayî jî dîwanên merkezî ketibûne gorîya wê yekê, ku statuya piranîya eşîretên kurda ya hema bêje nîvserbest ji holê rakin, ji ber ku ew yek li herêma Kurdistanê dibû sebebê gelek tevlihevîya, milet xwe li riya sêparatîstîyê digirt. Sîyaseta hukumetên sultan û şah di mentîqên kurda da timê jî ya bêqanûnîyê, şêlandinê bûye, lê vê carê êdî rengê celatîyê wergirtibû. Ew mêtodên nû pir bi hovane bûn, ku sultanê tirka Ebdul Hemîdê IIa û lêpokên (berdevk) wî bi kar dianîn bona hukumê xwe li rohilata welêt û başûr-rohilata wî xweykin, li ku rewş gelek nerehet bû.

Bi zordestîyên rojane ra tevayî Stembol herweha dest avête çend tewlebazîyan jî û hewl da civaka kurda ji hev bêxe û serokatîya kurda bîne hêla xwe, wêya bike hevalbenda dîwana sultanîyê û bi wê yekê va tevgera kurda ya ji bo azadîyê, ku gurr û geş dibû, bitemirîne. Ji bo pêkanîna daxazên xwe, tirka çend firsend bi kar anîn: him yên bertîlkirinê, him yên îdêologîyê, him jî yên sîyasî. Portoyê destpê kir xizmetî nûnerên ji malbetên kurda yên bi nav û deng bike, wana dawetî paytext dikirin, qulix, medalya, pere didane wan, hinek ji wana dikirin karmendên dewletê. Li Stembolê û Bexdadê “dibistanên ji bo eşîra” yên ser dereca bilind vedikirin bona zarên kurd û erebên bi nav û deng û wana bi awayê aminaya hindava sultan û Portoyê perwerde dikirin.

Lê guhdarîya sereke ne li ser van yeka bû. Daxaza hukumetê ya bingehîn ew bû, ku serokatîya kurda bi sîyasî bi berjewendîyên hukumetê ra bidne girêdanê, ji ber ku bi bawerîya wan xetera here mezin ji bo Împêratorîya Osmanîyê ji tevrabûnên miletên kêmjimar dihat, ku ji alîyê welatên Awropayê da dihatine pînckirinê û gurrkirinê, ji ber ku wana dixwest Împêratorîya Osmanîyê perçe bikin.

Xwesma tevgera ermenîya, ya ku di çarêka dawî ya sedsala XIXa da destpê bûbû, ji bo Portoyê pir xeter bû. Li kongrêya Bêrlînê ya sala 1878a pirsa ermenîya bû pirsa navnetewî û evê yekê ermenî ruhdar kirin bona dijî zordestîya tirka şerê ji bo azadîyê bikin, bona ji bin nîrê zulmê derkevin. Rûsîyayê, Îngilîs, piştî wan jî Almanîya ev yek bi kar anîn bona bin perda parastina ermenîyên xaçparêz ji zordestîyên musulmana, tevbûna xwe di nav karê hundur yê Tirkîyê bidne qewînkirinê. Evê yekê ji ermenîya ra tu tiştekî xêrê ne anî, ji ber ku her dewletek gorî berjewendîyên xwe kar dikir, lê dîsa jî serokatîya sultanetê ji bo vê rewşê pir ber xwe diket û tirseke mezin ketibû dilê wê. Xetera mezin li ser axa wê ya li rohilata Anatolîyayê daliqîyabû.

Di rewşeke wa da li Stembolê planek hate amadekirinê bona tevgerên ermenîya û kurda derxine dijî hev, serokatîya kurda ya derebegîyê-eşîrtîyê rakine himberî ermenîya û bi wê yekê va tevgera kurda ya dijî Osmanîyê warguhêzî şerê kurda-ermenîya ya birakujîyê bikin. Bona serxistina vê armanca provokasyon propaganda panîslamîyê hate bikaranînê, ku di salên desthilatdarîya “sultanê devbixwîn” Ebdul Hemîdê IIa da bûbû aleta sereke ya sîyaseta rêjîmê ya der û hundur. Lê guhdarîya mezin dihate danînê li ser wê yekê, ku sîstêma kurda ya malbetîyê-eşîrtîyê bikine di nav strûktûra serokatîya Osmanîyê ku ya cendirmîyê bû û di dewrana Ebdul Hemîdê IIa da navê “zulum” lê kiribûn.

Ji destpêka salên 1890î hukumetê destpê kir li Anatolîya Rohilatê ji sîyarîyên kurda alaya “hemîdîya” çê bike, ku ji bo hurmeta Ebdul Hemîdê IIa ew nav lê kiribûn. Ew yek li wan navça da dihate kirinê, ku nêzîkî sînorê Rûsîyayê bûn. Alayê çek ji hukumetê werdigirt, telîma eskerîyê bi serokatîya zabitên tirk distend, qumandarê wan jî serekên kurda bûn. Bi sazkirina hemîdîyê Portoyê armancên eskerî û sîyasî danîbûne pêş xwe: ser sînorê bi Rûsîyayê ra ji kurda sengera (sûr, çeper, darinde) eskerî çê bikin, kurda bikine bin hukumê serokatîya tirka ya eskerî û bajarvanîyê, şêx û begên kurda bînine hêla hukumetê, bona bi alîkarîya wana sêparatîzma kurda ya bi xeter ji holê rakin û karê helandina kurda bidne hêsakirinê. Lê pirsdanîna Stembolê ya sereke ew bû, ku kurda rake dijî ermenîya, bona bi alîkarîya alayên kurda tevgera ermenîya ya ji bo azadîyê bihincirînin, ku ji alîyê çend dewletên Roavayê û Rûsîyayê da (ji bo berjewendîyên xwe) dihate parastinê. Ji bo wê yekê şerletanên (provokator) tirk şovînîzma musulmanîyê û newekehevtîyên civakî geş dikirin, ku di dema li ser axekê jîyana ermenîya û kurda ya gelek sedsala da hertim jî hebûye (bazirgan, bankîr, tucarên ermenîya gelek cara zor didane kurda, lê beg, axa û şêxên kurda jî zor didane gundîyên ermenîya yên xwelîbêcerkir) bi kar dianîn. Di dîroka Ermenîstana Roavayê û Kurdistana Bakur da destbi rojên reşe-heş bûn.

Di nîveka salên 90î rewşa sincirî kelîya, serhev ra çû û teqîya, gava li temamîya Împêratorîya Osmanîyê, xwesma li Anatolîya Rohilatê, destbi qira ermenîya bû. Tenê di salên 1894-1896a weke 300 hezar ermenî hatine xezakirinê, gelek revîne welatên dereke. Alayên hemîdîyan jî tevî van hovîtîya bûn, ku ji alîyê rêvebirên Tirkîyê yê xwînmij da hatibûne teşkîlkirinê, û ev yek tam gorî bernama tirka bû, yên ku dixwestin navbera ermenîya û kurda xirab bikin. Di salên pey wê ra jî gelkujîya ermenîya nesekinî û ew berdewam bû heta tam hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê.

Pêşî usa xuya bû, ku celatên sultan gihîştine armanca xwe. Tevgera ermenîya bêserî bû, kurd ji kar û emelên dijî hukumetê hatine dûrxistinê, lê hemîdîya jî îzbat kirin, ku ew ji bo karên cezakirinê bi kêr tên, dewletên ku berjewendîyên wan li Rohilata Nêzîk ne wekehev bûn û di hêlekê da jî bîna wan jî bi hev ra ne xweş bû, turuş (rîsk, culet) ne kirin bi tevbûna xwe ya aktîv wê wekehevtîyê biteribînin, ku piştî kongrêya Bêrlînê li herêmê hatibû sazkirinê û tenê bi awayên moralî şermî dane êrîşkar û xezakarên gelê ermenîya, ew bi moralî rûreş kirin. Bi vî awayî, Ebdul Hemîdê IIa bi taktîkî demeke rast hilbijartibû.

Lê zûtirekê li cihanê her diçû diha pir derdiketine dijî sîyaseta serokatîya Tirkîyê li Asîya Biçûk û Îraqa Bakur ya hindava kurda, ermenîya û gelên ne tirk yên mayîn da. Ew herêm kete di nav rewşeke tengezar û rebenîyê da. Ji wê sîyasetê xwesma gelên xaçparêz – ermenî, aşûrî û yên mayîn zirarê ketin. Cara pêşin li ser wan tecrûba gelkujîyê hate bikaranînê, ku zûtirekê pir zêde bû û belayî li ser axeke mezin bû. Di dema êrîşa û qirê ziyaneke aborî ya mezin gihîşte gund û bajarên Kurdistana Bakur-Roavayê û Ermenîstana Roavayê û ji wê yekê ne tenê ermenî , lê herweha kurd jî zirarê ketin, ji ber ku jîyana wan li ser axekê bû. Rewşa kurda ya aborî û sîyasî rûyê van bûyerên bi qetil da pir xirab bû, lê pirsa kurda bi tevayî piştî navbirîyeke biçûk careke dinê sert bû.

Berî her tiştî, hukumet di hêla eskerî da nikaribû pirsdanînên xwe pêk bîne: jê ra li hev nehat ji kurda ordîya siyarî ya bi hêz saz bike, ku bikaribûya bi xurtî derketa dijî şerê bi Rûsîyayê ra. Alayên hemîdîya ne bi jimara xwe, ne jî bi hêza xwe va hêvîya ku jê dikirin, bi ser ne xistin. Ji 51 eşîrên kurda yên mezin tenê 13a esker dan bona hemîdîyê. Tu eşîrekê ewqas esker ne dan, çiqas ku jê dihate xwestin, ji ber wê jî qumandarîya tirka nikaribû ji kurda hêzeke xurt çê bike bona bikaribe di karên eskerî da serketî be. Hemîdî wek desteyên biçûk yên alîkar dihatine bikaranînê.

Piranîya kurdên sade, hela hinek kesên ji serokatîya kurda jî, sazkirina hemîdîyê qîmet dikirin wek pêpeskirina şanê kurda û ser wê bawerîyê bûn, ku Stembol bi wê yekê va dixweze hukumê xwe yê zêrandinê li ser Kurdistanê bide qewînkirinê. Piranîya kurda ji eskerîya di nav hemîdîyê xwe ta didan, lê li hin cîyan tirka berevkirina eskeran ji bo hemîdîyê ji xwe ra dikirine sebeb, ku zorê li milet bikin. Bi van sebeba sala 1891ê li Kurdistana Başûr, lê di salên 1892-1893a li Dêrsimê, di navbera kurda û eskerên tirka da pevçûnên mezin bûn.

Ji ber wê jî dîwana tirka hema ji destpêkê da bi şikberî berbirî sazkirina alayên kurda dibû, îdî ji berê kêmtir çek û cebirxane didane hemîdîya, lê bi wê ra tevayî jî bi her awayî hewl didan serokatîya kurda bînine hêla xwe. Lê êdî di salên dawî yên sedsala XIXa da paşmayînên sîyaseta sultanîyê ya provokasyon di pirsa miletîyê da li Kurdistanê û Ermenîstana Roavayê derkete ser avê, wek dibêjin, ava (batifka) rûyê tirka qetîya.

Em êdî derheqa wê yekê da nabêjin, ku bi gelkujîyê va ji Portoyê ra li hev ne hat pirsa ermenîya ji holê rake, lê hela eksî wê, ew pirs zêde tûj bû û bû pirsa navnetewî, problêma kurda jî ne tenê nehate nermkirinê, lê hela serbara ser da jî serttir bû. Heta bertîlkirina pareke serokatîya kurda jî ji Stembolê ra kar ne anî, ewê yekê tenê hukumê serekeşîra da qewînkirinê û bi wê yekê va di nav kurda da bawerîyên sêparatîstîyê xurttir bûn. Nerazîbûnên bi kurda ra piştî qira ermenîya kêmtir nebûn, hela zêdetir bûn. Xwesma li Dêrsimê û gelek navçeyên Kurdistana Başûr rewş gelekî hate sertkirinê, hema bêje binecîyên wira dijî wê yekê bûn, ku bikevine nava alayên hemîdîyê.

Bi tevayî, ew plana hukumeta sultanîyê, ku bi destî kurda mesela ermenîya hel bike, ango ji holê rake, bi ser ne ket û felişî. Ji wê jî zêde, di sedsalên XIX-XXî da di pêwendîyên kurda-ermenîyan da germayîk çêbû. Di navbera serekên kurda û rêxistinên ermenîya yên miletçî da danûsitendin çê dibûn, lê di dema tevrabûnên li Sasûnê di salên 1903-1904a da, dema hukumeta tirka hewl dida careke din qira ermenîya bide teşkîlkirinê, kurda gelek cara bi dizî û eşkere piştgirîya ermenîya dikirin.

Eva nîşaneke bilindbûna femdarîyê bû di nav tevgera kurda da ya ji bo azadîyê, ji ber ku ewê êdî destpê kiribû dost û dijminên gelê kurd nas dikir û ji hev cuda dikir. Ya sereke jî ew bû, ku hema di wan dema da tevgera kurda destpê kir xwe li riya berbi rêxistina bi sîyasî organîzekirî girt, ango tevger êdî rengê miletîyê distend.

Ew tevger ji alîyê serekên civaka kurda va dihatine serkarîkirin û birêvebirinê, bi gotinên mayîn, bi serekeşîrên zane va, ku hukumê wan yê sîyasî û aborî li Kurdistanê pir bû û eşîret û xelqê dîndar jî hêvîya xwe bi wan va girê didan. Ew serokatî bere-bere ji îdêalên derebegî dûr diket û xwe li riya welatparêzîya rasteqîn digirt, ya ku dibû bingehê şerê ji bo sazkirina dewleta kurda ya yekgirtî û serbixwe. Heta ew perça serokatîyê, ku berê xwe li riya xizmetkirina Portoyê girtibû, dema ku rewşa sîyasî diguherî, dikaribû berê xwe biguhasta û xizmetî gelê xwe bikira, û ew yek carna dibû jî. Awa, di nav endamên malbeta Bedirxanîyan da, ku di sultanetê da xwedî karên bilind bûn, bîr-bawerîyên dijî hukumetê peyda bûn, hinek ji wana bi rêxistinên cantirka va girêdayî bûn. Birazîyê Bedirxan beg – Ebdurezzak hewl dida ji Rûsîyayê alîkarîyê bistîne bona dijî zulma tirka şer bike.

Cara pêşin di nav dîroka kurda da di tevgera miletîyê-azadarîyê da dîyaspora kurda destpê kir rola xwe bilîze û firsend peyda bû, ku kovar û rojnamên xwe biweşîne û bala Awropayê bikişîne ser pirsa kurda. Ji sala 1898a destpêkirî li şaristanê destbi weşana rojnama bi zimanê kurdî “Kurdistan” bû, ku ya yekemîn bû û pêşî rola wê ya lîbêralîyê-ronahîdarîyê bû, lê paşê derbazî ser riya rexneya sîyasî ya tûj bû hindava desthilatdarîya sultanetê. Rojname ji alîyê Bedirxanîya da, li bajarên Awropayê û Qahîrê da derdiket. Di wê rojnamê da, herweha di belavokên mayîn da, gazî hebûn derheqa wê yekê da, ku lazime bi rêxistinên ermenîya ra bikevine nava pêwendîyan, xwesma bi rêxistina ermenîya ya sereke – partîya Daşnaksûtyûn ra. Penaberên kurd bi rêxistinên cantirka ra jî pêwendî danîn û tevî xebata kongrêya cantirka ya yekemîn bûn, ku sala 1902a li Parîsê hate derbazkirinê.

Evana çîlên pêşin yên nasyonalîzma kurda bûn di hêla îdêologî û sîyasî da. Hilbet, ew ne gihîştine serketinên mezin û li ser rewşa li Kurdistanê tesîr nekirin. Lê welatparêz-nasyonalîstên kurd yên pêşin bingehê karekî usa danîn, ku zûtirekê xemilî û şax veda.

Bûyerên li Kurdistana Bakur-Roavayê û Kurdistana Başûr, ku di sedsalên XIX-XXî da qewimîn, wek berê destxweda tesîra xwe li ser Kurdistana Rohilatê (Îranê) kirin. Ew serttîya ku timê jî li vira hebû, piştî sazkirina hemîdîyê û qira ermenîya li Tirkîya cînar da, destpê kir bi lez zêde bû. Sebebên wê – xisûsîyetên Kurdistana Îranê bûn. Acizayî û neyartîya êtnîkî û dînî hertim jî di navbera Qecera û serokatîya kurda da hebûn. Serokatîya Îranê, ku hertim jî şika wê li ser serekên kurda hebûye, wek tirka ne dikir, yên ku di salên 90î yên sedsala XIXa qulixên bilind û karên baş didane kurda. Ev hemû dibûne sebeb ku pareke kurdên Îranê mêla tirka dikişandin. Ji ber wê jî tevrabûnên kurda piranî dijî Tehranê bûn, û armanca wan tevrabûna bi tevayî ne ya hemkurdîyê bû, ne jî şerê ji bo azadîyê bû û ev yek carna bi dilê Stembolê bû jî, ya ku xeyal dikir bi kîsî Îrana ji hal ketî û sistbûyî kêmanîyên sîyaseta xwe ya der û hundur dagire, çareser bike. Bi wê yekê ra tevayî jî Portoyê hewl dida berê tevgera kurda bide berbi Îranê û bi wê yekê va serttîya li Kurdistana Tirkîyê bide hilanînê û eger firsend bikevê jî, temamîya Kurdistana Îranê, an jî piranîya axa wê zevt bike.

Bona biserxistina van armanca ji hemûyan baştir hemîdî dest didan. Hema ji dema sazkirina wan bû, ku li ser sînorê Tirkîyê-Îranê serttî destpê kir zêde bû. Kurên Ubeydulle jî alî wê yekê kirin, xwesma Şêx Muhemmed Sadiq, ku Portoyê îzna wan dabû vegerine Kurdistanê. Hema piştî hatina wan li ser sînorê Tirkîyê-Îranê destbi xweserîtîyan bûn, ku bû sebebê xirabbûna pêwendîyên Tirkîyê-Îranê. Casûsîya tirka di nav kurdên Îranê da propoganda dijî hukumetê û dijî şiîtîyê dikir.

Bi kurtî, di destpêka sedsala XXî da temamîya Kurdistanê, perçên wê yên Tirkîyê û Îranê, bû “herêmeke sincirî” li tevaya Rohilata Nêzîk da. Hilbet, ewê yekê tesîra xwe ne tenê li ser jîyana Kurdistanê, lê herweha li ser rewşa wê ya navnetewî jî dikir.

Ji hemîyan zêdetir Rûsîya ber xwe diket. Tevrabûnên li Ermenîstanê û Kurdistanê nêzîkî sînorên wê dibûn û ji ber wê jî padşatîya Rûsîyayê ketibû tefekûrîyê. Girêdayî emelên şervanên ermenî, li ser sînorê Rûsîyayê-Tirkîyê pevçûnên bi tevgelîya hemîdîya dibûn. Problêmên kurdên Rûsîyayê jî derketine holê, ku di herêmên Pişkavkazê yên Rûsîyayê da dijîtin (weke 130 hezar kurd). Qasid-panîslamîstên Tirkîyê di nav wan da propoganda dijî rûsa dikirin. Ev hemû hukumeta Rûsîyayê mecbûr kirin, ku guhdarîya mezin bide li ser pirsa kurda. Serokatîya Rûsîyayê li Pişkavkazê, esker û nûnerên dîplomatîyê yên rûs li Kurdistanê, xwesma perça wê ya Îranê da, gelek hewl dan û firsend bi kar anîn bona binecîyên kurd bînine hêla Rûsîyayê.

Aktîvbûna Rûsîyayê li Ermenîstana Roavayê û Kurdistanê di hindava xwe da Îngilîs mecbûr kir (ew reqîbê Rûsîyayê yê sereke bû li herêmê) ku kar û barê xwe yê casûsîyê-sîyasîyê di nav eşîrên kurda da bide gumrehkirinê. Daxaza wê ya sereke ew bû, ku di navbera ermenîya û kurda da dijminayê pêşda bîne, wana rake dijî hev û pişt ra jî kurda derxe dijî Rûsîyayê. Hela piştî girêdana peymana Îngilîs-Rûsîyayê ya sala 1907a û sazkirina Antanta sêalî (Îngilîs, Fransîya û Rûsîya), sîyaseta Îngilîs di pirsa kurda û pirsên Rohilata Navîn yên mayîn da demeke dirêj xwe li riya dijî rûsa girtibû. Sîyaseta Almanîyayê jî hema bêje wî awayî bû di herêmê da, ya ku di salên dawî yên desthilatdarîya Ebdul Hemîd da tabîyên xwe li temamîya Rohilata Nêzîk dabû qewînkirinê û hewl dida reqîbên xwe yên sereke – Rûsîyayê, Îngilîs û Fransîyayê – ji wir bide dûrxistinê. Ji wan dewletên reqîbên hevdu, her yekê di hindava xwe da hewl dida şerê kurda yê ji bo azadîyê ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev