Radyoya Rewanê Xeber da – 3

Radyoya Rewanê Xeber da – 3

Xwendevanên delal, em rêzenivîsên derheqa radyoya kurdî ya Rewanê da berdewam diweşînin û bira ew bibin bersîva wê pirtûka Zerî Înançê a bi sernavê ”Di Radyoya Êrîvanê de dengê kurdî”, ku Weqfa Îsmaîl Bêşikçî çap kirîye û li wir karê radyoyê û xebatkarên wê bi zanebûn hatîye reşkirin û biçûkxistin

Welat Agirî

Dema em salên 1950yî dinhêrin, tê dîtin ku aliyê çand û zimanê Kurdî de gelek salên zor û dijwar bûn. Sî sal berê yanî bi destpêka 1920î ve dem û dewraneke nû destê pê kiribû. Hêz û qeweta împaratoriyan nemabû û ketibûn rêya mirinê. Ji bo miletên bindest, hilweşandina împaratoriyan derfeteke zêrîn bû. Li roava Bulgar, Boşnak, Sirp, Arnavût; li rohilat Ermenistan, Gurcistan; li başûr Sûriye, Îraq, Lubnan…

Lê Kurd?

Helbet gelek sedem ên bêdewletbûnê hene û tu îro ji kê bipirsî, dê bibêje bêtifaqî sebeba yekemîn e. Êdî nizanim bêtifaqî ye an hezkirina koletiyê û bindestiyê ye…

Bi avakirina dewletên netewî ve, hema bêje hemû gelên xwedî dewlet ne tenê çand û ziman, di hemî qadên jiyanê de rê hildan, pêşketin. Di wan salan de, di gerdûna Kurda de çi diqewimî?

Bakur êdî westiyabû, mecal nemabû, qudûmê çokan hatibû şkênastin. Têkçûyina Palû, Agirî û Dersîmê…Ne parastina wêje û kulturê dihat aqila û ne jî Komara Tirka îzineke weha dida. Li rojhilat jixwe meytek li erdê bû. Hêj şîna Mehebada yanzdeh mehî dikirin. Li başûr jî bandora nebelediyê hebû. Pey têkçûna Mehebadê ji bo wan ne îro beled bû, ne sibe û ne jî dusibe.

Di wê xewa mirinê a ziman û çandê de, Radyoya Rewanê hemû kar û bar dabû ser pişta xwe û bi şiûra wezîfe vê dest bi erka xwe kiribû. Û ew deng dengê me bû, dengê Kurd û Kurdistanê bû. Di wan rojên dijwar de guhdarkirina klaman, beşên edebiyatê, çîrok û meselokên Kurdî û heta şano û piyesên bi zimanê me tiştekî gewretirîn û mûezem bû. Lê em ji ked û emegê rêvebirê radyoyê Xelîlê Çaçan bê xeber bûn ku Eskerê Boyik çi xweş tîne ziman:

“Xelkê kurd li xwe dihesiya… Gelekan nizanbûn, ku piş wî dengî, li avayîkî kolanê Yêrêvanê, komek kurdên welatparêz, bi rêvabiriya Xelîl Mûradov sekinîne, şev û roj dixebitin, ku ruhê kurdewarî belayî welatê xweyî dagîrkirî bikin, nehêlin neyarên kurdan meremê xwe bînine cî.”

Gelo Xelîlî Çaçan ji ku ye, çi kes e û çawa bîst û çar salên xwe di xizmeta Gelê Kurd de derbas kir?
Xelîlê Çaçan Mûradov sala 1924an, 10ê çileya pêşin li gundê Karvanserê, Komara Ermenistanê hatiya dinyayê. Malbeta wan di gund da bi nav û deng bûn, ji êla Rojkîyan bûn. Kal-bavê wan ji gundê Hesencano, navçeya Dîgorê, Qersê, Kurdistana Bakur dawiya salên sedsala 18an ji Bîtlîsê hatibûn wî gundî binecî bûbûn, bi fikira ku hatine Rûsîyayê. Di wê demê de Qers bajêrê Rûsyayê bû. Pey re derbasî Ermenîstanê dibin. Xwendina xwe li dibistana gundê xwe ya destpêkê temam dike, paşê xwendina xwe li dibistana Partiyê ya Bilind li Yêrêvanê, dû ra jî Înstîtûta dûreke ya Pêdagogiyê didomîne. Berî temamkirina xwendinên bilind ra ew li navçeya Elegezê li Ermenîstanê di 21 salîya xwe da 6 salan (heta sala 1949an) dibe serokê komîtêya navendî ya komsomolên navçeyê. Paşê, ji sala 1950 heta sala 1957an dibe serokê beşa kûltûrayê li komîtêya şuxulvaniyê ya navçeya Araratê. Ji sala 1957an heta dawiya emirê xwe, ango sala 1981ê (24 salan) serokatî li beşa radîoyê ya bi zimanê kurdî li Yêrêvanê dike.

Xelîl Mûradov nivîskar bû. Alîkî ve ew erk û wezîfa giran a radyoyê û alîkî ve jî nivîsandina pirtûka. Van pirtûkan kultur û edebiyata Kurdî him zengîn kirin, him jî bi naveroka efsûnî rengîn kirin.

Klamên Cimaeta Kurdan (Zargotin), 1963, Yêrêvan,

Du Poêm (Destanên Zambîlfiroş û Memê û Eyşê), 1965 Yêrêvan,

Qisên Cimaetê (Zargotin ), 1972, Yêrêvan.

Moriyê Nenê (Kurteçîrok), 1976, Yêrêvan.

Memê û Eyşê (Pîyes), 1978 Yêrêvan.

Berî mirina xwe ew pirtûk dabûna çapkirinê. Piştî mirina wî jî Benê Min Qetiya, (Weşanxaneya Doz 2007) û Cewahirên Kurdî , (Weşanxaneya Lisê, 2010),

Memê û Eyşê & Zembîlfiroş, (çapa duyem, Nisana 2015 Weşanxana Lis- Amed ),

Klamên Cimaeta Kurdan, (çapa duyem, Nisana 2015 Weşanxana Lis- Amed ),

Gotinên Pêşîyan Zargotin (çapa duyem, Nîsana 2015 Weşanxana Lis- Amed ),

Qisên Cimaetê (Zargotin ) (çapa duyem, Nisana 2015 Weşanxana Lis- Amed ),

Moriyê Nenê (Kurteçîrok), (çapa duyem, Nisana 2015 Weşanxana Lis- Amed )

Memê û Eyşê, pîyes, (çapa duyem, Nisana 2015 Weşanxana Lis- Amed ), hat çapkirine. Weşanxaneya Lîs hemû berhemên Xelîlê Çaçan bi hev ra çapkir.

Û helbet qal û behsa rêvebirekî kedkar ne tiştekî hêsan e, em di wê derecê de jî nîn in. De ka binhêrin serok û rewşenbîrên Kurda çi dibêjin, çawa hêstên xwe bi lêv dikin.

Mela Mustefa Barzanî – serokê kurd û Kurdistanê:

Rola radîoya Kurdî ya Yêrêvanê û Serokê wê Xelîlê Çaçan di karê şerê rizgarixwezî û hişyarkirina gelê Kurdistanê da pir e.

Hecîyê Cindî – Profesor, folklorîst

Xelîlê Çaçan pey xwe ra ji bo gel 1800 sitiran, 40 pîês-şano, 5 pirtûk, bi deha gotarên delal hîştin. Sed heyf, ku ew serhevdu 57 sal jîya… Û ewqas kar. Lê eger 75-80 sal bijîta? Vî alî da jî felekê ji me ra xayîntî kir.

Aslîka Qadir – hunermend, dengbêja radyoyê

”Xizmeta Xelîlê Çaçan di radîoya Kurdî ya Yêrêvanê da gelekî mezin e. Dema serokatîya Xelîlê Çaçan beşa mûzîka Kurdî gelekî dewlemend bû. Piştî Xelîlê Çaçan ez dikarim bêjim ku hîç tiştek nehate kirinê, her tişt hate rawestandin. Bira hevalên din, ku keda wan di vî karî da heye min bibaxşînin, lê em gerekê rastîyê bêjin û çi di radîoya Yêrêvanê da hate çêkirinê, wî ciwamêrî kir”

Wezîrê Eşo – nivîskar, xebatkarê radyoyê

Her Kurdek zane, ku rola radîoya Kurdî ya Rewanê di hişyarkirina gelê Kurd da pir e. Lê kêm kes zane, ku ew kar piranî bi saya serê serokê wê Xelîlê Çaçan bûye, ku 24 salan serokatî li wê radîoyê kirîye û hemû sitiran û pîêsên radîoyê di dema wî da hatine qeydkirin.

Xelîl Mûradov hereketekî mezin xerc kir seba bi hezara nimûnên hunurmendîya Kurdan ya sitiranbêjîyê ji windabûnê xilazke û qeyd bike. Bi saya Xelîlê Çaçan Mûradov bi sedan nimûneyên sitiran û miqamên Kurdî fonda radîoyê dewlemend kirin û îro radîoguhdar bi wana şa dibin. Xênji sitiran û miqaman, hêna wî da gele radîokompozîsyon (şano, pîês) hatin hazirkirinê ser hîmê radîopîêsên nimûneyên zargotina Kurdî, nivîskarên Kurd û ermenî.

Emerîkê Serdar – Xebatkarê radyoyê yê berê

Ji wan 1400 sitiran û miqamên Kurdî, ku bi saya Xelîlê Çaçan hatine berevkirinê û bi radiyoyê têne elamkirinê, her yek heykeleke ji bo bîranîna wî.

Fêrîkê Ûsiv – Helbestvanê navdar

Xelîlê Çaçan mînanî sîyasetmedarên çavtirsîyayî bend û asteng ne didane ber kilamên Kurdî û meselên gel. Ewî him ew kilam dane dengnivîsandinê, him jî pareke wan bi pirtûkeke cihê da çapkirinê.

Qanatê Kurdo – Profêsor, Kurdzanê navdar

Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radîoya Kurdî ya Yêrêvanê bû.

Mixabin heya vê rojê keda Xelîlê Çaçan û ekîba ji terefî Kurda ve baş nedihat nasîn. Lê îro derbarî van welatparêzan de lêkolîn tên kirin, pirtûk tên nivîsandin. Û wisa dixuyê ku sibê, gelek kar û xebatên akademîk û edebî ê bên kirin.

Em serok û xebatkarên radoyê bi dil û can bibîrtînin û em ê herdem spasdarên wan bin.

Di wêneyê sala 1958an da: serekê dewleta Yekîtîya Sovyet Nîkîta Xrûşçov û serokê kurdan Mistefa Barzanî. Çend deqeyan berî wênegirtinê Mistefa Barzanîyê Mezin nameya serokê radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan Mûradov bona zêdekirina wextê radyoyê û xurtkirina karê wê daye Nîkîta Xrûşçov. Piştî vê rasthatinê wextê radyoyê 2 caran hate zêdekirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev