Evîn perr û baskê helbestvan e

Evîn perr û baskê helbestvan e

Latif EPÖZDEMİR

Helbestvan… keserkêşê dinyayê.. Nalînvanê dewr û zemanan. Bendeyarê dilê di bendexanê de. Bi hest û xeyalan ku jı xwe re hêlînek honik çê dike di nav dilê evîndaran.

Evîn perr û baskê helbestvan e. Pê hez û huba xwe ku bi xeyalan qanat û bask çê dike ji bo xwe û difre; li serdestê sitêrkan, mest û serxweş, govend û dîlanan li dar dixe. Kesaran dajo ji nav dilê xwe.

Helbestvan ji kanîya dila av vedixwe, li deşta xeyalan digere, bi evînê xwe têr dike, paşî dibe hêviya dûrketîya, hewara hesretkêşa, gazîya xembara, helbesta diafirîne û wekî gulleya dilkujêr berê xwe dide sîngên pirkeser..

Evîn e ku mirovan dilnerm dike, jîyanê dike manedar. Eger ne evîn bûya, jîyan dewam nedikir; tu kesek ne dibû xwegirtê dila. Lewra evîn pîroze û derhênerê evînê ye helbestvan, bîner û bizere, temaşevanê jîyana bextewar e helbestvan.

Hostayê dildarîyê ye helbestvan, rê û rêça evînê radixe ber evîndar. Meş alaya di destê helbestvan de bêjeyên hestîyarin ku yek bi yek cîwar bune di berîka helbestvan de. Ew peyv û bêjeyên wek berik û gulleyan.

Helbestvan ji xwe re perrên hevrîşimî çê dike ji xewn û xeyalên bêguneh; siwar dibe li hespê  xweyê hêşîn û bilind dibe diçe warê sitêrkan, li wir dinêre li erdê, li halê evîndarên reben. Û pêra radigre qelemê, peyvên hestîyar yek bi yek têne xwarê, dibin çem, dibin rûbar û dixwişin ber bi deryayên bêbin ve.

Helbestvan dermandarê dilê dîl e. Helbestvan, zehmetkêşê cihana xapînok û derewîn e. Derd û merama wî rêzek helbest e, çarîneke pirnalîn e.

Dil di qeyrana evînê de ser hildide, dibe dijraberê sewadê. Bê çek û sîlahê dil, lê patrewan e, serhildêrek mêrxas e dil. Nan û danê dilê êşa, xewn û xeyal in, serborî û bîranîn in. Helbestvan xwe dixe bin barê giran ê dilê daxkirî û dimeşe serbilind di nav dij û neyaran de.

Evîn mîna caweke polayîn dipêçe bedena helbestvan û wî diparêze ji derbên xencerê, ji xetara tîrên jehirdar.

Evîn xilaskerê dilê bi şewat e.

Xeyala evîndar hevdîtin e. Kûtahîya firqet û veqetanê ye. Ew demê ku hisret digêje dawîyê, hezkirî li tenişta te runiştîye û di nav çehvê wê de tu winda bûyî. Te navê ku ew dema xweşbor biqede. Rûyê pemboyîn a nazdarê wekî tava li asîmana şeva te ronahî dike. Tu çawan ku di xewnekê de yî û qet naxwezî ew xewn xilas bibe.

Helbest di wê demê de tê bîra te. Tu dixwazî wê dema xweş sertac bikî, bikî nemir. Ew dem e ku mirov dike şair û hozan, dengbêj û helbestvan. Germahîya dil dorpêç dike bedenê û xeweke giran dikeve çehvan.

Helbestvan qalker û axaftvanê wê dema nemir e.

Mijara helbestvan evîn e.

Helbestvan bi peyvên tenik û bedew wêneyek çêdike û dadiliqîne li ser dîwarê dîroka evînê. Navê evînê dikole li ser birca dil, li ser tac û paytextê bedenê, Evîndar navê xwe dinivsîne di nav pelên zêrîn ê tarîxa dilkeseran.

Helbestvan hetava bextê reş e. Babeta helbesta wî dilê tijexwîn e. Perr û baskê helbestvan, bêguman dildarî û evîn e. Hêlîna helbestê dilê nerm ê helbestvan e.

Kanîya helbestê dilê biêş û jan e, dilê bihisret û kovan e.

Hiceta helbestê ye evîn. Helbest pergala hezkirinê ye, deng û saza evînê helbest e. Nalîn û axîna evînê ye helbest. Helbestvan çêker û xulqhênerê helbestê ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev