Necmedîn Kerîm û Brett McGurk li hev civiyan

Necmedîn Kerîm û Brett McGurk li hev civiyan

Li gorî Spûtnîkê ku xwe dispêre Ofîsa Ragihandina Walîtiya Kerkûkê, Walî Necmedîn Kerîm û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê li dijî têkoşîna li dijî Daişê Brett McGurk li Washingtona paytextê Amerîkayê li hev civiyane.

Li gorî herdu çavkaniyan di hevdîtinê de mijarên azadkirina Hewîceyê, pêşwazîkirina penaberên başûr û rojavayê Kerkûkê û peydakirina cihên ji bo wan penaberan hatine rojevê.

Li hêla din serkeftina şerê li dijî Daişa terorîst jî yek ji mijarên sereke yê hevdîtinê bûye.

Ajans di nûçeya xwe de diyar kiriye ku Kerîm di hevdîtinê de ji bo piştgiriya hevpeymana navdewletî ya ji bo hêzên pêşmerge û hêzên ewlehî yên Iraqê spasiya Brett McGurk kiriye.

Herçî McGurk e, di hevdîtinê de ji bo wêrekî û lehengiya hêzên pêşmerge ya li dijî Daişê spasiya xwe pêşkeş kiriye û pêşwazîkirina Parêzgariya Kerkûkê ya ji bo penaberan binirx û qîmet nirxandiye.

Li hêla din eşkere bûye ku Necmedîn Kerîm li Washingtonê bi Wekîlê Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Amerîkayê Simon Henshaw re jî hevdîtinekê pêk aniye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev