KÊMZÊDEHIYÊN “KÊMBER”Ê

KÊMZÊDEHIYÊN “KÊMBER”Ê

Rexne-Cerribandin

Kovan Baqî

“Kêmber”a Mihemed Şarman, him li ser hemû kevneşop û kanonên edebiyatê mezin bûye, him ew bi carekê’r red kirine. Him ew şopandine, him ew ji holê rakirine. Him bi xwe “red” e û him “dijred.” Yanê tiştê ku red kirine, neterikandiye-w berê xwe nedaye oxirê. Ew red kirine, ji bo wan bidomîne. Ew domandine, ji bo wan red bike. Yanê “Kêmber”,  him hemû şêwazên hatine bikaranîn di nava xwe de dih’ewîne, him wan red dike. Axir ji red û domandinê afiriye û bûye xwedîşêwazeke dijqalib.

Pirs, tam di vê neqebê de destpêdikin:

Kêmber, çi ye?

Kêmber’ê çi gotiye, çi negotiye?

Kêmber’ê çawa gotiye, çawa negotiye?

Kêmber, ji çi reviya be, heta bi qirrikê di wî tiştî de gerriya ye. Loma bi vê dijraberiya xwe veşuştî-w neveşuştî ye. Him ji her tiştên dijberî romanê safî bûye û him lê hesilî ye – çivir tê’d gerriya ye. Bi şêwaza vegotina xwe ya heterojen, ji şêwazên yekgirtî yên kevneşopî veqetiya ye. Yanê heta cihekî, ji zagonên romanê û hukmê nivîskêr filitî ye û xweseriya xwe hefidandiye.

Axir dijraberî-w redkarî jî vediguhêze hukmekî û ev hukim pêvegirêdanekê dihukimîne. Ev hukim, him xwekuştinê dinimîne, him kuştinê. Her xwe-kuştinek, domandinekê bi xwe’r tîne; her domandinek, jiyînekê. Madem jiyîn didome, wê çaxê xwekuştina kirdeya dinivîsîne destpêdikê, deng dinizile nava qalibê teng ê peyvê, peyv li nivîsê dihesile, nivîs hildiweşe û ji vê hilweşînê, wate diafire – wate vediguhêze wateyeke din. Wate, karê veguhêzînê didomîne û hemû bireseran, tiştan, vegotinan bêhukim dike, yan ji holê radike.

Qarnewal bi şox û şengiya xwe lidar e. Qesas û qurban, başqan û tirrole, serokên siyasî û qeşmer, xatûn û qehp, milkdar û parsek li tengala hev in, di nava hev de ne, cih bi hev diguhêzin, ji xwe dertên dibin ên dijberê xwe.

Gava hêrsa kirdeya ku dinivîsîne radibe tepelika serî, bêhukimî vediguhêze hukumdariyê, qereqter xweseriya xwe wenda dikin, di xeleka yaweriyê de asê dimînin û qarnewal ji dirbê qarnewaliyê derdive, dibe mazateke serdestî û bindestiyê; vediguhêze, dikeve dilqê Kurdistaneke sîmûle û dixwaze rola Kurdistana rasteqîn bilîze – ji wê gavê-w şûnde xezeba sar î hişk bêhna erotîzmê diçikîne û ala pornografiya siyasî li ba dibe. Piştî vê orgazma hêrsê, êşa kirdeya ku dinivîsîne puxte dibe, hêdî hêdî difiskirîne-w ji nava metnê vedikişe qula xwe. Loma jî dîsa qarnewal vediguhêze rengê xwe’y e’sîl. Qereqter dibin (dijberên)xwe. Şox û şengiya heyata sêwirandî ji cihê mayî destpêdikê, qarnewal xwendevên tevî xwe dike-w lîstik dîs dest bi domandina xwe dike.

Şarman, gava mîsyoneke bivê-nevê li “Şîrove”yê bar dike, “Wate”, “Şanîdan”ê jê dibe-w di dewsa wê de bi cih dibe. “Wate”, di vê valahiya-lîstika îrrasyonel de qîma xwe bi şirîkatiyeke nemîsoger nîn e, ku bi “Şîrove”yê re dike; loma jî li dij wê li ber xwe dide û di vî şerrê bêkêşe de, ne-tifaqeke protagonîst  î ji bin nîrê hukman derhatî bi xwe pêk tê. Ev tifaq û lihev(ne)kirina hanê, di hemû encaman de miqîm li xisareke hilweşîner diqeside. Awira şît î pu’h a hişê Şarman, piştî her hevşikestandinê li ser licimîn û lêhulkumîna metnê radiweste û ji bo e’wêziya tiştên jidestçûyî vegerîne bi bêûcdanî (bi awayekî erênî) midaxilî wê dike. Mîsyonê ji “Wate”yê distîne û dide “Şanîdan”ê. Lê belê bi vê mîsyonlêbarkirina “Şanîdan”ê, dîsa edaleteke xwedîerk çênabe. Lewra di vê neqeba teng-tenik î di navbera “Rasteqînî û Sîmûlasyonê” de rolbeşî, mîsyonbeşî, û heqbeşiyeke zexim û mayinde qet nayê sazkirin.

Yanê di vê lîstika razber de, ku di rûyê mirêkê de tê lîstin, ne tu tişt di ewlehiyê de ne û ne ewlehî bi wan tu tiştî tê. Çerxa lîstikê di destê hîlleyê de ye; gotinên ku di rûyê mirêkê de tên kirin, qewmînên pêk tên û her tiştên mayî bêhuzûr in. Lê e’sil entropî, nevroz û bêhuzûriyên mezintir di valahiya bêbinî a mirêkê de miqîm didomin, ku heta rûyê mirêkê di navberê de be, ne mumkûn e “EZ”ê li miqabilî mirêkê karibe bibîne. Loma jî, di vê lîstika hevpeymanî ya nivîskêr û xwendevên de, xwendevanê/a afirîner, li jiholêrakirina mirêkê diqeside û tişten ku nivîskêr nekirine, mecbûr dimînin ku bikin; eynikê, ji nava xwe-w Cîhana tê şanîdan radike. Êdî ê şanî dide vediguhêze dijberê xwe. Bi vê veguhêzînê re, ê şanî dide, reseniya xwe’y qelp î xapînok wenda dike, û wendabûyiyên resen, dibin xwediyên xweseriyeke neewle. Lewra Cîhana Kêmber’ê ne Cîhaneke aram û bi ewle ye. Veguhêztin, miqîm di tevgerînekê de ye; êdî tu tişt ne di ewlehiyê de ne, û ewlehî bi tu tiştî nabe. Sîmûlasyon, vediguhêze rasteqîniyê û rasteqînî li fersendekê digere ku erka xwe’y jidestçûyî ji nû ve bi dest bixe.

Madem di Cîhana Kêmber’ê de ewlehî nîn e, madem ê şanî dide û ê tê şanîdan qestî mayindetiya hevdu dikin, madem “Wate” qopiya “Peyvê-Şanîdanê” ye û “Şanîdanî” qopiya “Deng” e, dêmeg a di vê Cîhanê de kêm “Epîfanî” ye, ku dikare bi dijrasteqîniya xwe’y tê sêwirîn, weke hebûneke rasteqîn î pêewle, qebûleke zexim î mayinde heq bike.

Çavkanî:

Pevguherîna Nemumkûn / Jean Baudrîllard

Gramatolojî / Jacques Derrîda

Ceribînên Felsefî / Fernando Pessoa

Ji Qarnewalê Ta Romanê / Mîhaîl Bahtîn

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev