Ceribînek li ser ”Heteroglossîa”yê

Ceribînek li ser ”Heteroglossîa”yê

Nav-ran-gotinek

Asya Dawid

Gotin ji navrana hiş welidîn û qaoseke heteroglotîk destpêkir.

Heteroglossîa, hemû standardên kanonîk red dike û bi zimanekî pirr pirr sade, rojene, xurrifî û organîk dij-çîroka xwe vedibêje. Na, nabêje, dijî. Erê, bi vî awayî, hîçgiramera H.Kovan Baqî ya bêdeng awaza wî digihîje jora heft tebeqên ezmanê binerd – bajarê Ereşkîgal.

Heteroglossîa û Baqî bi hev re diafirin û bi hev re têk diçin; tenê gotin li dewsa wan dimîne. Na na, tenê bêdengiya gotinên negotî dimîne. Ji bo bêjer tehamulî bêdengiya abadîn bike, ku berê wî dide jêrderyayên HÎÇbûnê, hêdî hêdî wî diajo, ji xwe re çîrokan diafirîne, xwe vedikşîne nava monologên diyalojîk î dirêj û tevlihev – yekser monologên Beckett tîne bîra mero.

Baqî, di mis’hefa xwe de hemû şêwazên fêrbûyî yên edebiyatê dirûxîne û dawî li hemû fêrbûnên xwîner tîne. Xwîner ji pasîfiya guhdarkirina çîrokan û libendemayina bersivan xelas dike û deriyê lêgerîna pirsan û serêşiya afirandinê li ber wan vedike. Êdî xwîner dibin perçeyek ji cîhana metnê û bêhizûriya wan radibe pileya herî rajor. Lewra êdî ew ne li derveyî cîhana metnê ne û nikarin bi pasîfiyeke bihizûr li çîroka metnê guhdar bikin – ji ber ku qota qot li rastiya xwe qelibî ne û êdî tu tişt ne weke berê ye. Vê yekê jî bi organên zayendî pêk tîne; ku hemû rastî, xeletî û şaşiyên mirovahiyê ji vir dixuliqin. Carna bi tinazî û car caran (qaşo) bi ciddiyet dibêje. Na nabêje, tim parodiyê dike. Helbet Baqî xwe ji nava metnê vekişandiye û van ne-qewmîn û ne-çîrok û kombînasyona gotinan bi qerekterên xwe, na na, bi dij-qerekterên xwe dide kirin – ku van qerekteran hemû lebat û çalakiyên wan î bedenî têk çûne; tik î tenê di nava peyvê de, na na, di nava dij-peyvê de dijîn. Berevajî metnên kanonîk, ne ku nivîskar hukim li metnê dike, metin hukim li wî dike. Metin wî bi dû xwe de dicircirîne, ku carcaran nivîskar jî êdî nizane bi çi û bi kê re dicircire. Yanê qerekteran xweseriya xwe bi dest xistine. Belkî jî tenê pêdiviya wan bi nivîsê heye, ne ji nivîskêr. Lewra jî nivîskar wek nûserekî, tenê yaweriya nivîsê dike. Naxwe di Heteroglossîa’yê de rola nivîskêr hew yaweriyeke miqîm e. Di metnê de ne zeman heye, ne mekan. Belkî jî kesên diaxivin heman kes e; ev kes tim hatiye perçekirin û her perçeyekî wî/ê bûye kesek. Yanê ev kes, bi bedenên cur bi cur, lê bi devekî ku ewlehî pê nabe diaxive – hem hertiştî zane, hem tu tiştî nizane. Her gotina ku ji devê wî/ê, wan, ew, ev, me derdikeve, ya beriya xwe tune dike; her gotinek, li dij gotina beriya xwe derdikeve û bi vî awayî her yek ya beriya xwe red dike – ev redkirin û tunekirin miqîm didome û hêdî hêdî ber bi tunebûna xwe ve diçe. Helbet piştî vê tunekirin-tunebûyînê HÎÇeke mayinde diafire (Ji xwe nivîskêr ji zû de xwe tune kiriye – ji berî hemû destpêkan). Herweha ev qerekterên xurrifî, ku xwe ji tunebûnê re amade kirine (a rast nema zanin bimirin jî) ne bi hebûna xwe bawer in, ne bi gotinên xwe. Lê dîsa jî tu nêta wan nîn e ku bibilin; tim û dayim dipeyivin û çîrokên bêdengiyê didomînin. Ji ber ku roman ne xwediyê dawiyekê ye, ev qerekterên xurrifî wê heta roja qiyametê jî dawiyê li gotinên xwe nînin.

Nivîskarê vê mis’hefê, xwîner li tirêna bêdengiya peyvê suwar dike, ligel rîtmeke xwezayî, bi kombînasyona vegotineke polîfonîk, wan gêj û sermest dike û dibe li tunebûneke bêhempa dihesilîne. Piştî evqas zelzeleyên hiş, “Acizî” û “Heyecanê” ji xwîner re dihêle.

Herwiha ev metin metna bêdengiyeke bêserî û bêdawî ye û sewta vê bêdengiyê wê heta bi heta di serê meriv de olan bide. Lewra li ser koka felsefeyek kûr û dûr şîn hatiye û ji demên mîtolojîk dirêjî îro û sibê dibê.

Kovan Baqî, serdemeke nû di edebiyatê de daye dest-pê-kirin, ku sînor û bêsînoriya wê bi gotinan hatiye danîn; yanê sînor û bêsînoriya vê edebiyatê, ji HÎÇbûneke bêserî digihêne HÎÇbûneke bêbinî.

Ha ji we re kurdek, ku tew bi kurdiyeke nestandart, wek Beckett û Derrîda, ne-çîroka ne-romanekê dibêje. Na, tu tiştî nabêje. Metnên xwe bê honak û bê mîzan dinivîsîne.

Heteroglossîa, mis’hefek e wilo ye ku, ji bo hûn karibin wê xitim bikin, gerek hûn li sewta bêdengiya wê guhdarî bikin.

De îja hişşş bin, hişşş! Li sewta bêdengiya Heteroglossîa’yê guhdarî bikin! Te dî ev a ku ji bo qehpikên dinyayê hatiye nivîsîn. HIIIIŞŞŞŞTTTTT!!!…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Маруф Асланов

Блоггер; Джалал-Абадский государственный университет

Qeydên dişibine hev