Hollanda: Em li Rotterdamê mîtînga referandûmê naxwazin

Hollanda: Em li Rotterdamê mîtînga referandûmê naxwazin

Televizyona Dewleta Hollandayê NOS, diyar kir ku hikûmeta Hollandayê naxwaze ku rayedarên tirk 11-ê mehê li Rotterdamê referandûma makezagonê bikin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê jî eşkere kir ku wê hikûmeta Hollandayê fikra xwe ji Enqerê re bibêje ku ew hez nakin li welatê wan mîtîngên referandûman bikin.

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte jî ji hesabê xwe yê Facebookê daxuyand ku ji rayedarên Tirkiyê daxwaza mîtîngê hatiye, lê ew nafikirin ku piştgiriya wan bikin.

Rutte di peyama xwe de wiha gotiye: “Em vê yekê qebûl nakin. Qad û meydanên Hollandayê, ne qadên kampanyayên siyasî yên welatên din in.”
Serokekî komeke tirkên Hollndayê diyar kiribû ku wê Wezîrê Karên Derve Yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu 11-ê Adarê beşdarî mîtînga li Rotterdamê bibe.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev