Li Tirkiyê 158 rojnameger di hepis û zindanan de ne

Li Tirkiyê 158 rojnameger di hepis û zindanan de ne

Piştî girtina nûçegihanê rojnameya Almanî Die Weltê Denîz Yucel, rojnamegerekî din li rojnamegerên girtî yên li Tirkiyê zêde bû.

li gorî Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) li Tirkiyê halîhazir 158 rojnameger di hepis û zîndanan de ne.

bi vê hejmara rojnamegerên girtî, Tirkiye kete pêşiya Çîn û Rûsyayê û di warê rojnamegerên girtî de bû yekemîn!

Komîteya Parastina Rojnamegeran diyar kiribû ku îsal li seranserê dinyayê herî kêm 257 rojnameger avêtine heps û zîndanan û di vî warî de rekor di destê tirkiyê de ye.

Heman rêxistin diyar kiribû ku sala 2016-ê jî li Tirkiyê bêhtirî 80 rojnameger hatibûn girtin. Çîn, Misir, Erître û Etîyopya di pey Tirkiyê re tên.

Li gorî Komeleya Rojnamegerên Hemdem sala 2016-ê:

– Karta çapemeniyê ya 780 rojnamegeran hatine betalkirin.
– Derbarê 839 rojnamegeran de doz hatine vekirin.
– 157 weşan hatine girtin.
– Derbarê 14 weşanan de biryara qedexekirinê hate dayîn.
– 189 rojnameger rastî êrîşa devkî û fizîkî hatin.
– 10 hezar rojnameger ji karê xwe bûn.
– 7 rojnamegerên biyanî hatin dersînorkirin.
– Polîsan avêtin ser sê navendên çapemeniyê.
– 20 mmalper hatin qedexekirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev