Tirkiye û Almanya li hev sor bûn!

Tirkiye û Almanya li hev sor bûn!

Almanya pêşî civîna Wezîrê Edaletê ya Tirkiyê Bekir Bozdag, piştre jî civîna Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî betal kir û destûra van civînên ji bo referandûma 16-ê Nîsanê neda. Ev yek bû sedem ku niha herdu hikûmet bi pozê tivingê li hev binêrin!

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li ser van betalkirinan bi dijwarî axivî û got: “Destûra axaftinê min nadin lê destûrê didin Cemîl Bayik ku ji Qendîlê bi riya telekonferans û vîdeoyê beşdarî mîtînga bibe. Divê Almanya ji ber piştgiriya terorê were darizandin. ”

Serokwezîra Almanyayê li ser qedexekirina axaftina herdu wezîran wiha gotibû: “Biryarên betalkirina axaftina wezîran, biryara rêveberiyên herêmî ne.”

Merkel girtina nûçegihanê rojnameya Die Weltê Denîz Yucel careke din bi tundî rexne kir û got: “Em piştgiriya azadiya derbirînê dikin û mafê me heye em Tirkiyê rexne bikin.”

Tevî ku Almanya destûra axaftin û mîtîngê neda Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî jî, wezîr got: “Ezê dîsa jî herim.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev