AX, VÊ KULA PENCEŞÊRÊ…

AX, VÊ KULA PENCEŞÊRÊ…

Ji helbestên van dawîyan yên ronakbîrê me yê binavûdeng Prîskê Mihoyî xuya dike, ku derdê miletê me ew kirîye helbestvan, xuya dike, ku ew hewil dide kesera dilê xwe aram bike, rêyekê ji derketina vê rewşa miletê me bibîne û dema tu rêyekê jî nabîne, aca dilê xwe direşîne ser kaxez, ew jî ne bo her kesî bi derdê xwe bide hesandin, lê belkî bona ji xwe ra bêje: -Vê gavê ev ji destê min tê…

Xwendevanên delal, em deng û gazîya ronakbîrê xwe yê binavûdeng bi riya malperê digihînine her welatparêzekî ku ji rê xalifîye, her welatparêzekî, ku bi çavên girtî bawerî bi serokê xwe yê esilnedîyar anîye û daye dû tewlebazî û kindirbazîyên wî, her welatparêzekî, ku canê wî bo me pir giranbuha ye û eger em ji wî canê pîroz bêpar bimînin jî, bira ji bo rizgarîya welatê me be.

 

Prîskê Mihoyî

Ax, vê êşê, kula piçengê,
Jana heftpencê-penceşêrê –
Vê dutîretîyê û bêtifaqîyê,
Qure-qurbetîyê û nezanîyê,
Serokeşîrtîyê û malwêranîyê,
Axan-began, serokên partîyan,
Xayîntîyê, fesadîyê û koletîyê,
Çavkorîya olî, dîn û mesheban,
Rêberan, nûneran û gênêralan,
Ku çiqas sal in bûne kula piçengê,
Jana wek penceşêrê û heftpencê,
Jana li bedena welatêm geryaye,
Tîş-tîşî kirîye, kirîye çend perçe:
Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava!..

Xwîn diherike ji çar kuncên dil,
Bûye çemekî bi xwînê mewicî,
Çemê herikî, çemê levketî,
Daye li ber xwe qîrş û qal,
Dişo û dibe beyar û lat,
Ji Bakûr dikişe, diçe Başûr,
Ji Başûr dizivire, diçe Rojava,
Ji Rojava dikişe berbi Rojhilat!..

Ev çemê tofan û levketî,
Çemê bi xwînê mewicî,
Çemê bi destê dijmin herikî,
Îro li Şengalê, Şengala rengîn
Bûye gola xwînê û golegenî!..

Ger nexweşî ye, heye derman jî,
Gazî Yazdanê dilovan dikim,
Ger em hene, ger em rast in,
Divê xwe biparêzin ji vê belayê,
Bibirin û bavêjin vê penceşêrê,
Vê kula piçengê li ser dilkê
Welatê bi navê Kurdistanê,–
Navenda dîrokî, vê Şengalê!..

P.S. Lê bila gunehê hemû cangorîyan, hêsîran û penaberan li ustîyê me be, bila qet dernekeve!..

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev