Çar leşkerên tirk li El Babê birîndar bûn

Çar leşkerên tirk li El Babê birîndar bûn

Di çarçoveya operasyona Mertalê Feratê ku Artêşa Tirk tevî Artêşa Azad a Suriyê pêk tîne de çar leşkerên tirk birîndar bûn.

Li gorî rayedarên leşkerî û çapemeniya tirk 3 leşker ji bo dermankirinê anîne nexweşxaneya bajarê Kilîsê, leşkerekî jî anîne nexweşxaneya Entabê.

Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) eşkere kir ku rewşa tendirûstiya leşkeran baş e.

Operasyon ji Tebaxa 2016-ê ve berdewam e û heta niha 71 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dane.

Serokomarê Tirkiyê eşkere kiribû ku piştî bidestxistina El Babê wê berê xwe bidin Minbîcê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev