Trump ji Barzanî re got: “Em dikarin astengiyan derbas bikin”

Trump ji Barzanî re got: “Em dikarin astengiyan derbas bikin”

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re nameyekê şand û tê de diyar kir ku ew dikarin hemû astengiyan bi hevre derbas bikin.

Li gorî saloxdayîna malpera Serokatiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Serokê Amerîkayê Donald Trump di nameya xwe ya ji bo Mesûd Barzanî de, ji bo herdu aliyan daxwaza hevkarî û şirîkatiyê kiriye.

Wekî tê zanîn Serok Barzanî piştî ku Trump bibû Serokê Amerîkayê nameyeke pîrozbahiyê jê re şandibû. Eşkere bû ku Trump di nameya xwe de ji bo vê pîrozbahiyê spasiyê xwe pêşkêşî Barzanî kiriye.

Donald Trump di heman nameyê de ji Barzanî re wiha gotiye: “Herçiqas li ser riya me gelek astengî hebin jî, em dikarin bi hevre van astengiyan ji holê rakin, berjevendiyên xwe yên hevpar biparêzin û bi hevre aramiyê bînin welatê xwe.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev