75 salîya kurdê herî navdar li Ermenîstanê pîroz be!

75 salîya kurdê herî navdar li Ermenîstanê pîroz be!

Ji mala Tîtalê Huseyn û Xatûna Celîl 3 doktor derketine!

Têmûrê Xelîl

Heta niha jî kurdên Kurdistanê û Ewrupayê zêde wan kurdên Sovyet nas dikirin, ku bi karê kurdeyatîyê va girêdayî bûn. Ango, an nivîskar û helbestvan bûn, an dengbêj û rojnamevan bûn, an kurdzan û mamosta bûn. Lê kêm kes wan kurdên Sovyet nas dikin, ku bi kar û barên xwe yên ser dereceya dewletê va nav û dengê kurdan û Kurdistanê bilind kirine. Merivên wisa gelek bûne, wek sêkrêtarê Yekîtîya Nivîskarên Rûsîyayê Keremê Reş, sêkrêtarê zanyarî yê Akadêmîya Qazaxistanê ya Ulman, akadêmîk Nadirê Kerem Nadîrov, cîgirê wezîrê pevgirêdanê yê Yekîtîya Sovyet Nansênê Emînê Evdal, wezîrê dewletê yê Ermenîstanê Nadoyê Xudo Maxmûdov, Mêrxasê Yekîtîya Sovyet Semend Sîabendov, serwêrê kafêdra aborîyê li Înstîtûya welatên Asîyayê û Afrîkayê ya Zanîngeha Moskvayê ya dewletê, akadêmîk Îvanê Omer Farîzov, serokê navenda zimanên cihanê li Zanîngeha Alma-atayê ya Qazaxistanê akadêmîk Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, artîstên sîrka Moskvayê yên pir navdar, artîstên gelêrî yên Rûsîyayê Nazî Şîray û Ezîzê Bişar Eskeryan, bizîşkê zara yê Ermenîstanê yê sereke Sehîdê Îbo, travmatologê zaran yê Ermenîstanê yê sereke Gêorgîyê Xudo Mihoyan, derhênerê sereke yê têatroya Rewanê ya Pantomîmayê Arsên Poladov, dengbêja Rûsîyayê ya emekdar Zara (Zera Paşa Mihoyan) û gelekên din.

Di karê dadmendîyê û welatparastinê da jî kurdên navdar hebûne, wek sê bira – serhing Ezîzê Lêşo, Têmûrê Lêşo û Şawoyê Lêşo ku nav û dengê wan bela bûbû. Ji wana navê Ezîzê Lêşo Biroyan li tevaya Yekîtîya Sovyet deng dabû. Îro malbeta Tîtalê Huseyn, ku wek malbeta Cindoyanan tê naskirin, vê tradîsyonê bi serketî berdewam dike.

Tîtalê Huseyn Cindoyan 8ê adarê sala 1942an li gundê Elegezê, navçeya Aparanê ji diya xwe bûye. (Ango, îro 75 salîya rojbûna wî ye. Bira pîroz be!). Di 5 salîya xwe da çû dibistana gund, ku Huseynê Ahmedê bavê wî serwêrê wê bû û ji wê mala malxwêyê malê 8 kesên bi xwendina bilind derketin. Tîtalê Huseyn sala 1958an dibistan bi medalyaya sor xilaz kir, hema wê salê jî kete fakulteya hiqûqê ya Ûnîvêrsîteya Rewanê, wê jî bi medalyaya sor xilaz kir û ew yekser kivş kirin wek lêgerînvan di dayîreya parastina qanûnên dewletê da, lê ji sala 1968an da bû serekê beşa lêgerînên qezayên ku li Rewanê diqewimîn. Pişt ra gelek salan di dayîreyên dadmendîyê yên Ermenîstanê da karê cuda-cuda dike û di hemû karan da jî karê rêvebirîyê kirîye. Gihîştîye heta dereceya cîgirê dadxwezê bajarê Rewanê.

Tîtalê Huseyn sala 2007an tê hilbijartin wek parlamentarê Parlamêntoya Ermenîstanê, hema wê salê dibe endamê Şêwra Qesira Kontrolkirinê, lê ji sala 2015an şêwirdarê serokê wê qesirê ye. Serhevdu 44 salan bi paqijî û helalî xizmetî parastina qanûnên Ermenîstanê kirîye, yek ji wan kesan e ku gelek zû bû serhing. Ew doktorê zanyarîyên hiqûqê ye, pirtûkeke zanyarî jî nivîsîye. Kurê wî – Têmûrê Tîtal jî serhing e, serokê beşa lêgerînvanên polîsê ye li navçeya Ermenîstanê a here mezin – navçeya Armavîrê.

Ji malbeta Tîtalê Huseyn û xanima wî Xatûna Celîlê Çolo 3 doktor derketine – ew bi xwe, Zîna keça wî, ku serwêra kafêdrayê ye li Ûnîvêrsîteya Bizîşkîyê ye Rewanê da, herwiha profêsor e jî, yek jî Gogêyê kurê wî ku cîgirê bizîşkê sereke yê Înstîtûta Moskvayê ya nexweşîyên çavan ya ser navê Gemgolts e.

Lê ne ku navûdengbûna wan ji wan ra bextewarîya mezin anîye, lê jîyana vê malbetê ya kurdewarîyê bûye bingehê bextewarîya wan. Xeberdana bi kurdî a neferên malê, derbazkirina şahîyan xwe bi def û zurnê û erf-edetên kurdî, bi amadebûna Aramê Tîgran her rojbûneke neferên vê malbetê da û xweykirin û derbazkirina eyd-erefatên xwe yên miletîyê.

Rêvebirîya malpera Riataza 75 salîya serhing, doktorê zanyarîyê Tîtalê Huseyn bi dil pîroz dike, jê ra saxlemîya baş û pêşketinên hê mezin dixweze!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev