Piştî Almanya û Hollandayê, Swîsre jî destûra axaftinê nade wezîrê tirk

Piştî Almanya û Hollandayê, Swîsre jî destûra axaftinê nade wezîrê tirk

Welatê Swîsre jî kete tora welatên ku mafê axaftinê nadin Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu.

Tevî Çavuşoglu, du wezîrên din jî li Almanya û Hollandayê wekî ‘kesên nayên xwestin’ hatibûn binavkirin û destûra axaftinê li wan hatibû birîn, cihê ku wê lê biaxivin peymanên xwe betal kiribûn.

Li gorî rojnameya Deutsche Welle-ya Almanî Şaredariya Zurîxê jî naxwaze ku Çavuşoglu li bajarê wan axaftina referandûmê bike.

Rojname nivîsiye ku Dîrektorê Ewlehiyê Yê Şaredariyê Urs Grob gotiye ku serkarên şaredariyê ji hikûmeta Swîsreyê re name nivîsîne ku hikûmet rê li ber vê çalakiyê bigire û ewlehiyên xwe li gorî vê rewşê bigire.

Di nameyê de hatiye gotin ku axaftina Çavuşoglu dibe ku bibe sedema protestoyên dijwar û garantiya wê yekê tuneye ku çalakî bi aramî û bêyî ku krîzek derkeve temam bibe.

Bderdevkê Wezareta Derve Ya Swisreyê Jean-Marc Crevoisier diyar kir ku name ketiye destê wan û ewê li gorî rapora analîza ewlekariyê, gavên xwe biavêjin.

Çalakiyên Çavuşoglu li Almanya û Hollandayê hatibûn qedexekirin, wezîr ji neçarî axaftina xwe li Sefareta Tirkiyê ya li Hambûrgê kiribû.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev