Rêveberiya Taybet careke din tê dirêjkirin

Rêveberiya Taybet careke din tê dirêjkirin

Diyar bû ku wê Rewşa Awarte (OHAL) ya li Tirkiyê cara sisêyan were dirêjkirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim eşkere kir ku wê Rewşa Awarte ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15-ê Tîrmeha 2016-ê hatibû ragihandin, heta 20-ê Tîrmehê were dirêjkirin.

Ohal du caran hatibû dirêjkirin û dema dirêjkirina duyem 19-ê Nîsanê temam dibû.

Bi dirêjkirina sêyem re, wê rewşa awarte ya li seranserê Tirkiyê sala xwe temam bike.

OHAL 20-ê Tîrmehê destpê kiribû û berê jî 11-ê cotmehê û 3-ê yê Berfanbarê ji bo 3 mehan hatibû dirêjkirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev