Zimanê Standart Kurmancî ye

Zimanê Standart Kurmancî ye

Welat Agirî

Deh-panzdeh roj berê, ANF ê bi zimanzanê Cezayîrî re hevpeyvînek çêkiribû. Zimanzan Ramadan Tutî di hevpeyvîna xwe de dibê: “Divê Kurd ji standartbûna ziman dûr bisekinin lewre standartbûn mirina ziman e.”

Standartbûna ziman çi ye û çawa çêdibe?

Zimanê standart ew ziman e ku di welatekî de ji aliyê herkesî ve tê fêm kirin, axaftin û nivîsandin. Û îro dema em welatê Kurda, ew ciyê ku kurd tê de dijîn, dinhêrin tê dîtin ku zimanekî standart yanî zimanekî ji aliyê hemî Kurdan ve tê femkirin û axaftin nîn e. Û dîsa em tê dighêjin ku ev standartbûna ziman di destê Kurda de jî nîn e. Yanî ne hukumata Başûr û ne jî zimanzan û rewşenbîrên bakûr dikarin qirarekê bidin. Ji ber ku ev ne karê qirar û biryara ye. Dema Kurdên Wanê tiştek ji Soranî fêmnekirin, hezar carî jî standart bikin tu qîmeta wî nîn e û herweha çaxa Hewremaniyan wek biyaniyan Kurmanciyê nihêrîn, standart be çiye, standart ne be çiye.

Bi kurtasî ev ne karê dewletê ye û ne jî ê rewşenbîr û zimanzana ye. Ev standartbûna ziman karê zeman e. Baş e, gelo çi eleqa zeman û standartbûna ziman heye?

Heya duh dinya ne wek hêkekê bû û wêlatê Kurda jî bê serî û bê binî bû. Ne xebera Xerzaniyan ji Mehebadê hebû û ne jî haya Makuyiyan ji Efrînê. Bajarên Qers, Agirî, Erzerom, Îdir bi hewşa Serhedê hatibûn dorpêçkirin û Serhedî bûbûn Kurdên malbatekê. Ji vê sedemê wek çûyîn û hatin, rabûn û rûniştin, xwarin û vexwarina wan, zimanê wan jî bûbû yek. Ne tenê Serhed; Botan, Dêrsîm, Hewraman, Barzan, Xerzan û Badînan jî di wê hal û rewşê de bûn.

Lê wek me got, ew mezinahî ya dinê û welat di duh de ma. Îro rojeke nû dest pê kirîye. Di vê rojê de bi hezaran Kurd, ji Stocholmê heya Silêmaniyê, ji Efrînê heya Rewanê, ji Mûşê heya Ûrmiyê heman wextî de online in û hev re pêwendiyan datînin.

Bi van têkilî û pêwendiyên Kurda, ziman stûnên xwe yek bi yek dadiçikîne û dîwarên xwe mihkem dike. Lê belê em nizanin ev avakirinê çiqas bikişîne, belkî pênc, deh an jî panzdeh sal. Dîtina ez dibînim Kurmancî yê bibe zimanê standart ku çend heb sedemên vê hene;

  • Ji sedî heftê û pênc Kurd bi Kurmancî diaxivin
  • Kurmancî herçar parçê Kurdistanê tê bikaranîn
  • Kurmancî bi Elfabeya Latînî tê xwendin û nivîsandin
  • Kurdên Sovyetê jî bi Kurmancî dinivîsin û diaxivin ku tesîreke wan a mezin li ser çand û ziman heye.

Heke em dîsa vegerin ser gotina Ramadan Tutî ku dibêje standartkirin mirina ziman e, erê alîkî ve mafdar e. Lê ev mirin ne ji destê Kurda ye, ev mirin mirineke xwezayî ye. Li gorî têkilî û pêwendiyan belkî hin pêyvên winda bibin û hinek jî li hemî herêman bên bikaranîn. Dibe ku rojekê “wilo” yê here “wisa” yê bimîne an jî “gelek spas” ê kêm be, “zor spas” ê zêde be.

Helbet windabûn û mirina peyv û bêjeyan tiştekî ne baş e, lê heman wextî de, em ê bi zimanekî hevpar ji îro çêtir hev fêm bikin. Û Kurdiya me ê ji kirasê herêman derkeve û bikeve kirasekî netewî. Û heke dîsa em gotina xwe dubare bikin:

“Standartbûna ziman karê zeman e”

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev