“Hişyarbûna Asîyayê” û kurd – 2

“Hişyarbûna Asîyayê” û kurd – 2

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Vê carê me bona we beşa duduyan a bi sernavê ”Hişyarbûna Asîyayê û kurd” amade kirîye.

Ev berhema me ya 80î ye. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 80

Cantirk texmîn kirin, ku ji quwata wan der e pêşî li tevgerên kurda yên miletîyê bigrin, ku her diçû xurttir dibû, dest avêtine mêtodên serkarîkirina kurda yên kevin, ku Ebdul Hemîd bi kar dianîn: di hêlekê va zordestîyê li kurda bikin, di hêleke va serokatîya kurda bertîl bikin, di hêleke mayîn da jî kurda û ermenîya rakine himberî hev. Lê kardarîya sîyaseta wî awayî diha kêmtir bû, ne ku di dema desthilatdarîya sultan da. Gava sala 1910a cara pêşin di nav dîroka Împêratorîya Osmanîyê da destpê kirin gelên ne musulman bibine eskerîyê (sebebekî wê ew bû, ku kemala siyarîyên kurda, ku berê ji wan ra “hemîdî” digotin, kêmtir bikin), pêwendîyên di navbera hukumetê û serokatîya kurda da diha xirabtir û serttir bû.

Di rastîyê da wê demê di navbera serekên kurda û Stembolê gelekî xirab bû. Gelek serekên kurda yên bi nav û deng – Ebdul Qadir, Ebdurrezaq û yên mayîn berê xwe dane Rûsîyayê û ser wê bawerîyê bûn, ku ewê di şerê wan yê ji bo serxwebûna Kurdistanê da piştgirîya wan bike. Wana ber Rûsîyayê pêşnîyar kirin, ku ewê dewsa wê alîkarîyê temamîya Kurdistanê bikine bin hukumê wê. Bilî wê, Ebdurrezaq daxaz kir, ku ew bibe hemwelatîyê Rûsîyayê, û plana çêkirina wargê ji bo xwe fêrî şerkirinê bikin (kamp) raberî wan kir, ango, ew dihate wê manê, ku kurd haziraya serhildana mezin dibînin li Kurdistana Tirkîyê bona bikaribin bi alîkarîya Rûsîyayê dewleta kurda ya serbixwe saz bikin. Hilbet, serokatîya Rûsîya Qeyserîyê wî çaxî culet (cesaret) ne kir wê pêşnîyarê qebûl bike, ji ber ku ewê Ebdul Qadir û Ebdurrezaq wek serekên hemû kurda ne didîtin.

Li Kurdistana Îranê wan sala rewş usa bû, ku rê û firsend tunebûn bona sazkirina bingehên wî awayî yên bona teşkîlkirina şerê ji bo damezirandina Kurdistaneke serbixwe. Sebebekî wê yekê – ew di hêla civakî-sîyasî da şûndamayîntîya kurda bû li Îranê, dereca wê ji ya perçê Kurdistana Tirkîyê jî nimztir bû. Wek hate destnîşankirinê, kurdên Îranê bi aktîvî tevî tevgera dêmokratîyê li wî welatî ne dibûn. Femdarîya wan ya ji bo bibine xwedî dewlet, ku sîyasetmedarên kurda yên Împêratorîya Osmanîyê û li şaristana hewl didan pêk bînin, hela ne gihîştibû ser dereceke bilind.

Sebebê mayîn – ew dijwarîyên obyêktîv bûn, ku Tirkîyê bi tevbûna xwe di nav karê Kurdistana Îranê yê hundur li situyê kurda va kiribûn. Di dema desthilatdarîya sultan da destdirêjayên Tirkîyê li Îrana Roavayê bi ser ne ketin jî, lê Stembolê dest ji wê yekê ne kişandibû, ku bi karanîna faktora kurda armancên xwe yên zevtkarîyê hindava cînara xwe ya rohilatê da bi ser xîne. Hukumeta cantirka piştî ku tabîyên xwe mehkem kirin, careke din hewl da Îrana Roava zevt bike (ew dihate wê manê, ku dixwest temamîya Kurdistanê bike bin bandûra xwe), lê vê carê dixwest ewê yekê bi mêtodên mayîn bike, piranî ne bi destê kurdên Tirkîyê, lê bi destê kurdên Îranê.

Casûsîya Tirkîyê di nav eşîrên kurda yên ser sînor û navçeyên ku diketine başûrê Îrana Roava bi awayên eşkere û surî (xewle, dizî, veşarttî, sergirtî) destbi propoganda dijî Îranê kiribû. Îdî di dawîya sala 1908a tirka bi alîkarîya hinek kurdên ku hatibûne bertîlkirinê, destpê kirin axa ku berê zevt kiribûn, bidne firekirinê, wî erdî ji sînorên Tirkîyê bighînine heta gola Ûrmîyê û sala 1911a aqara (menzîla) wê axê gihîşte heta 30 hezar kîlomêtrên çargoşe. Ew navçe, ku tirka zevt kiribû û serokatîya xwe li wir dida kivşkirinê, pêşî hate binavkirinê wek “qezayên nû”, paşê jî navê wan danîn “qezayên rohilatê”.

Serokatîya Tirkîyê li axên Kurdistana Îranê yên zevtkirî da kar û barê civakî-aborî bi rêve dibir, bona ji xanên kurda yên di hindava xwe da amin ji xwe ra sîberekê çê bike, bi wê yekê ra tevayî zor li wan milkedara dikir, ku Tehranê li ser Stembolê ra digirtin. Gelek cara erdê bin destê wan ji wan distendin û didane kesên ku terefdarên Tirkîyê bûn. Ew yek bi dilê derebegên kurda yên mezin bû, ku erdê wan li herdu alîyên sînor da hebûn, lê piranîya binecîya ji destdirêjayên zevtkarên tirk dizêrîyan û wana destpê kirin bi aktîvî nerazîbûne xwe dîyar bikin. Vê carê tirka êdî berê xwe dane karmendên sîyasî yên bi nav û deng yên Îrana Roava û armanca wan ew bû, ku bi alîkarîya wan di nav binecîyên kurdên wira da bi piştgirîya Tirkîyê tevgerê destpê bikin.

Wek mînak, wana hewl da serdarê Makûyê Murtaz Qulî-xan û hukumdarê Kotûrê Îsmayîl axa bi kar bînin. Lê ji wana tu yek jî nikaribû serokatî li tevgera bi mêlgirtina Tirkîyê bike: yê pêşin ji ber wê yekê, ku navê wî wek rêaksyonêr û terefdarê şah derketibû, yê mayîn hertim jî berjewendîyên kurda ser yên tirka ra digirt (bi femdarîya xwe).

Ji bo wî karî ji gişka zeftir Salar od-Dewle (berdevkê tirka li Kurdistana Îranê) dest dida, ku birayê şahê berê Mohemmed Elî bû. Ewî soz dida tirka, ku eger ewana çek û pera bidine wî, ewê piştî ku text û tacê şah bixe bin destê xwe, wê hukumê Tirkîyê li ser Kurdistana Îranê û Azirbêcanê nas bike.

Bahara sala 1911a Salar ji Tirkîyê hate Kurdistana Îranê, li wir destpê kir ji kurdên Kurdistana Rohilatê û perçek jî ji yên Başûr taxbûr û bêlûkên şervanîyê çê bike. Di nîveka meha tîrmehê da ewî xwe wek hukumdarê temamîya Kurdistanê îlan kir û destpê kir bi şahê berê Mohemmed Elî ra tevayî tivdîra xwe bibîne bona êrîşî li ser Tehranê bike. Lê zûtirekê hate azirûkirinê, ku piranîya kurdên herêmê piştgirîya Salar nakin ji ber mêlgirtina wî ya eşkere hindava tirka da. Şoreşgerên Îranê jî bi awakî berk derketine dijî wî. Salar bê esker ma û mecbûr ma bireve başûrê Kurdistana Îranê. Hêvîya ku danîbûne li ser Salar od-Dewle, bi ser ne ket (piranî ji ber wê yekê jî, ku dewletên mezin jî dijî wê yekê bûn), ji ber wê jî planên cantirka, herweha yên desthilatdarîya sultan jî, yên zevtkarîyê li Kurdistana Îranê felişîn û pûç derketin.

Ji payîza sala 1911a desthilatdarîya cantirka li Tirkîyê kete di nav xaxê giran (rewşeke xirab). Di nava du sala da Împêrtatorîya Osmanîyê da du desthilatdarî ber hev hatine guhartinê û sê şer qewimîn. Rûyê wan yeka da hemû milkên wê yên li Afrîka Bakur û Awropayê ji dest çûn, lê komîtêya “Îttîhad ve terakkî” ser nîv salî hukumê xwe unda kir (ji tîrmeha sala 1912a heta çileya pêşin sala 1913a, dema hukum kete destê partîya konsêrvatîv “Azadî û lihevkirin”). Tevlihevîyên der û hundur li ser riya destpêka tevgera kurda ya nû ji bo azadîyê li Tirkîyê, di du dehsalîyên pêşin yên sedsala XXî da dibûne asteng.

Di wan dema da di navbera serekên kurda (serekeşîr û lîdêrên nasyonalîst) û serkarîya Tirkîyê da dilsarîyek hebû, gelê kurd jî bi tevayî ji rêjîmê ne razî bû û jê aciz bû. Bal kurda welatparêzîya hindava Osamnîyê da qet tunebû, hela ser da jî, kurda haziraya tevgera nû didîtin, di wî karî da xwesma Ebdurrezaq berbiçav diket û di sibata sala 1912 bangî milet kir, ku tivdîra şêr bibînin. Di nav serekên kurda da mêlkêşîya hindava Rûsîyayê da zêde dibû.

Rast e, serokatîya komîteya “Azadî û lihevkirin” hewl da bi serekên kurda ra ziman bibîne, ji bo wê yekê Lîga Kurda saz kir û careke din dest avête mêtodên xwe yên berê – di navbera kurda û ermenîya da dijminayê tevrake (ew ji bo wê yekê dihate kirinê, ku dewletên mezin zor li Portoyê dikirin bona Ermenîstana Roava da rêforma bide derbazkirinê). Lê kurda piştgirîya wan ne kirin, ji ber ku wana di navbera komikên Tirkîyê yên sîyasî, ku li Stembolê şerê ji bo bidestxistina hukum dikirin, tu ferq ne didîtin. Wek berê tivdîra tevgera dijî Tirkîyê dihate dîtinê û ji bo wê yekê li Erzurumê komîtêyeke taybetî hatibû sazkirinê, ku beşên wê li Wanê, Dîyarbekirê, Ûrfayê û cîyên mayîn da hebûn. Di bernama komîtêyê da xala sereke ew bû, ku bi tevgelîya 70 hezar şervanên kurd yên çekdar li navçeyên Erzurumê, Bîtlîsê, Bayezîdê û Mûşê serhildanê bikin. Serokê komîtêyê Xeyreddîn beg ji bo alîkarîyê berê xwe da Rûsîyayê. Wek ku serokekî kurda gotîye: “Xwezî rûs rojekê zûtir bihatana, em ji vê hukumeta (ya Tirkîyê.- Avtor) ji hêz ketî, tiştpênebûyî û bêşeref xilas bûna”.

Hilbet, wê demê li hev ne hat li Kurdistana Tirkîyê serhildana miletîyê tevrakin, civaka kurda ya eşîrtîyê ji bo wê yekê ne hazir bû. Û ji bo Rûsîyayê jî tevbûna eşkere di nav karên kurda da di wê demê da dest ne dida (ne dihate hesabê wê). Lê di nav kurdên Împêratorîya Osmanîyê da hema xût wî çaxî nerazîbûna kurda pir zêde bûbû, wek dibêjin, êdî kêr gihîştibû hestu.

Desthilatdarîya cantirka ya dîktator ya sêgoşe – Enver-Talyat-Cemal, ku piştî wê yekê, ku komîtêya “Îttîhad ve terakkî” di meha çileya pêşin sala 1913a careke mayîn hate ser hukum, gelê kurd gîhandibû wê derecê. Ewê di nav sîyaseta xwe ya der û hundur da xwe li riya pantyurkîzma şovînîstîyê girt û çend mêtodên panîslamîzma Ebdul Hemîd jî bi kar dianî. Ew rê berbi diha sertbûna nerazîbûnên gelên kêmjimar yên Împêratorîya Osmanîyê dibir. Pêvajoyeke usa li Îranê jî destpê bû. Şoreşa li wî welatî ya di destpêka sala 1912a, ku bi darê zorê ji heq-hesabê mileta hate der, ne tenê rewş xweştir ne kir, hela di ser da jî problêmên berê diha serttir û tûjtir kirin, di nav wan da berî gişkî problêma miletîyê.

Di wan demên, ku bîna şêr jê dihat da, nasyonalîzma kurda him bi îdêologî, him jî bi sîyasî pir aktîv bû û pêş ket. Ew bi awakî dinê nikaribû bibûya jî, ji ber ku serokatîya dewletên dagîrkar, xwesma Tirkîya, bi awakî vekirî hindava kurda da şovînîzma ser dereca dewletê bi kar dianîn. Di destpêka sala 1912a komeke xortên kurd komela “Hîwa” damezirandin, ya ku piştî salekê kovara xwe “Roja kurd” derxist, ku paşdemê da bin navê “Hetawî kurd” derket. Kovar piranî ji bo belakirina ronahîdarîyê bû di nav kurda da, ew di gelek navçeyên Kurdistanê da hate hizkirinê, ji ber wê jî dewletê bi qedexekirina û zordestîya ew da girtinê. Di nav rêvebirên komelê û kovarê da ev kes berbiçev diketin: Qadirî Cemîl paşa, Mehmûd Selîm, Ebdul Kerîm.

Li ser axa Kurdistana Îranê jî ocaxa propoganda bîr û bawerîyên kurdeyatîyê – komela “Gehandinî” xuliqî, ku Ebdurrezaq saz kiribû. Planên Ebdurrezaq pir mezin bûn û di nav wan da bernama hevrakarkirina bi kurdzanên Rûsîyayê ra jî hebû (di nav wan da akadêmîk N.Y.Marr, Î.A.Orbêlî), herweha xalek jî derheqa wê yekê da bû, ku xortên kurd ji bo xwendinê bişînine Rûsîyayê. Lê ji wan hemûya bi zehmetîyeke mezin tenê tiştek bi ser ket, ew jî ew bû, ku li Xoyê dibistana kurdî hate vekirinê. Em wê jî bêjin, ku li Kurdistana Îranê hukumê nasyonalîsta diha sist bû, ne ku li Kurdistana Tirkîyê.

Di nîveka sala 1913a da li wira rêxistina “Komeleyî Kurdistan” hate vekirinê. Ewê karê peydakirin û şandina çeka ji bo eşîra da teşkîlkirinê, lê karê wê yê bingehîn agîtasyona sîyasî bû him li Tirkîyê, him jî ji sînorên wê der, li Fransîyayê kovara “Meşrûtîyet” (“Konstîtûsîya”) derdixist. Nasyonalîst di temamîya Kurdistanê da belavok bela dikirin û di wan da gazî kurda dikirin, ku ji bo azadîyê şerê xwe geş bikin. Daxaza nasyonalîsta ya sereke ew bû, ku otonomîyayê bidne Kurdistanê, lê yên usa jî hebûn, ku de’wa sazkirina qiralîyeta kurda ya serbixwe dikirin. Di nav nasyonalîstên kurda da wek berê yekîtî û hevgirtin tunebû û tesîra wan li ser rewşa li Kurdistanê zêde nîbû.

Lê Kurdistan dikelîya. Ji bahara sala 1913a qasidên Ebdurrezaq, Şêx Taha (Ta) û serekê kurda yên mayîn destpê kirin li navçeyên Wanê û Erzurumê da propoganda dijî tirka dikirin. Lê lihevnekirinên wan yên li ser pirsa çika kê wê bibe serok û newekehetîya orîêntasîya (mêlgirtina) wan ya di karê sîyaseta der da (hinek ji wana, wek mînak Ebdurrezaq xwe li “partîya” prorûsa digirt, yên mayîn – ya proîngilîsa) nedihîştin, ku karê destpêkirina serhildana tevaya kurda bi ser xînin. Bi wan sebeban jî tevrabûnên eşîrên kurda yên çekdarîyê li Anatolîya Başûr-Rohilatê (navçeyên Dîyarbekirê û Sîîrtê) bi ser ne ketin.

Li Kurdistana Başûr bûyerên giring dibûn. Li wir nav û hurmeta Şêx Mehmûd Barzincî zêde dibû, yê ku hêvîya xwe danîbû li ser Îngilîs û yekser bi rûsa ra jî ketibû di nava hevraxeberdana, ber wana pêşnîyar dikir, ku li Îraqê dewleta kurda bê damezirandinê.

Tevgera kurda xwesma li Bîtlîsê xurttir bû. Li wir Melle Selîm serokatî li serhildanê dikir, lê Ebdurrezaq, Yûsif Kemal, Şêx Taha û Simko jî bi xurtî piştgirîya wê dikirin. Di destpêka sala 1914a da şervana Bîtlîs zevt kirin, lê nikaribûn di destê xwe da xwey bikin. Tirka zora serhildanê birin, bi hovîtîyên mezin ji heq-hesabê kurda hatine der û serokên wê darda kirin.

Hema di wan dema da, bahara sala 1914a, bi serokatîya Şêx Ebdulselam Barzanî li Kurdistana Başûr destbi serhildanê bû, ya ku belayî li ser axên piranîya wilayetên Mûsilê û Bexdadê bûn. Cantirka bi dijwarîke mezin va zora kurda birin. Şêx Ebdurrezaq pêra gîhand bireve Rûsîyayê.

Bûyerên li Kurdistana Başûr, Bakur û Roava yên bahara sala 1914a hukumê tirka li wê herêmê bi bingehê va ji hev xist. Rast e, tevgera kurda wek berê tewekel bû û hevgirtineke xurt tunebû jî, lê ew nîşana wê yekê bû, ku di nav tevgera kurda ya millî da êtapeke nû ya gihîştî destpê dibe, ewê yekê hilweşandina Împêratorîya Osmanîyê nêzîktir dikir, ku pêvajoyeke dîrokî ya pêşverû bû, ku ji bo gela bûbû zîndan, herweha ji bo kurda jî.

Ev qewmandin tesîra xwe li ser rewşa mentîqên rohilatê û başûr-rohilatê yên Împêratorîya Osmanîyê dikirin, li ku bi kurda ra tevayî gelên xaçparêz jî diman, wek ermenîya û aşûrîya. Rûsîya û dewletên Awropayê yên dagîrkar tevlihevîyên li wê herêmê ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîn û bin perda xemxurîya hindava mafê xaçparêza da (berî gişka ermenîya) tevbûna xwe di nav karê Tirkîyê yê hundur zêdetir kirin û ewê yekê rewşa gelên kêmjimar qe jî xweştir ne kir. Di sibata sala 1914a peymana Rûsîyayê-Tirkîyê hate girêdanê derheqa rêformên li Ermenîstanê da (ya Roava), lê ew rûyê destpêbûna şerê hemcihanê yê yekemîn da bi ser ne ket. Hevlabendên Rûsîyayê – Îngilîs û Fransîyayê ditirsîyan, ku hukumê Rûsîyayê dikare di herêma Rohilata Nêzîk da, ku kurd û ermenî lê dimînin, xurttir bibe, ji ber ku him tevgera kurda, him jî ya ermenîya hêvîya xwe danîbûne ser wê û mêla wê dikişandin, û hema bêje bi tu awayî zor li Portoyê nekirin bona çareserkirina pirsên ermenîya û kurda.

Lê Almanîyayê, ku di wan dema da tabîyên xwe yên aborî û eskerî-sîyasî li Tirkîyê xurt kiribû û wê kiribû bin qolê xwe, bi awakî eşkere di hindava Rûsîyayê da xwe li riya dijminatîyê girt, ji ber ku hemû hewldanên Rûsîyayê yên hindava pirsên Rohilata Nêzîk da ne bi dilê wê bûn, di nav wan da pirsa kurda jî. Casûsîya Almanîyayê  xwe bi xurtî berda nava Kurdistanê, bi gelek serekên kurda ra kete nava pêwendîya, ew derdixistine himberî rûsa û ermenîya. Bi van yeka ra tevayî Almanîyayê zor li Stembolê jî dikir, de’w jê dikir, ku tevgera kurda ya miletîyê ji holê rake.

Tevbûna dewletên împêralîstîyê di nav karên Kurdistana Îranê da hîn jî xurttir bû. Li ser piranîya axa wê heta dawîhatina şerê hemcihanê yê yekemîn û pişt wî ra jî, rêjîma eskerî hebû û ewê yekê dest û pîyên tevgera kurda didane girêdanê, ne dihîşt ku femdarîya kurdên Îranê ya miletîyê zêde bibe û bigihîje.

Di sibata sala 1912a Salar od-Dewle careke din li Îrana Başûr-Roava da destbi serhildanê kir û hêvîya xwe danîbû li ser alîkarîya kurda. Ewî Kêrmanşah û Sennê (Sênêndec) zevt kir û berbi Soûcbûlakê va çû. Tirk destxweda hewl dan ji tevlihevîyên li Îrana Roava karê kevin, bona bi destî zevtkarîya axên xwe di wê herêmê da zêde bikin, lê Salar, ku ditirsîya ku dibe Rûsîya nerazîbûna xwe dîyar bike, alîkarîya wan qebûl ne kir. Piranîya kurda piştgirîya wê serhildanê ne kirin, ji ber wê jî ew bi ser ne ket. Rast e, saltira mayîn Salar careke din hewl da şerê xwe berdewam bike û gihîşte heta Kêrmanşahê jî, lê kurda vê carê jî piştgirîya wî ne kirin û ewî careke din da der (jê çû).

Binketina Salar od-Dewle nîşan da, ku piranîya binecîyên Îrana Roava, piranî wan jî kurd, naxwezin pişta Tirkîyê bigrin di sîyaseta wê ya dagrîkarîyê ya hindava cînara xwe ya rohilatê da, piştgirîya terefdarên wan yên eşkere û sergirtî, ku di nav opozîsyonêra û derebega da hebûn, bigre. Hela ser da jî, kurdên Îranê, xwesma yên ku li ser sînor diman, bi aktîvî derdiketin dijî dagîrkarîya tirka û ji bindestîya xwe ya bin hukumê Tehranê kêmtir zirar didîtin. Di dawîya sala 1912a piştî wê yekê, ku tirka di şerê bi Îtalîyayê û dewletên Balkana ra dane der, eskerên xwe ji Îranê kişandin.

Lê serokatîya Împêratorîya Osmanîyê bi her awayî hewl dida, ku cîyê lingê xwe li Îrana Roava mehkem bike, û bi mêtodên “dagîrkarîya veşartî” kar dikir. Wana li wira bi awakî aktîv propoganda panîslamîyê û pantyûrkîzmê bi rêva dibirin, casûsên xwe dişandine di nav eşîrên kurda, û di wî karî da almana tam piştgirîya wan dikirin. Almana jî, piştî derketina eskerên tirka, li wira, xwesma di nav kurda da, karê xwe yê eskerîyê-casûsîyê û sîyasî dane firekirinê. Wana kurda derdixistine dijî Rûsîyayê, ya rasttir – dijî eskerên rûsa, ku sala 1909a hatibûne Îrana Roava bona nehêlin şoreş bi ser keve.

Karkirina casûsîyê ya Tirkîyê û Almanîyayê berê xwe da. Ji destpêka sala 1914a rewşa li ser sînorê Tirkîyê-Îranê careke din xirab bû, di navbera kurda û eskerên tirka da gelek pevçûn çê dibûn. Lê di wan dema da ne tirka ra, ne jî almana ra li hev ne hat tabîyên Rûsîyayê li Kurdistana Îranê û Azirbêcanê bidne qelskirinê. Rûsîya di wê herêmê da serketî bû û hewl dida kontrola xwe li ser serokatîya kurda ya derebegî-eşîrtîyê bide testîqkirinê, bona daxazên wan yên sîyasî (sazkirina Kurdistaneke otonom an jî heta ya serbixwe jî) bike bin hukumê xwe, ku ew li Rohilata Nêzîk gorî berjewendîyên wê bin.

Planên Rûsîyayê bere-bere bi ser diketin. Yek ji wana serhevdaanîna (xilazkirina) pirsa sînorê Tirkîyê-Îranê bû, ku Kurdistan perçe dikir. Vira Rûsîya bi Îngilîs ra tevayî kar dikirin, ku wî çaxî hevalbenda wê bû. Herdu dewlet jî dixwestin, ku ew sînor wek sûrekê be, ku nehêle tirk bikevine axa Kurdistana Îranê û bi wê yekê ra tevayî jî karê çûyîna-hatina kurdên Osmanîyê û Îranê bal hev, zehmettir dikir û li ser riya şerê ji bo damezirandina Kurdistaneke yekgirtî dibû asteng. Karê kişandina sînor di dawîya meha çirîya pêşin sala 1914a xilaz bû, û di wan dema jî Tirkîya tevî şerê hemcihanê bû û ewê yekê pirsa kurda danî li ser bingehekî lap mayîn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev