Kurdî dîsa bi qedexeyan re rûbirû bûye

Kurdî dîsa bi qedexeyan re rûbirû bûye

Şanoya Bajêr a Amedê, Zarokîstana Xalxalok, Konservatuara Aramê Tîgran û bi dehan sazîyên din ên kurdî jiber tayînkirina qeyiman û qanûnên rewşa awarte hatin girtin. Ev wekî metirsîyeka mezin bo kurdî dihête şîrove kirin.

Nûjîn Onen

Piştî hevşaredarên Şaredarîya Bajarê Mezin yên Amedê Gulten Kışanak û Firat Anlı hatin girtin li şûna wan qeyyim hat û bi hatina qeyyimê bi navê Cuma Attila gelek xebatkar ji kar hatin derxistin, ji şanoya bajêr ya bi kurmancî ku derdiket ser dikan 31 şanoger, derhênerê sînema,şano û muzîkê ji kar hatin derxistin. Ji alîyê din 37 mamoste û xebatkarên zarokîstanê ku girêdayî şaredarîya bajarê mezin bû û 14 kes ji Şaredarîya Kayapinarê ji kar hatin derxistin. Dihêt zanîn ku perwerdeya zarokîstanê dê êdî bi zimanê bi tirkî be. Xebatên sazîyên, ku bi zimanê kurmancî xebatên xwe birêve dibirin bi midaxaleya qeyyim, hat rawestandin lê xebatkarên van sazîyan bi niyet in ku digel hemû zor û zehmetîyan derveyî banê şaredarîyê, bi keda xwe li cîyên din xebatên xwe jibo çand û zimanê kurdî bidomînin. Yek ji sazîyên ku xebatkarên wan ji kar hatine derxistin şanoya bajêr perdeyên sahneya şaredarîyê bi zordestî hatîye girtin lê 14 şanoger niha bi îmkanên xwe bi navê Şanoya Bajêr cîyekê nû vekirine û li wir dê xebatên xwe bidomîn, perdeyên xwe ji temaşevanên xwe ji nû ve vekin. Dema em bala xwe didin vê rewşê gelek jê dibêjin em vegerîyane salên 90î lê dema em lêkolîneka berfireh dikin dihêt dîtin ku zextên dewleta Tirkîyê liser zimanê kurdî di salên 1980ê jî de hebûye wekî mînak malbatên zarokên kurd daxwaz ji şaredarîya Tentsa ya Swêdê kirine ku pêşdibistaneka bi zimanê kurdî ji bo 15 zarokên kurd vekin, liser vê yekê Wezareta Derve ya Tirkîye yê ev biryar protesto kirîye û gotine ‘’Nabe ku zimanekê ku li Komara Tirkîye yê ne fermî be hemwelatîyên wê fêrî vî zimanî bibin’’ lê berpirsên vî karî yê Swêdê gotine ‘’li cem me şaredarî xweser in em nikarin midaxaleyî karê wan bikin.”

Lîstikvanê Şanoya Bajêr Yavuz Akkuzu û Elvan Koçer, ji alîyê din Gerînendeyê Giştî yê Zarokîstana Xalxalok ya Şaredarîya Kayapinarê Demhat Zana Yildiz ji Heftenameya Basê re behsa rewşa giştî ya kurdî û fişarên liser sazîyên kurdî kirin.

“Ev biryar li hember çand û ziman biryareka polîtîk e”

Lîstikvana Şanoya Bajêr Elvan Koçer dîyar dike ku dema qeyyim hat şaredarîya bajarê mezin û bi girtina hevserokên şaredarîyê di rewşeak wiha de nedixwastin bi qeyyim re bixebitin. Eşkere dike ku bi hatina qeyyim re midaxale lihember  lîstik û repertuara wan jî hatîye kirin û dibêje wan kîjan lîstik bixwasta ew mecbûr bûn ku wê lîstikê bilîzin. Koçer bi taybetî dibêje heger huner ne azad be ew ne huner e û ji xwe ew li wir ne azad bûn. Ji xwe piştî demekê lîstikvanên şanoya bajêr ji kar derxistin herwiha jiber vê rewşê lêgerîneka wan jî hebû wan bi hevalan re biryar da ku ew li cîyekê nû şanoya taybet vekin. Lîstikvana kurd amaje dike ku piştî qeyyim hat Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê ji xwe gel jî ew der wekî sazîya xwe nedidît ew li wir bûna dê ne wekî hunermendên gel wekî hunermendên sîstema dewletê bûna.

Wexta ku kom belav bibe hêzek ji holê radibe

Yek ji şanogerên,şanoya bajêr Yavuz Akkuzu jî destpêka şanoya bajêr û xebatên ku bi salane dihêne kirin yek bi yek rêz kir û got: “Şanoya Bajêr 25 sal bû ku kar dikir wê demê heta 2003an bi tirkî kar û xebatên xwe birêve dibirin. Li Amedê an li bakurê Kurdistanê komeka kurdî ya girêdayî şaredarîyekê an em bêjin bi derfetê dewletê xwe ava kiribû ew koma me ya şanoyê bû. Herwiha 3 sal berê li Batmanê jî hat avakirin ev herdu kom girêdayî şaredarîyan bû û karên xwe bi kurdî dikirin. Mixabin heta sala par demên pevçûna Sûrê jî, her hefte me rojên în û şemîyê lîstikên xwe dilîstin, roja yekşemê jî me lîstikên zaroka dilîstin heta ku tiştekê çewt nebûya her hefte perdeyên sahneyên me vedibûn. Piştî pevçûnên Sûrê êdî temaşevanên me nedihatin jiber ku cîyê me nêzî cîyê pevçûnan bû jiber ewlehîya xwe nedihatin, loma me şeş meha karê xwe rawestand.” Şanogerê kurd dîyar dike di dema Partîya Refahê şanoya bajêr 4-5 sala dîsa hatibû girtin lê dema Feridun Çelik dîsa hat ava kirin heta vê demê vekirîbû û bi hatina qeyyim re bi temamî hatîye girtin. Akkuzu dibêje; “Şanoya Bajêr bi fermî nehatîyê girtin hîn navê şanoya şaredarîyê heye lê lîstikvan hemû derxistin. Dora 31 hunermend ji wir derxistin ew gişt şanoger bûn, derhênerê sînemayê bûn, mamosteyê sînema, şano û muzîkê bûn. Bi vî awayî şano qedîya lê me got tecrubeyeka 27 salî heye; vê tecrûbeyê em nikarin biavêjin gilêşdanê, bilî lîstikvanîyê em nikarin tiştekî bikin, lîstikvanî êdî bûye jîyana me.”

Akkuzu dîyar dike ku temaşevanên wan jî daxwaz kirîye ku ji nû ve dest bi xebatên şanoyê bikin û wiha berdewam dike, “li bende me bûn, digotin ka hûnê kengî tiştekî ava bikin heger hûn nikaribin em dê piştgirîya we bikin vê jî hêzek dida me. Cîyekê biçûk be jî wan digot ew dest pê bikin û hêdî hêdî  mezin bikin. Şanoger Yavuz Akkuzu behsa dîroka şanoya kurdî û mînakên bi vî awayî dide mesela di dîroka şanoya kurdî de jî li Elegezê,Gurcistanê,Tiblîsê di sala 1920 de gelek kom ava dibû carna dihat girtin carna dihat vekirin ew ruh dema ku hebû digotin temaşevanên wan wekî meseleyeka milletî lê dinêrin û diçûn xwedî lê derdiketin,carna nava hefteyê de 6 roja lîstik dilîstin paşê dihat girtin ew lîstikvan û derhêner digotin êdî zimanek ji holê radibe. Em niha dizanin êdî li alîyê Sovyetê hunera kurdî xweşikî nemaye. Wexta ku kom belav bibe hêzek ji holê radibe,hêzek ji holê rabe ew tesîra xwe liser çand,huner û ziman jî dike û ziman tunebe ji xwe milletek jî tuneye.”

KUTU

Ziman heyberekê zindî ye, dema nehête bikaranîn roj bi roj dimire

Demhat Zana Yildiz Gerînendeyê Giştî yê Zarokîstana Xalxalok balê dikişîne ser pişaftinên zimanê kurdî û wiha dibêje: “Ziman tiştekê zindî ye dema neyê bikaranîn roj bi roj dimire, jibo ziman zindî bimîne xala yekem jî zarok e; loma wan jî ji xala yekem dest pê kirin, dixwazin zarokan bêziman bihêlin piştî wê jî civakê bêziman bihêlin. Asîmîlasyon hîn jî berdewam dike; ligor bawerîya min dema zarok û malbatên wan dûrî ziman bixin d vê rewşê xurttir bikin,  ji lewre ziman roj bi roj dê bimire lê ev zext ti encamê nade, jiber ku zarokên dihatin cem me tehma ziman dizanin ber wê çendê jî ez bawer im nehên pêşdibistanê jî malbat dê ji hêla ziman de zarokên xwe pêş ve bibin. Pêşdibistana ku em lê dixebitîn nahête girtin, lê zimanê wê dê bikin tirkî. mamosteyên ku wan dîyar kirîye dê bixebite û li wir dê kursên quranê yê dînî bidin zaroka. Di bin navê pêşdibistanê de dê ev bihête kirin. Ev ne tiştekê  rast e zarokên temenê wan 3-5 salî dema perwerdeyeka bi vî rengî bibîn wê ji wan giran re be û ev bişaftinek e cûda ye. Xelkî jiber van guhertinan bertekên xwe nîşan dan û piştgirîyeka xurt da xebatên ku heta niha hatîye kirin. Demhat Zana Yildiz behsa modela perwerdeya ku li zarokîstan didan dike û wiha berdewam dike “me li Zarokîstana Xalxalok perwerdeyeka pirzimanî dida, xeynî wê atolyeyên huner û muzîkê û ekolojî pêşkeş dikirin. Her hefte wan navdarekê kurd yên ser muzîk, wêje, sînema dida nasîn, wekî mînak Yilmaz Guney, Ehmedê Xanî. Heta demekê çeka herî xurt di destê wan de ziman û çand bû, dixwastin bi vî awayî bişaftinê bikin lê heta wê demê nekaribûn bikin ji vê demê vir de jî zehmet e herî kêm 500-600 malbat dihatin cem me, qedr û qîmeta ziman dizanîbûn. Ez di vê bawerîyê de me bi vê perwerdeya zimanî hezar zarok êdî bûne mamosteyên civakê; evca em bihêlin jî ew zarok nahêlin. Bi giştî li bajarên Bakur yê ku zarokîstan lê hebû salê du hezar zarokan yek bi yek zimanê xwe nas dikir, zarokê li cem me êdî dikarî bûn bi zimanê xwe biaxivîyana.

Çavkanî: Heftenameya Bas

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev