Pirsa we û bersîva me – 21

Pirsa we û bersîva me – 21

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya me bersîva pirsekê ha amade kir:

Pirsa Edoyê Kakê

Pirs:Bo çi malpera Riataza gelek nivîsên xwe ji pirtûkan ber digire, çap dike an jî werdigerîne kurdî paşê çap dike.

Bersîva redaksyonê

Bersîv:Ma qey em ji pirtûkan bernegirin ku haya milet ji berhemên wan pirtûkan tunebe?

Beşek ji wan pirtûkan bi tîpên kirîlî ne, piranîya milet ew ne xwendine, em dikin latînî û belav dikin, ango berdest dikin.

Beşek ji wan bi rûsî, ermenî û bi zimanên din in, piranîya milet ew ne xwendine, em wana werdigerînin kurdî û çap dikin, ango berdest dikin.

Beşeke nivîsên me bi latînîya kurdên Sovyet e, ku berî alfebeya Celadet Bedirxan hebûye, em dikin latînîya ”Hawar”ê, piranîya milet ew ne xwendine, ango, em wan jî berdest dikin.

Ev erkekî welatevînî û welatparêzî ye û em erkê xwe gorî karebûna xwe pêk tînin. Dimîne hûn jî bi xwendina wan berheman erkê xwe pêk bînin.

 

P.S. Hinek kes hene ji bo têkuzkirina karê malpera me pirsên ha ji me dikin. Mala wan ava, ew bi pirsên xwe tevî dewlemendkirina malpera me dibin.

Hinek kes jî ji zikreşîyê, ji hevsûdîyê pirsên ha ji me dikin û qesta wan ew e, ku em nivîs û berhemên çapbûyî diweşînin. Lê ji bo kesên xêrnexwezên malpera me emê ser vê meseleyê henekekê raberî we bikin.

Nezanekî me ji zikreşîyê ser profêsor-akademîsyenê mezin Şekroyê Xudo Mihoyî ha got: -Ew çawa bi wê bejina kurt bûye profêsor-akademisyen?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev