Du helbestên nazik ji helbestvanê diltenik

Du helbestên nazik ji helbestvanê diltenik

Yucel Aslan

Ax…

Ax
Şêniyê gundê wêran, Gundê Koço
Xwezila dengê we biçûya
Cangir Axayê Mendikî
Hewara we bihata siwarê Gawir Hirço
A x
Zarokên gundê Xanesorê yên tî, birçî
Xwezila ji we derketa Qeymezê Êzdî
Û bida çargaviya siwarê Senemê
Ji Kaniya Spî bianiya ava Zemzemê
Ax
Xortên gundê Kendalavayê
Xwezila hewara we biçûya
Siwarê Edbên peyayê beriya jêrîn
Şûr û tiving bida navbera xwe û zîn
Ax
Qîz û bûkên gundê Sorava yên dîlgirtî
Nizanim çend heb ji we azep in
Çend heb buk in, çend heb destgirtî
Xwezila zêwiniya we biçûya swarê Rexşê Belek
Ji we derketa bi hêrsa çend sala tije û dagirtî.

 

Ez im ez
Navê min Kurdistan e
Navê xûşka min Perîşan e
Ev çendeke em çol û çîyane
Dergûşa min birçî ye
destên min vala ne
Digerim dayka xwe nabînim
ka dayka min kîjan e
Durî min herin

Derdê min giran e
Ev êşa dîyarî ya bav û kalan e
Ev birîna min ne ya îro ye,
Ev birîna min ya hezar salan e.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev