Mirina bi deyn

Mirina bi deyn

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Gelo we mirina bi deyn bihîztiye?
Va ye dibêjin ku mirina bideyn jî derketiye û diravên xwe bi teqsîd werdigirin.
Dema kesek dimire, lêçûya wî hetanî diçe ber deriyê behişt an dojehê, çi karê ku pê re û jê re tê kirin, dirav distînin.
Ev xêra li dinyayê ku dibêjin “Xêra Miriyan” jî ew heq e ku xwediyên mirî didin.

Dema Rihistîn tê ser mirî û rih jê dikişîne, heqdestê xwe werdigire.

Dema mirî dişon û kefen dikin, heqê ava germ, heqê sabûn û kefen, yê mele jî li serê didin.

Dema mirî dixin gorê, şaredarî heqê “erse”yê (gor) ji xwediyên mirî distine û dapoyê gorê jî dide xwediyên mirî.

Dema mirî di gorê de ye, herdu milyaket Minkir û Nekir dema tên serê û pirsan jê dikin, dîsa heqê xwe bi saetan distînin.

Dema mirî diçe ber Pira Selatê, baca rê jê distînin.

Ji dawiya Pirê heta ber deriyê Behişt an Dojehê, heqê birina mirî distînin.

Dema mirî di derî re derbas dibe û dikeve hundir, dîsa dirav distînin.

Îcar eger diravên mirî hebin, jixwe bi dest û pêşin jê werdigirin. Lê eger pê re dirav nebin, bi teqsîdan dirav jê werdigirin.

Eger roja dana teqsîd were û mirî nede, ji ber ve mafê wî yê li Behiştê kêm dikin û eger mirî li Dojehê be, agirê wî gurrtir dikin.

Dema min tapoyê gora miriyekî li deverekê dît, min lêpirsîn kir, derket holê ku lêçûya mirî ji malê heta behişt û dojehê, bi teqsîd jî çêdibe, lê eger ku dana teqsîdan jî çênebe, hingê jimara 70 horîyan dadikeve jêrê û horiyên ku didinê jî, yên qirêjokî û çepel in.

Lê bila Kurdên jar dilê xwe bi xwe neşewitînin, ji wan re ne mirina bi teqsîd heye û ne jî horiyên çepel hene. Ji ber ku li vê dinyayê halê wan çi be, dê li wê dinyayê jî di eynî rewşê de bijîn.

Xwedê alîkariya Kurdên jar û belengaz bike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev