Newroza Stenbol û Enqerê hate qedexekirin

Newroza Stenbol û Enqerê hate qedexekirin

Amadekarî dihatin kirin ku 19-ê Adarê li Bakirkoya Stenbolê û Enqerê çalakiya Newrozê werin kirin.

Li gorî agahdariyên kesên amadekar û çapemeniyê çalakiyên li herdu bajaran jî ji hêla waliyan ve hatin qedexekirin.

Walîtiyên herdu bajaran jî sedema qedexekirinan wiha nîşan da: “Ji ber provokasyon û nebûna ewlekariyê.”

Heke nehatana qedexekirin wê Newroz bi vê sloganê bihata kirin: “Emê teqez kar bikin.”

Piştî qedexeyan Komîteya Tertîba Newrozê ji bo ku nirxandineke nû bike biryara civînê da. Piştî civînê wê daxuyaniyek were belavkirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev