Berhemeke “Folklora kurmancîyê”: Karvan

Berhemeke “Folklora kurmancîyê”: Karvan

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema heyştêûyekê me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Karvan” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 81

 

Karvan rabû bi giranî

Şevê dajo, bi rojê danî

Ser kanîyê Badereşê bi xwe danî

Qaso, Fêro, Silo, Pûrto digo:

“Filîto, karvanekî danî li kanîyê Badereşê

Tu car terzê va karvanî min ne dîtîye.

Karvan karvanê dane

Her yekî tivingek heye milê wan

Avê bavêjin, hêjeye çar zêran”.

Qaso, Fêro, Pûrto, Silo, Filîtê Quto

Radibin ku pêşîya karvanda herin

Şemê dibê:

“Filîto lawo were neçe pêşîya vî karvanî

Karvan ku hene gunene

Îsal sala nangirane

Çevê jin û zarokêd wan li riya wane”.

Filît dibêjî:

“Şîrê singê te li min herambî

Tu car karvan bê bêşûdeman (xerc)

Ser kanîyê Badereşê neborîye

Ev karvanê hanê îro du roj bêdûman ser kanîyê Badereşê danîye”.

Qaso, Fêro, Pûrto, Silo, Filîtê Quto radibin

Ser kanîyê Badereşê serejêr dibin

Filîtê Quto dibê:

“Gelî karvano

Kara şêlandinê bikin”.

Mamê Zerî dibê:

“Filîto, tu wî xeberî mavêje

Yek heye bi mera dîne, Eletawşe

Çivîk ku çivîke, hewa dipekîne”.

Filît dibê:

“Ez boy şêlandina we nehatime

Hatime ji boy xencerê piştê weye

Hatime ji boy qemeyê ber bejina weye

Hatime ji boy şeşxanê milê weye”.

Amê Gindir dibêje:

“Şeşxana milê min qelenê diya teye”.

Amê Gingirê dibêje:

“Xencera piştê min qelenê qîza teye”.

Amê Gindir dibê:

“Qema ber bejinê min qelenê xûşka teye”.

Amê Gindir bar ser bara weldigerîne

Bazinzerîya (tiving) ser baran datîne

Teniştê bozê dixe

Teniştê rastê difirîne

Filîtê Quto bê hesp dimîne.

Bi peyatî xwe mala Ohanê Qobînîra digihîne

Canîyê Ohanê Qobînê jê distîne

Dîsa xwe serê Qiça digihîne.

Mamê Zerî dibêje:

“Siwarek hate ji wêva

Serî heya binî kincê şîne

Mîna siwarê ew gavîne”.

Filîtê Quto ser kanîyê Badereşê xwe digihîne

Dibê: “Hespê min jin û makê we…

Tu car bê bêşûdeman karvan li vir dananîye”.

Amê Gindir bar ser baran weldigerîne

Bazinzerê li ser baran datîne

Li anîya Filîtê Quto dixe, korta sitû difirîne

Amê Gindir dibêje:

“Hespê min jin û maka te…

Were îro bêşûdeman min bistîne”.

Siwaro, siwarê Sedê

Çevê min qerimî Delanê Paşo riya Cîdê

Memanî, xuş Memanî

Şemê pêva kes nebêje

Ku min çok danî, kur anî.

Karvan rabû kara xwe dikir

Hay bay ji mirinê xwe hebû

Şêlandinê xwe fikir nedikir.

 

Got: Tîgran Yêxoyan, 70 salî, nexwendî, ji gundê Noraşênê ser Tîgranakêrtê, niha dimîne li gundê Ûcanê, nehîya Aştarakê, li Ermenîstanê. Zef tişta zane: “Memê û Zînê”, “Sitî û Ferxê” û yêd din. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev