Çend ders ji Qaqlîbaza Jonathan Livingston -1

Çend ders ji Qaqlîbaza Jonathan Livingston -1

Welat Agirî

Rîchard Bach ê Amerîkî ev roman di sala 1970ê de nivîsiyê û dû re di sala 1994an de Osman Ozçelîk  wergerandiye Kurdî. Osman Ozçelîk di destpêkê de dibêje ku:

“Min ê pirtûk wergeranda Kurdî. Bi xwendina careke din min dît kû pirsgirêkek girîng heye. Zimanê Kurdî yê kevnare ji yalî neyaran bi sed salan hatîye tixûb kirin, peyvokên nûjen, peyvokên nedîtbar di zimên de ya cîh negirtîye an jî roj bi roj hatîye ji bîr kirin. Zimanê romanê jî, bi xwezayî zimanê ramanî ye û bi peyvokên nedîtbar hatîye damezrandin û xemilandin. Biryara min ya duyemîn, min ê zor bida zimên û qasî kû dibe min ê gotinên biyanî bi kar ne anîya. Ser vê biryarê xeterek derdiket holê. Gelo çend xwendevanên Kurd wê bi hêsanî bikaribe bixwîne? Eşkere ye kû bê ferheng gelek rewşenbîrên me jî qenc nikare bixwîne. Belê xem tune. Bila ev pirtûk cîhê xwe di nava pirtûkên Kurdî de bistîne, bila deh an jî sîh salên din bi hêsanî bêye xwendin”.

Di wergerê de, herçiqas hin peyvên di zimanê rojane de kêm tên bikaranîn hebin jî, wisa bawer im xwînerên Kurdî yê bi hêsanî û kêfxweşî pirtûkê biqedînin. Di xwendina pirtûkê de min dît ku gelek îkaz û hişyariyên nivîskar hene ku yekser Kurda eleqeder dikin.

 

Gelê Kurd jî wek gelên Rojhilata Navîn qîmeteke mezin dide erf û edetên xwe. Şîn û şayî, merivtayî û cînartî, qedir û qîmetê dê-bav û mezinan, rabûn-rûniştin, çûyin-hatin û gelek edetên din ji bo me giring in. Ev erf û edetên rêzkirî me ji gelên din cihê dike û em dibin xweyê nasnama Kurd û Kurdewarî.

Parastina erf û edetan alîkî ve, dema em rewşa Kurda ya îro dinhêrin mixabin ji parastina çand, ziman û edetan zêdetir, koletiya şêxan, meleyan, serokan, partî, îdeolojiyan heye. Filankes an jî bêvankes ne dikare xwe bilipitîne û ne jî dikare du gotinan bi lêv bike. Mijar bawerî, dîn û îman be “ma tu şêx û meleyan çêtir zanî”, mijar serxwebûn û azadî be “ma tu serok û rêberan baştir zanî”, mijar biratî û yekitî be “ma tu partî û saziyan bêtir zanî”. Gotin ew e ku mixabin dil jî, mêjî di nava dîwarên şêx, mele, serok û partiyan de hatine hepskirin û ne dikarî yekî rexne bikî, ne fikrê xwe parve bikî û ne jî…

Çîroka Qaqlîbaza Jonathan Livingston jî li vir dest pê dike. Jonathan jî qaqlîbazek e, lê ji yên din cuda ye. Jonathan dixwaze di dîwarên bi kevneşopperestiyê hatine lêkirin yek bi yek hilweşîne û di dinyake bê dîwar de bi dilê xwe bifire û her bifire. Piranîya qaqlîbazan cehda hînbûnê nakin, ketine pey ziktêrkirinê. Ji wan re yek mana firînê heye: Gîhandina xwarinê û vegera deravê. Armanca wan ne firîn e, ziktêrkirin e. Belê ji bo qaqlîbaza Jonathan Livingston ya girîng firîn bû, ne xwarin bû. Berî her tiştî ew dilketîyê firînê bû.

Jonathan wek malbat û hevalên xwe nafikire û hewl dide ku derî û pencerên nû veke. Armanca Jonathan firîn û karê wî ceribandinên nû bû. Piştî wan ceribandinan aliyê lezê û bilindahiyê ve di nava qaqlîbazan de reqorên nû dest dixe. Dû wan serkeftinan fikirî ku qaqîbazên din, wê ji şabûnê har û dîn bibin. Jîyan bi îmkanên xwe çiqas tijî hêjayî bû. Ji jîyanê bi dûketina şikevê masîvanan ya bêzarî wêdetir hêvî hebûn. Divêt kû jîyan bi armanc bûya. Em dikarin xwe ji nezanîyê veşon; Bi aqil, zanitî û di nava bilindayîyê de em dikarin bighîjin navoka xwe. Em dikarin azad bin, em dikarin hînî firînê bibin… Ji dempêşîyê deng dihat Jonathan û li peşîya wê, salên tijî hêvî hebûn.

Gava kû daket jêr, dît kû refê qaqlîbazan di komcivînê de ne. Dixuya kû ji demek dirêj de, di komcivînê de bûn. Te tigot qey li hinan dipên. Serokê komcivînê yê kalemêr bi dengê toq û serwer fena kû di merasîmê de be qîrîya:

“Qaqlîbaza Jonathan Livingston, derkeve holê! ” Di gazîyek wilo de maneya rûmetîyek mezin jî û tawandin jî hebû. Belê heta aniha gazîkirina rûmetdariyê, ji bo hilbijartina serokê qaqlîbazan pêk hatibû. Jonathan fikirî û got, belê! Vê sibehê gava kû bi hevdû re firavîn dikirin, nûvedana min dîtin! Belê ez naxwazim bême xelat kirin. Ez tu caran li vêya nefikirî me. Armanca min ne seroktî ye. Daxwaza min li hev par kirina tiştên kû ez hîn bûmê ye. Min dixwest, ez li himber me hemûyan asoyê balûpal vekim. Bi ev mijûlîyan ber bi ortê meşîya. Serokê komcivînê yê kalemêr got:

“Qaqlîbaza Jonathan Livingston, li ser navê şermê derkeve holê û di bin nêrînên qaqlîbazên hevalên xwe de biçûk bibe!” Bi bihîstina van şoran, wek mîrkutek li serê qaqlîbaza Jonathan keve. Kabê wê sist bû, perên wê daket jêr, gêj û teyş bû. Li ser navê şermê derketina holê!

Na, nabe!… Le nûvedana wê… Tê nagihîjîn!… Dixelitin, dixelitin!… Ew dengê toq û serwer dîsa hat bihîstin: «…Bi bêmesûlîyetek bêperwa şikandina qedirbilindîya komela qaqlîbazan û pêlêkirina kevneşopîyan…»

Di pirsyarîya komcivîna qaqlîbazan de kesî nikarîbû xwe biparasta. Belê qaqlîbaza Jonathan bi qîrîna dengê xwe ev qeyde jî şikand. “Ev hezar sale em li dû serê masîyan dibezin. Bes îro ji bo jîyanê armancek me ya din heye: Hînbûn, azadbûn û himbêzkirina nûjenîyê. Gelî birano, ma ev bêberpirsîyarî ye? Kîjan qaqlîbaz, ji qaqlîbazek kû li dû jîyanek bi wate û bi armanc digere bêtir bi berpirsîyarîye?… Şansekê bidin min, şansekê bidin min kû ez, hînbûn û nûvedanên xwe bi we re par bikim.”

Te digot qey refê qaqlîbazan bûye kevir. Paşê hemîyan bi hevre gazî kirin: “Biratî mir!” Wek bi hevre şêwirîbin, hemîyan pişta xwe dane Jonathan. Guhên xwe girtin…

Erê sedem şikandina qedirbilindiya komela qaqlîbazan û pêlêkirina kevneşopiyan bû. Tu kes neketibû heyra ceribandin, nûvedan û reqorên Jonathan. Birastî derdê wan pêlêkirina kevneşopiyan jî nebû, derdê wan windakirina seroktiyê bû û ditirsiyan ku refên qaqlîbazan bidin pey Jonathan. Ji van sedeman biryara sirgûnê girtibûn, Jonathan ji refan hat dûr xistin, nefî kirin.

Emê di gotara duyem de binhêrin ka Qaqlîbazê Jonathan Livingston bersîveke çawa dide komele û serokên kevneşopîperest û menfeatperest.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev