“Kakil” a Dilawer Zeraq bi çapa xwe ya 2an

“Kakil” a Dilawer Zeraq bi çapa xwe ya 2an

Ji Weşanên Lîsê

Kakil, yekem pirtûka çîrokan a Dilawer Zeraq e.

Dilawer Zeraq, di vê pirtûkê de, rengên cuda cuda ên jiyanê di çîrokên xwe de dide der. Ew carinan diçe cem zarokekî ku barê mezinan lê hatiye kirin, carinan diçe cem dayikekê ku giraniya “çûna” keça wê, kurê wê li dilê wê bar bûye, carina diçe cem zilamekî ku barê bavbûn û zilambûnê lê bar bûye; û carinan jî me bi xwe re dibe di navenda bajarê Amedê de digel şêxê Pîranê û dîroka Kurdan a têr karesat dihêle…

Kakil, Dilawer Zeraq, çîrok, 86 rûpel, Weşanên Lîs 2017, Amed

ISBN: 978-605-9295-60-4

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev