Xwezî bi berê…

Xwezî bi berê…

Devliken Kelogirî

Serê sibê, berî mirîşk ji himbêza dîkan derkevin em şiyar dibûn.
Me bi xwe re nedidît em dest û serçavê xwe bişon.
Bi lez û bez me du gep nan dixwar û bi tena fanêreyekî ser pişta dest bi lîçikeke hişk bûye û bi derpiyekî xetxetî me xwe li derve diqewimand.
Îmana me ji şorbê diçû wî zemanî.
Belkî jî hezkirina me ya şorbê ji wî zemanê taloqbûyî tê.
Nizanim.
Çemekî me hebû bi navê Zerganê.
Zivistanan diherikî heya serê havînan.
Heger Xwedê wê salê li evdê xwe hatibûya rehmê, heya meha navîn jî diherikî.

Heya berî kûçikbavên leşkeriyê qenala xwe ya pîsî bi ser de berdin jî, sofiyan karîbûn bi wê avê destmêj bigirtana.
Lê mixabin, kûçikbavan ava me jî, axa me jî lewitandin.
Ne bi ava me destmêj, ne jî li ser axa me ya pîroz nimêj tê kirin êdî.

Em zarokên wî zemanî mîna qefleyên kewan qefle bi qefle bi hev re digeriyan.
Herçend me li hevdu xista û serê hevdu bişikenanda jî, piştî demekê me xwe ji bîr dikir û dîsa em dibûn hevalên berê.
Hezkirin xurt bû.
Erê, hezkirinê zora rik û gir û nefretê dibir, berê.

Van kûçikbavên dolheram hatin axa me dagir kirin.
Dilê wan rehet nebû; dilê me jî dagir kirin.
Dest avêtin namûsa zaroktiya me, em li zaroktiya xwe hilkumandin.
Em berî xwe mezin bûn.
Dilê me bû kevir.
Kenê me tenê di bîbîkên çavên me de diyar bû.
Ew jî heger bi çavê dil tel ê binêriya tu yê li wî kenî hayil bibûya.

Qiraxa çemê zerganê plaja Marmarîsê bû ji bo me.
Me ji mezinên xwe bihîstibû navê wê plaja ku diket xewnên me.
Ma hindik caran me li ber bîranînên mezinên xwe yên qahpikane bi xwe xweş anî, bi xeyalkirina li wê plajê.

Bi hatina van kûçikbavan bihuşta ken û kêfê ji nişka ve veguherîbû dojeha êş û xemê.
Ji nişka ve pêlîstokên me guherîn.
Êdî me hew bi çirê, veşartokê, qîtikê, qûçê, şerê deveyan, heftokan, dîkomirîşko û firî dilîst.
Lîstika herî popîler eskerko mahkûmko bû êdî.

Bi dehan zarok, hemû jî şûtî tazî li qiraxa çemê zerganê bi beq û req û masiyan re me avjenî dikir.
Carina jî ji bo di nav avê de mîna wan em jî bibin avjênên jêhatî, me ew beq digirtin û me serê kîrikê xwe bi qûna wan ve dizeliqand.
Ji bo bezeke xurt jî me xwe li marmarokan diboqand.
Lê em zarokên bajêr wek bav û kalên xwe hînî hezkirina keran nebûn.
Tenê em li wan siwar dibûn.
Haya me ji wan çênebû ku ew jî karin xizmeta jinekê bikin.

Axir, îro Zergan miçiqiye.
Xwedê ji dagirkeran ne razî be.
Ewil hatin ew av lewitand.
Dû re tiving xist eniya Xwedê, rehma wî jê stend.
Û herî dawî jî, mîna şeytên xursî bera pêxîla me dan, çemê Zerganê nahletbûyî bû û hew herikî.
Em heqê zaroktiya xwe, li Xwedê û dewletê û xursiyan helal nakin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev