XWE BISPÊRE MÊREKÎ ÇÊ YAN JÎ ÇIYAYEKÎ ASÊ

XWE BISPÊRE MÊREKÎ ÇÊ YAN JÎ ÇIYAYEKÎ ASÊ

Latif EPÖZDEMİR

 

“Di sedsala bîsta de me/ Çiya li pişta min hene/ Barê giran dîkşînîm/ Pîşta min li çiya ne.”

 

Mezinên Kurda gotine: Yan xwe bispêre mêrekî çê, yan jî çiyayekî asê. Ev e felsefa berxwedanê. Ew felsefeya ku nanê jîyanê ye, ev e. Di qernê bîstan de jî, hê çol û çiyane wargehên Kurda, sitara Kurda. Çîma? Jî bo azadîyê, jî bo bextewerîyê. Kurd ji çiya distînin hêz û qeweta xwe. Asê ne çiyayên Kurdistanê, Qendîl û Zagros hêlîna şervanan bûne bi sal û zemanan.

 

Bi astengîn çiyayên Kurda, cîyê mêrxasan in. Li serê wan çiyayên asê, ne top û qompare, ne balafir û teyyare nikarin bigêjin mexsed û armanca xwe. Kurd lewraye ku xwe sipartine çiyayên xwe yên asê. Bi wî barê giran ê li ser milê xwe, pişta xwe dane çiya. Çiya ne bê rehm in ji wan re. Çiya, yar in, çiya bi bext in. Çiyayên Kurda, ne bêbext in wekî zalima.

 

“Van azarên sedan sala / Li çiyane pişta min/ Li ber bayê kaş dibim/ Dane pişta min çiya”

 

Hezar sale ku Kurd, wekî millet dijîn. Berî 369 salan cara yekem welatê Kurdan, di navbera Tirk û Ecema de, ji bakûr ber bi başûr ve hate perçe kirin û Kurdistan, bu du perçe. Ew peymana ku wê rojê li Qesra Şîrîn hatibu çêkirin, ew roj û ev roje, xira nebuye. Ew roje ku, beşek ji axa Kurdistanê kete destê İranê û Kurdên li wê, bûne dîl û bendeyên İraniyan. Beşê here mezin ê axa Kurdistanê jî, ma di destê Osmaniyan de.

 

Gelek şer û berxwedan çêbûn li ser azadiya Kurdan, lê, her niha jî, Kurdên rojhılata Kurdistanê, bindest in. Simaîl Axayê Simko, Tahar Xan, Qazî Mihemed, Hejar û Qasimlo û Şerefkendî, dev ji dozê bernedan ta ku saxbûn li ser dinyayê. Lê ewan wekî kevneşopiyek, berxwedanê hîştin li dû xwe. Ew ne geyîştin mexsed û mirazê xwe. Lê, wekî miraz bawerî û cesaretê hîştin ji nevîyên xwe re.

 

Kurdîstan 284 sal wisan ma. Ev yek jî têrê nekir. Piştî şerê cihanê, ev car jî, li ber çavê dewletên medenî û şareza, Kurdistan a ku geyîştibu Osmaniyan carek din hate parçe kirin. Li gora peymana ku li bajêrê Lozanê hate çê kirin, Kurdistan bû çar parçe. Dewleta Sûrîya û ya İraqê jî, bûne xwedîyê perçeyek ji axa Kurdistanê.

 

Sim û sitirî û zextên li ser sîngê Kurdistanê bûne çar. Bi çar sînoran Kurdistan hate qefaltîn, bira ji bira bû, pismam ji hev qetîyan. Ew sînorên bê riza bûne wekî xencer, bûne mîna şûr di dilê kurda de. 86 sale ku ew xencer, ji bedena kurdan derneketîye der.

 

Kurdên ku ketibûn bin deste İraqê, vayê deh sale ku rohê Mela Mistefayê nemir şad kirin û geyîştin azadîyê. Lê perçebuyîn, her niha jî, berdewam e.

 

Kurd bi van azaran sedan sale ku li ber xwe didin. Bi kuştin û şer û ceng, bi xebat û zehmet û zor, ji bo roja azadiyê, wî bextê sipî, berxedan her ber dewame li ser axa Kurdistanê.

 

“ Yan mêrek çê / Kû tûne bi çiyayek asê / Min pişta xwe daye çiyê / Li çiyaye pişta min/”

 

Mirov pişta xwe dide kes û dostên çê û ji wan qewetê distîne. Lê ka li dora welatê Kurda kes û dostên xwêrxwaz û bqenc. Çar alî çeqel û nevanin. Tu derge û derîzanek ne hîştine ji Kurda re ku hewara wan bigêje dinyayê. Keseke ku xêra Kurda bivê nîne li çar kinarê Kurdistanê.

 

Gelek caran ew çar dewletên ku di nava xwe de li gora peymana , Kurdistanê paye kirine; piştevani û piştgirîya hev jî, kirine. İran û Tûrkîye ji roja peymana Qesra Şîrîn û hetanî îro, nîqaşe û gengeşîyek jî, ne kirine li ser sînorên kivşkirî. Peymana CENTO, Pakta Bexdayê û Peymana Cezaîr, di navbera İran û İraq û Tûrkîye de hatîye çê kirin. Sedem û armancên van peymanan, parastina heq û berjewendîyên ji axa Kurdistanê bûye.

 

Kurda, sedem ku dora wan bi dijmina hatiye qefaltin, ne karîne herne hewara hev û dunê.Her perçe di merc û zirûfên xwe de lob er xwe daye û xwîn û xwedanê xwarîye. Şêx Seîd, Seîdê Kurdî, Seyît Riza bune serok û rêberê Kurda lî Tûrkîye. Amed û Dêrsim û Agirî û Zîlan jî, bûne şanoyên berxwedan û qehremanîyê.

 

Kurda ji ber ku li pişta wan kesên çê tune bûne; ewan jî, ji bo parastinê berê xwe daye çiya. Piştgir û piştevanê dilsoz û bawerpê kirî xûya ne bûn ji bo Kurdan. Kurd mecbûr bûn ku derkevin çiya û dengê xwe li wê bilind bikin.

 

“ Ez çiya didim pişta xwe / Berê min li asoyê çiya / Tu kes nîne bide erdê /pişta min“

 

Beşê herê mezin yê Axa Kurdîstanê, beşê Bakûr ango, parçeyê bîn destê Tûrkiye yê ye. Ji 520 hezar kîlometre Çarkenarî zêdetir e axa Kurdistanê. Perçeyê here mezin li bakûr e. Nifusê Kurdên bakûr nêzîkî 25 mîlyona ne.Kurdên bakûr %90 zêdetir kurmanc in. Nêzîkî % 10 ji Zaza ne.

 

Kurdên Bakûr di van 20 salên dawî de, berxwedanek gelek baş kirin. Eger heq û eger neheq, lazime ku em qebul bikin ev berxwedan bu nimuneyek baş di rêya qaîmbûna bawermendîyê de. Roh û rehên Kurdayetî carek din aj da û perwerde kir. Jînê Kurd di vî qonaxî de, ser hildanek giranbiha li dar xistin. Di xwenîşandan û berxwedanê de, mera tene nehîştin û dane xûya ku rizgarî kare hemu mirovên Kurdistanê ye, çi mêr û çi jin.

 

Sedem ku rê û banî li Kurdan hatibu qefaltin û kesên çê tunebûn li pişta Kurda, ewan jî carek din berê xwe dane çiya. Bi saya denge tifinga dinyayê agadar kirin derheqê rewşa Kurdan de.

 

Şer mal wêranî û malxirabîye. Lê naçarî zehmet e. Kes ji kêfa xwe re di ciwaniya emrê xwe de, terka şar û bajara nade û bere xwe nade çiya. Şerê vê dawîyê, akamek e. Dawîneyek e. Neku ji kêfa dilan e. Lewraye dewleta dagîrker tu gavek însanî ber bi pêş ve ne avêt.Tenê yek rêyek hîşt li ber Kurda. Rêya çol û çiya.

 

Lewra dewletê dizanîya ku ew qad ji bo wan êdî bi fersend û mecal e. Ku ew di wê qadê de êdî bi hêz û xûrtin. Kurd, top û berik û teyare û bar û barxaneyên wan tune ye di vî şerî de ser kevin. Kurda şerê partîzanî dikir. Lê dewlet bi şiweyek dirindane gund û bajarên Kurdistanê, di vî şerî de kavil û wêran kir. Bi hezaran gund vala bûn yan jî, hatine şewitandin û xera kirin.. Bi dehan hezar kes hatin kuştin û birîndar kirin. Bi mîlyona Kurdên Kurdistanê koç kirin hatin xerîbiyê, nav Anatolyayê. Bi hezaran keç û kurên Kurdistanî, her niha jî, di hepis û zindanan dene.

 

“ Lewra ku li çiyaye pişta min / Ez pişta xwe didim çiya / Li pişta min in çiya…/“

 

Kurd miletekin ku nifûsê wan ji 53 dewletên serbixwe yên Dinyayê zêdetir e û hê jî, dewletek wan tunne ne. Nifusê Kurdên hemu dinyayê, ji 50 mîlyonan zêdetir e. Çar lehçeyên zimanê Kurdî hene û Kurd sê elfabeyan bi kar tînin. Kurd, ji kevintirîn miletê dinyayê ne. Di dîroka Kurdan de gelek şer û pevçun qewimîne. Lê heyf û mixabin ku Kurdan ne karîne destkevtîyên xwe bi parêzin û berfirehtir bikin.

 

Yan mêrek çê yan jî, çiyayek asê. Wekî din hun piştgirek nas dikin ji bo Kurdan.? Ji xeynî van herdukan. Çar û yar çiye ji bo Kurdan di vî qonaxî de gelo?

Kurd… Bêkes û sêwîyên vî zemanî…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev