CİVAKA SEWSİ Û LUMPENANE

CİVAKA SEWSİ Û LUMPENANE

Xwendevanên delal, malpera me pirake zexm di navbera we û nivîskaran da çê dike. Keremkin, vê carê helbesteke xweş a xwendevanê me bixwînin.

 

Emre MÛHARGÎNÎ

 

Ez li vê cîhanê bûme winda

Tenê mame mîna bûm û kunda

 

Bêkes im ne cîh heye ne jî war

Diricifim li vê dinyaya derew û sar

 

Di girse û garanê de bi tiq û tenê me

Di keştiya dinê de mîna Nûhê demê me

 

Mîna masiyê ava şolî û nezelal

Pêş xwe nabînim, digevizim bêmecal

 

Rêya min nixumandine bi dehl û dirî

Hetanî singê ez noq bûme nava herî

 

Dorpeç kirine min êş û derd û elem û kul

Mîna Prometeus dilê min dane ber nikul

 

Ne havîne ne bihar, demsal her zivistan e

Dilê min peritiye bûye kavil û wêrane

Hergav şev e, tarî û zilûmat e

Ez mirdiyaq im felek jî xerat e

 

Heçî civak e dixwaze min daqurtîne

Ên azad û serbixwe di xwe de nahewîne

 

Jixwe civak dişibe werîsê rizî

Ava bûye bi vir û derew û dizî

 

Hemû mirov tê de xuya dikin şad û bextewar

Lê dilê wan bi dengekî zîz bang dike: “Hewar!”

 

Heye bêjing û moxila civakê

Ji hev diqetîne xîz û xakê

 

Qencî û başî û rindî nîn in pîver

Qedr û qîmet kifş dibin bi zêrên zer

 

Mirovên zengîn û dewlemend û kalantor

Di çavê civakê de xuya dikin zana û pispor

 

Li xwîna karkera dimijin kardêr

Rewş her ev e ta ji do û pêr

 

Her divê ku bigere çerxa ev aş

Kes nabêje ev çi ye, xerabe yan baş

 

Bi milyona zarok her sibe bi lez û bez

Dişînin dibistana wekî keriyên pez

 

Mamoste bi tevahî bûne gavan û şivan

Girseya diçêrînin û hefsar davên stûyê wan

 

Hemû ramyar û siyasetmedar

Ji mirovahiyê mane bêpar

 

Berê hebû qedr û qîmet ji bo berana

Niha mifte ketiye destê berxên li ber guhana

 

Bi milyona kes dimirin ji belengazî û xîzanî

Lê hebûnê xerc dikin j’bo leşkeriyê bi bêîmanî

 

Firotine xameyên xwe rojnamevan û rewşembîr(!)

Bûne neynik ew ji bo kesên stemkar û heramşîr

 

Mela û alim(!) bûne têcir û bazirgan

Bi pera difiroşin dîn û bawerî û îman

 

Dibên îsraf nekin, zikat bidin ji bo Xwedê

Lê ew binê xwe tijî dikin bê xebat û kedê

 

Ji bo perestgeha tê rijandin pere û dirav

Bi mij û ewrên reş tê nixumandin ev tav

 

Ma mirovên bêkes û jar û tazî

Wê çawa ji Xwedê re bikin niyazî

 

Oldar tev hêç bûne bi baweriya xwe

Bi quretî û pozbilindî dinêrin li dora xwe

 

Binpê kirine hemû nirxên pîrozwer

Quranê dixweynin bê elîf û bê ziber

 

Li kesên din dinêrin bi awayekî dilşewat

Li gor wan ew ê tev herin dojeha neh qat

 

Lewra ji pêştirê wan ti kes naçe bihûştê

Qaşo Xwedê soz daye wan ji bo vî tiştê

 

Welat tev di hev de bûne tîmarxane

Ên jîr û zana di nav xwe de hêrane

 

Qedirgirî û rêzdarî nemaye li ti derî

Êrişên hev dikin wekî hûtên heftserî

 

Herkes dixwaze bidestbixe ewlehiya afirandînasî

Bi awayekî xemnexwar li hev diçin û tên wek masî

 

Pirî mirov bar dikin ji dinê deyndar

Her dane mirovahiyê xesar û pesar

 

Divê ku bêne şikandin pûtên mêjî

Yan em ê her soberiya bikin li şîp û bejî

 

Hin gêrdîş û kevneşopiyên kokdar

Ku nakine serîkî pivaza tûj û har

 

Hin dab û nêrîtên kevn û pûç

Divê ku bêne hilweşîn bi çakûç

 

Jiyan şanoye herkes dileyîze rolekî

Lê ji xeyn çend kulîlka kes nabe fêkî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev