Serpêhatiya “Girava Keştîmanê”

Serpêhatiya “Girava Keştîmanê”

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Hebû tunebû, dibêjin carekê hezar mêr û jin ketine keştiyeke nûjen û derketine gera dinyayê, diviya ku şeş meh li ser deryayê bigerin.

Keştî ji Rojhilatê berê xwe daye welatên Rojavayê û li ser deryayê çend roj çûye. Rojekê Qaptanê keştiyê dîtiye ku wa ye sê zilam li pêşiya wî li ser ruyê avê ber pê ve tên.
Qaptan ketiye tirs û lerzê û xaza keşiya xwe daxistiye, heta gehaye nêzê wan zilaman û rawestiyaye. Qaptan ji wan pirsiye, gotiye:
– Ademîzadno, hûn çi kes in ku bi piyan li ser vê deryayê digerin?
– Yekî ji wan gotiye: Ez xaxamê ola pîroz im.
– Yê din gotiye: Ez keşeyê ola Mesîh im.
– Yê dîtirkê jî gotiye: Ez melayê ola herî dawîn ê îslamê me.

Qaptan gotiye:
– Ev çi halê we ye ku hûn wisa li ser ruyê vê deryaya bêbinî peyatî tên û nixro nabin?

Xaxamî gotiye Qaptanî:
– Qe nepirse! Em bi keştiyekê dihatin, lê keştiya me li çiyayekî di nava deryayê de ket, nixro bû û rêwî tev xeniqîn. Xwedayê mezin hate hewara me, em hersê nexeniqîn û me da ser ruyê avê em hatin, dema me keştiya te ji dûr ve dît, em ber pê hatin.

Qaptan nerdewanekê ji wan sê aliman re bera jêrê daye ku hilkişin jorê, lê kesî nedaye pêşiya kesî û wî gotiye fermo, yê din gotiye fermo, yê dîtirkê gotiye fermo… Ha winsa piştre hersiyan di nava xwe de gotine ku dînê kê kevintir be, bila ew pêşî hilkişe jorê.

Xaxamê Mûsa Pêxemberî li pêşiya Keşe û Melê hilkişaye ser keştiyê, Keşe li pey wî û Mele jî li pey Keşê, li keştiyê siwar bûne û Qaptan li riya xwe domandiye.

Xaxam, Keşe û Mele dîtine ku di nava keştiyê de dawet û dîlan e, kêf û şahî ye, lotik û reqs in û çingeçinga peyaleyên bade û meyê ye, ew der bûye mîna heşrê ku dê weledê xwe davêje û haya kesî ji kesî tune.

Ew bergê ku hersê alimên olî lê rast hatine, gelek ji wan re xerîb hatiye dîtin û hersiyan xwe dane qoziyekê û kumişîne ser hevûdu. Ha ku bihîztine dengê giregir û gurmînê hatiye, piştre çelq li keştiyê ketine û dewxa wan çûye.

Qaptanî bi dengekî bilind ban kiriye, gotiye:
– Keştiya me li çiyayekî qeşemê ket û av kete jêrzemîna wê, haha ye ku nixro bibe.

Ew hezar jin û mêrên kêfjen ketine tirs û bizdê û her jinekê xwe li mêrekî lefandiye, bûye orîna wan û dev bi girî, hewar û zariyan kirine.

Rêwî tev derketine ser banê keştiyê û çavên xwe li hawîrdor gerandine, ka keştîne dî yan kevî û girav têne xuytakirin an na.

Qaptan cara duyemîn bang kiriye, gotiye:
– Divê nîvê rêwiyan xwe ji keştiyê bavêjin nava deryayê, da bare keştiyê sivik bibe, qenim keştî karibe çend mîlên dî jî here.

Lê kesî xwe neavêtiye avê. Piştre Qaptan gotiye:
– Xuyaye ku hûn pir ji jinên xwe hes dikin, bila jin bimînin û bila mêr xwe ji keştiyê biavêjin. Qene jin dikarin zarûkan bînin û nifûsê carek dî zêde bikin.

Her mêrek xatir ji jina xwe, dostika xwe xwestiye û xwe avêtiye nava avê. Lê du jinan xwe ji mêrên xwe bernedane, wan û mêrên xwe bi hev re xwe avêtine avê.

Di keştiyê de 498 jin û hersê alimên dîn mane, Qaptan keştiya xwe ajotiye û çûye.

Keştî gehaye nêzê giravekê û li erdê erqiliye, hew çûye. Qaptan jî xwe ji ser banê keştiyê avêtiye nava avê û xwe kuştiye.

Xaxam û Keşe û Mele jî xwe bi nêrdewanê bera nava avê dane, bala xwe danê ku av qam e, hêdîka dane rê û çûne wê girava nêz. Ew 498 jinên di keştiyê de jî xwe berdane jêrê û li pey wan hersê aliman çûne giravê.

Rêwiyên keştiyê li wê girava viqî vala mane û jiyana xwe bi xwarina pincar, fêkiyên bejî û masiyan domandine. Roj û dem bihurîne, Xaxam, Keşe û Mele bala xwe dane wan jinên çîl ên qerqaşî ku her yekê mînaye periyekê, timmên xwe li wan xirab kirine.

Melê gotiye:
– Nezera me li van jinan heram e. Divê em çareyeke dînî bibînin.

Keşê gotiye:
– Rast e, Mela em çi bikin baş e?

Mela gotiye:
– Divê em van jinan mehr bikim, lê dînê me tenê ji me re çar jin helal kiriye. Çar ji min re û yên din ji we herduyan re.

Melê ketiye nava wan jinan û çar keçên bedew ji xwe re niqandine, 247 jin ji Keşê re û 247 jin jî ji Xaxamî re mane.

Li Giravê wan ji xwe re xanî avakirin, baxçe û bostan çêkirin. Lê belê Mele hey dilşikestî û ponijdayî bûye, bi her çar jinên xwe re tenê geriyaye, ne xanî avakiriye û ne jî bostan…

Mele xwe bi xwe sêwiriye, gotiye:
– Eger ez bibim mêrê 70 horiyan, wê ji van çaran çêtir be…

Rojekê Mele û her çar jinên xwe çûne serê zinarekî bilind û Melê gotiye wan:
– Va ye ez ê bifirim herim behiştê, hûn jî li pey min werin.

Melê xwe di zinêr de werkiriye, lê jinên wî xwe li pey wî neavêtine jêrê.

Her ku çûye, Girava Keştîmanê şên bûye, zarûk ji wan jinan re çêbûne, avadanî zêde kirine, gund û bajar avakirin, bazirganî kirine û ew girav bûye cihekî şên ê geşt û seyrana Kurdên beyanistanê…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev