Beriya Şoreşa Îlonê hal û rewşa Kurda

Beriya Şoreşa Îlonê hal û rewşa Kurda

Wergera ji Îngilizî: Welat Agirî

Bi destpêka sala 1923an ve biryar hatibû dayîn ku pirsgirêka wîlayeta Mûsilê ji rojeva Peymana Lozanê were derxistin. Ji bo çareseriyê divê peymaneke nû bihata çêkirin û ji bo çêkirina paymana nû jî saleke Brîtanya û Tirkiyê hebû. Di midetê wê salê de heke peyman nehatiba çêkirin, pirsgirêkê ji Lîga Netewan re bihata şandin û wisa jî bû.

Komîsyona Lîga Netewan bi guhdarî û nêrînên xwe ve, di sala 1925an de qirara xwe da. Li gor biryara wan; him ji bo Kurda û him jî ji bo Wilayeta Mûsilê çareseriya herî çê ew e ku Mûsil û hemî Îraq di bin hîmaya Brîtanyayê de bimînin. Di heman salê de, li Tirkiyê di bin seroktiya Şêx Saîdê Pîran de serhildaneke gelek mezin dest pê kiribû ku vê serhildanê bi teşqele û bûyeran heta dawiya 1930î dewam kir.

Li Îraqê, Brîtanya û Hukumeta Baxdadê tim bi Kurda re pev diçûn. Lê belê ew pirsgirêkên piçûk bûn; hal û rewşa Kurdên Îraqê ji Kurdên herêmên din baştir bû û haya wan ji vê rewşê hebû. Digel vê rewşa Berzaniyan ne ewqas baş bû, ku ew dijberî dewletê di serhildanê de bûn û serhildana wan 1930î de dest pê kiribû.

Di kolanan de milet ji du tiştan acizbûn, ku yek dawîbûna Peymana Mandatera (Hîmaye) Brîtanyayê bû (ew peyman di sala 1932an de dawî bûbû). Bi dawîbûna Mandatera Brîtanyayê ve kontrol ketibû destê Ereba û ya din jî Roja Reş bû ku di wê rojê de gelek Kurd ên li ser grevê li Silêmaniyê hatibûn kuştin.

Dîsa çend sal pey re, Mele Mistefa Berzanî û birayê wî Şêx Ehmed, li Silêmaniyê hatibûn binçav kirin. Sirgûna herdu birayan heya sala 1938a dewam kir. Di sala 1943an de, xelake mezin li herêma wan derketibû. Hukumata Îraqê soz dabû ku alikariya wan bike, lê sozê xwe neanîn cîh û ji vê sedemê Kurda hemberî hukumatê serî hilda. Pêşiyê Mele Mistefa û paşê jî birayê wî Şêx Ehmed derbasî Herêma Berzan bûn, ev cîh heyştê kîlometir dûrî Hewlerê ye, ku bi eşîretan re civîna pêk bînin.

Li gorî Hukumata Baxdadê, ji bo aşkirina Barzaniyan hertişt hatibû kirin; wezîfedarkirina memûrên taybet ên îrtîbatê, qebûlkirina hin xal û şertan, ji bo Mele Mistefa û serhildêrên din derxistina efûyê. Rêberiya Berzaniyan ketibû destê Mele Mistefa, demdemî û bêîstikrarî ya Şêx Ehmed, ew ji seroktiyê dûr xistibû.

Berfirehbûna serhildanê bi beşdarbûna eşîretên din û neteweperestên ji hev cuda ve xwe gîhand rewşeke cidî. Ev serhildan jî bi bombekirina gundî û eşîretan û bi êrîşên Zebariyan ku Zebarî dujminên Berzaniyan ên herî mezin in, hat tepisandin.

Di gel van bûyerên Îraqê, di vê axa bêxwedî de, li Mehebadê bi piştgiriya Ûris ve Komareke Kurd, di bin serokatiya Qazî Mihemed ve ber bi îlankirinê diçû ku Qazî Mihemed nûnerê Ûris bû. Ji bo parastina vê komara nû, Mele Mistefa bi Berzaniyan re ji Başûr derbasî Rojhilat bû.

Komar 22ê Çileyê 1946a hat îlankirin û dû îlankirinê ve hêzên Ûris ji herêmê derketin, bi derketina wan ve Komara Mehabad, di berfanbara heman salê de bi destê Fariz ve hat hilweşandin. Piştî hilweşandina komarê Mele Mistefa derbasî Rûsyayê dibe.

Çîroka Komara Mehabadê gelek trajîk û bêsiûd e. Ev darvekirin dê herdem di bîra serokên Kurdên Kurdistana Başûr de be û xwasma dê bihata bîra Mele Mistefa Berzanî ku ew jî li Mehabadê gelek nêzîkî mirinê bû.

Werger ji pirtûka: The Kurdîsh War, David Adamson

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev