Xewa şevên serpas

Xewa şevên serpas

Xizan Şîlan

li nav bagera xewa şevên serpas

xemgîniya tîrêjên rojê

pêşwazî dikim

saetên rojên kambax

ji kezebê dinalin

arzûyên noqarê dilê rezîl

di kûrahiya deryayê de

têkçûn

zewq û şadiya biharên rengîn

li ber bayê felekê

berba bûn

şewqa stêrka gelawêjê bi stûxwarî

dibiriqe

min

kilîda dergehên bihuşta xeyalan

bi sîngê şevşevokên dirinde ve

daliqand

sirrên ciwaniya salan

di keserên axa goristana bênav de

veşartin

ez

di malzaroka kovanên demê de

mezin bûm

li ber deriyê dadgeha bêdadiyê

xwe dispêrim siya hêviyên camêran

derd û kedera awirên xemkêş

li ser rûyê dilovanan

dihelînim

di axîna bilûra şivanan de

koşka şahiya şevbihêrkan

ava dikim

li xerîbiya zalim

perdeya dilê newêrek

diçirînim

encama bûyeran

di destpêka hestên kor de

dibînim

mîna çûkên azad

li ser keskesora welatê bindest

difirim

bi saya pêpelokên qenciyê

ber bi fazîletê ve

hildikişim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTAZA

numreya agahiyên li ser Kurd û Kurdistanê; The management vedixwîne hemû kesên eleqedar ji bo bloga te li ser RIATAZA, bo hûragahiyan ji kerema xwe têkilî info@riataza.com

Qeydên dişibine hev