Mamosteyên niha bûne Mamo-Sa

Mamosteyên niha bûne Mamo-Sa

Mela Mihyedîn

Welat bi mamosteyên baş bi pêş dikevin û bi mamosteyên baş dighîjin başî û serkeftinê. Li gel mamosteyan; siyaset û polîtîkayên serkeftî welatan tîne asta kamilbûnê (Nîrvana).  Mamoste wekî çirayê ne, pêşiya gel û welatê xwe ronî dikin û bi enerjîya xwe pêşerojê diafirînin.

Peyva  Mamoste ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatiye çêkirin û niha ev peyv li ciyê xwe rûniştîye. Peyv ji du hemanan pêk tê; peyva pêşî Mam û ya duduyan jî Hoste ye (Mam+Hoste). Peyva Mamoste tê wateya Apê Zana. Lê niha kesên meriv ji wan re bêjê Mamoste kêm mane û kesên ku niha mamostetiyê dikin jî bi piranî Mamosa ne (Mamo+Sa = Mamê Kûçik).

Di demên berê de qedrê û qîmeta xwendinê hebû û herkesî jî nedikarî ku bixwîne. Kesên dixwend di nav civakê de wek kesên zana dihat qebûlkirin û li her derî gotina wan derbas dibû. Kesên xwenda ji civaka xwe re dibûn rêber. Wekî ku Şêx Mûşerref jî anîye ziman: “Kesê xwende mûheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e”. Lê mixabin niha Emîr (Mîr) û Pîvaz û Sîr tevlîhev bûye. Di vê metoda perwerdehiya niha de kesê ku Emîrtîyê heq nake bûne Mîr û kesên Emîrtîyê heq dikin bûne pîvaz û sîr.

Herdem tiştên kêm tên dîtin bi qîmet in û herdemî ji aliyê civakê ve tên talepkirin. Di demên berê de ji alîyê xwendinê ve nîcelîk kêm bû lê nîtelîk baş bû. Kesên xwenda bi zor û zehmetî dixwendin lê ligel vê zehmetîyê dihatin astên baş û  li ber destên wan şagirtên baş dihatin perwerdekirin. Lê herçiqasî dem nêzî dîroka me ya modern bû, nîcelîka xwendinê bi pêşket lê nîtelîka wê li paş ma.

Di vê sedsala nûjen de qedrê xwendinê nemaye û kesên dixwînin jî li ber çavên civakê qîmeta wan bi pênc qirûşan jî nake.

Helbet sedemên vê yekê pirr in. Bi qasî pergala perwerdehiyê, mamoste û civak bi xwe jî suçdar in. Di nava vî gunehî de çiqas suçdar pir bin jî kesek li xwe venagere û kemasîyên xwe çareser nake. Em ketine teqneke kûr de û di vê teqnê de tim û tim yên din suçdar dikin û tu carî em dest nadin hev ku em ji vê teqnê derkevin. Yên berê ji berê de gotine: “Ker ker e lê carekê dikeve teqnê û cara duduyan di ber re jî derbas nabe.” Ev ajalên reben yên ku em neheqî û henekên xwe pê dikin, ji me gellekî jêhatîtir in. Şaşîyên ku em dikin ew nakin.

Dubare tu carî nebûye çare. Lê em hêjî ji şaşî û ji dubarekirinan hêvîdar in.

Baba Tahir ji berê de gotîye: “Nezanîn kêmasîyek e lê nehînbûyîn kêmasîyeke dubare ye.”

Lê em, ne ji şîretan hezdikin û ne jî ji xwendinê.

Ji asteke baş çawa meriv dikare bikeve asteke xirab?

Çawa ku Adem û Hewa ji asta herî jor ketibin asta herî jêr û şert û mercên wan hatibin guhertin; niha jî heman tişt mamosteyan derbasdare.

Ji asta herî jor hatine asta herî jêr. Ji asta Mamostetîyê hatine asta Mamosatîyê.

Herçiqasî ji bo welatekî kesên zana lazim bin û ji bo ku ew zana derkevin meydanê û bên perwerdekirin, ji wan re mamosteyên baş lazim in.

Hewceye ku bingeha perwerdehiyê xurt bê danîn ku zanayên pêşerojê bên perwerdekirin û ew zanayên pêşerojê jî welatê xwe rizgarbikin û bi pêş bixin.

Her zanayên mezin qîmeteke gellekî girîng dane perwerdehîyê û li ser perwerdehîyê gellekî sekinîne. Ev kesên zana hem şîret li siyasetmedar û serokên xwe kirine û hem jî bi keda destê xwe mekteb vekirine ku îdealên xwe bînin wicûdê. Ji cîhanê wekî mînak: Sokarates, Platon û Arîsto. Ji dîroka Kurdan jî kesayetên wekî, Melayê Cizîrî, Şêx Ehmedê Xanî û Feqîyê Teyran derdikevin pêşberî me.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev