Piştî hilweşîna Sovyetê cara yekem e kurdek dibe parlamenter

Piştî hilweşîna Sovyetê cara yekem e kurdek dibe parlamenter

Kinyazê Hemîd kete Parlamentoya Ermenistanê

Bêcirman Bêcirmanî

2ê Nîsanê li seranserê Ermenistanê hilbijartina parlamentoyê hebû. Li gorî encamên fermî, rîspî û pêşekzanê gel, Serokê Yekitiya Kurdên Ermenistanê Kinyazê Hemîdê Fetî ji partiya desthilatdar Serj Sarkîsyan bû parlamenter û kete Meclîsa Neteweyî Ya Ermenistanê.

Divê bê gotin ku di hilbijartinên Giştî de Partiya Komarger Ya Ermenistanê ya Serj Sarkîsyan bi ser ket û piraniya dengan bidest xist. Li gorî encamên fermî partiya Sarkîsyan ji sedî 50.43 deng wergirt û careke din bû desthilatdar.

Tifaqa Tsarukyan a ku partiya karsazê milyarder Gagik Tsarukyan ‘Partiya Ermenistana Gul Vedide’ jî di nav de ye ji sedî 28.29 deng wergirt û bû partiya duyemîn.

Meclîsa Neteweyî Ya Ermenistanê ji 131 parlamenteran pêk tê.

Serokê Yekitiya Kurdên Ermenistanê Kinyazê Hemîd jî ji partiya Serokkomar Serj Sarkîsyan kete parlamentoyê. Bi hilbijartina Kinyazê Hemîd re, cara yekemîn e ku piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê kurdek dikeve parlamentoya Ermenistanê. Di serdema Sovyetê de çend kurd bibûn parlamenter û ketibûn meclîsa Ermenîstanê û Yekîtîya Sovyet. Lê ev 25 sal in ku di Komara Ermenistana nû de kurdek dibe parlamenter.

Kinyazê Hemîdê 71 salî li seranserê Ermenistanê kurdekî bi nav û deng e û ew ne tenê di nav civaka kurdên Ermenistanê de, her wiha di nav ermeniyan de jî mirovekî hezkirî ye.

Kinyazê Hemîd 17-ê Çileya sala 1945an li gundekî kurdan ê bi navê ‘Devexerabeyê’ hatiye dinyayê. Gund bi ser nehiyeya Abovyanê ye ku dikeve kêleka Yêrêvana paytexta Ermenistanê. Bav û kalên wî piştî Serhildana Şêx Seîd, sala 1926an, piştî Şerê Şêx Seîd, ji Wanê tevî 4000 malbatên kurdan derbasî wî alî Çemê Erezê bûne û li ser xaka Ermenistana îroyîn cih û war bûne.

Kinyazê Hemîd sala 1962an li nehiyeya Abovyanê bi medalyaya zêrîn dibistana navîn kuta kiriye. Sala 1962an dest bi kar û xebatê kiriye. Bûye dersdarê zimanê ermenkî ji bo komên jêrîn, paşê bûye serwêrê dibistanê. Sala 1964an dikeve Zankoya Ermenîstanê ya  Dewletê ya Malhebûna Gundîtîyê, Beşa Aboriyê. Ji bo xwendin û karê baş, dibe Serokê Rêxistina Komsomola Zankoyê. Di Zankoyê de stîpêndîûma dereceya bilind a li ser navê Lênîn distîne. Sala 1978an zankoyê bi serfirazî temam dike.

Ew sala 1965an qebûlî Înstîtûta Marksîzim-Lênînîzimê dibe û sala 1967an temam dike. Her ku diçe nav û dengê wî li derdora Abovyanê bilind dibe. Sala 1969an dikeve Zankoya Yerevanê ya Dewletê û sala 1974an temam dike.

Kinyazê Hemîd ji sala 2007an ve Serokatiya Rêxistina Kurdên Ermenistanê dike.

 

Desteya rêvebir a malpera Riataza birêz Kinyazê Hemîd bo hilbijartina wek parlamêntarê Parlamêntoya Ermenîstanê bi dil pîroz dike û bawer e, ku ewê bi serfirazî pirsgirêkên bi hezaran binecîyên miletê me yê Ermenîstanê çareser bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev