Prof. Dr. Ferhad Ibrahim: PKK bûye parçeyekî hîlala şîe

Prof. Dr. Ferhad Ibrahim: PKK bûye parçeyekî hîlala şîe

Nivîskarê me Mehmed Salih Bedirxan bi daxweza malperê hevpeyvîneke bi îzbatîyan va dagirtî kirîye. Em jî bi kêfxweşî wê çap dikin û raberî we dikin.

Zanyarê binavûdeng bersîva pirsên malpera Riataza dide

Mehmed Salih Bedirxan

Hevalbendîya PKKê ya digel Îranê û destêwerdanên PKKê yên li Herêma Kurdistanê bûyê cihê nerazîbûnê. Amaje li ser wê çendê hene ku PKK û hêzên bi ser wê bo destkeftîyên Îranê kard dikin. Herwiha armanca wê ya mayîna li Şengalê jî bi wê mebestê ye. Serokê Navenda Lêkolînê ya Melle Mistefa Barzanî ya Zankoya Erfûrdê Prof. Dr. Ferhad Ibrahim derbarê helmetên PKKê yên dawî û siyaseta PKK digel Îranê peyrew dike, bo malpera riataza.com axivî.

Seyder dibêje, Îran alîkarîya PKKê dike, Iraq jî dixwaze ew li Qendîlê bimînin, herwiha serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malîkî, dixwaze ew bimînin. Haşdî Şabî dixwaze PKK li Iraqê hebe û pêkve kar bikin û bi wê helwêsta xwe PKK jî bûye parçeyekî hîlala şîe. 

Destêwerdanên PKKê yên li Herêma Kurdistanê û kiryarên wan ê li Şengalê gelekî tê nîqaşkirin. Çavdêrên siyasî û pispor aşkere dikin PKK ne bi destê xwe ye û bo Îranê wî karî dike. Mebesta PKKê ji wan destêwerdan û kiryaran çi ye?

Li Herêma Kurdistanê, hinek mesele hene, ew mesele ber bi xirab bûnê ve diherin. Eger proje û bernameyên Îranê bi ser kevin wê kurd weke hêzeke siyasî zeyîf bibin. Li vir pirs ew e PKK û Îran çi dixwazin? Îran dixwazi li hemû Iraqê hegemonîya xwe pêk bîne. Îran dixwaze û hewl dide hêzên siyasî yên kurd li Herêma Kurdistanê û xelkê kurd têkevin bin hegemonîya wê. Îcar bi vê mebestê Îranê peyman û rêkeftinên xwe bi hin hêzên siyasî yên kurdan re çêkirine. Lîstikvanê serekî yê vm bernameyê  jî PKK ye. 

Meseleyên siyasî yên van demên dawî tiştekî wisa anîye ku dê rola PKKê li herêmê xurt be. Sînorê di navbera Iraq – Îranê de ketiye bin destê wan. Sînorê Tirkîyê û Herêma Kurdistanê ketine destê wan. Sînorê û Sûrîyê û Herêma Kurdistanê ketine destê wan. Sînorê Tirkîyê û Sûrîyê heta Tilabyadê di destê wan deye. Hinek beşên Efrînê jî di destê wan de ye. Dixwazin Şengalê jî li ser vê xetê temam bikin û hegomonîya xwe xurt bikin. PKK dixwaze Şengalê jî bistîne û têxe bin kontrola xwe. Çi pêwîstî heye ku PKK vê rolê pêk bîne? Îran dixwaze PKK vê rolê pêk bîne û ji Îranê heta ser Sûrîyê û hemû Rojhilata Navîn jê re riyek bejayî vebe. Mejbûr in wê riyê ji ser Herêma Kurdistanê re bibin.  Divê mirov ji alîyê jeostratejîk û jeopolîtîk li vê meseleyê binere. Hêzên siyasî yên Kurdistanê yên digel Îranê ne, çi YNK çi Goran roleke wan jî heye. Lê di nezera min de rola herî sereke jî ya PKKê ye. Ew bo stratejîyên Îranê kar dikin.

Îran alîkarîya wan dike, Iraq dixwaze ew li Qendîlê bimînin, Nurî Malîkî, dixwaze ew bimînin. Haşdî Şabî dixwaze PKK li Iraqê hebe û pêkve kar bikin. Yanî PKK jî bûye parçeyekî hîlala şîe.”

Amerîka – Rûsya çawan li vê meseleyê dinêrin? Wê Rûsya, Amerîka ji vê bernameya Îranê û PKKê re nebin rêgir?

Îdareya Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump nû ye. Em nizanin bê ka dê Donald Trmp çi bike. Em nizanin bê ka dê guhertinên Amerîkayê wê çawa bin.  Tiştên Obama kirine dubare bike yan dijî Îranê raweste? Rûsya dê çi bike? Berîya bi du hefteyan Wladimir Putin Serokê Rûsyayê, dibêje, pirsa kurdî pirsa kurdan û Sûrîye, Îran, Iraqê û Tirkîyê ye. Bila ew wê pirsê çareser bikin. Ew ne problema me ye. Ew problemên wan dewletana ne.  Yanî niha tiştekî zelal û aşkere nîne ku mirov bêje wê dijî Îranê û PKKê û rêxistinên PKKê rawest in. Bi demê re wê dîyar bibe.

Em bên ser rewşa Sûrîyê, YPG – PKK li alîyekî hevalbendên rejimê ne û Menbîc teslîmî wan kirin. Li alîyê din jî digel Amerîkayê ne û pêk ve operasyonê Reqqayê dane destpêkirin. Amerîka û YPGê Menbîc jî DAIŞê stendibûn. Yanî wê Reqqayê jî ji DAIŞê bistînin û bidin rejimê?

Amerîka dixwaze destê wan li Sûrîyê hebe û hin hesaban bo Sûrîyê dikin. Barack Obama, Donald Trump û kî li Amerîkayê were ser hukim, dê bixwaze rola wî û welatê wî li Sûrîyê hebe. Aniha PKK û rêxistinên wê li Sûrîyê li ser erdê hene. Amerîkî dizanin ew alîgirê Îranê ne, dizanin ew hevalbendên rejim Baas in. Lê digel wan kar dikin jiber ku ew bê şert û bê merc şer dikin. Ji bilî wan ti kes tuneye. Amerîka ditirsîya hevkarîyê bike digel komên selefî. Jiber wê Amerîka digel wan kar dike. Îcar armanceke PKK – PYDê jî heye, ew dixwazin herêmêke wan hebe, felsefe û îdeolojîya Abdullah Öcalan, serokê PKKê li wê herêmê pêk bînîn û li Herêma Rojhilata Naverast rolekê bilîzîn. Nebin xwedîyê herêmekê nikarin rolekê bilîzîn.

Donald Trump, hefteya ewil behsa avakirina herêmên ewle kir. Lê ji wan jî re xwiya bû avakirina herêmên ewle ne hêsan e. Niha xwe li wê meseleyê sist kirine. Tirkîye jî behsa avakirina herêma ewle kir. Îro ez wisa dibînim ku amerîkî dereng man, rola rûsan bêhtir e. Di sala 2013an de Amerîka dikarîbû leşker daxistana Sûrîyê û roleke sereke bilîsta. Lêbelê niha dê nikaribin rola wan ne weke berê ye. 

“Aniha PKK û rêxistinên wê li Sûrîyê li ser erdê hene. Amerîkî dizanin ew alîgirê Îranê ne, dizanin ew hevalbendên rejim Baas in. Lê digel wan kar dikin jiber ku ew bê şert û bê merc şer dikin. Ji bilî wan ti kes tuneye.”

Yanî beşekî YNKê jî hevkarê Îranê ye û ew jî şîetîyê dikin?

Malbata Mam Celal Talabanî û hinek alîyên din ê şîe dixwazin  her bimînin û li Silmanîyê hegemonîya wan hebe. Ez dûr nabînim, heger nakokî rû bidin li Herêma Kurdistanê ew dê li Kerkûk, Silêmanî Helebçe û wan herêmên PKK lê heye kantonan ragihînin. Wê bêjîn; kantona Qendîlê, kantona Silêmanîyê, kantona Kerkûkê. Ez dûr nabînîm, eger Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê  roja duşemê bêje; ‘ez serxwebûnê îlan dikim, Kurdistan bû dewleteke serbixwe.’ Roja sêşemê dê malbata Celal Talabanî, PKK û Goran jî bêjîn, wan jî li Qendîlê, Silêmanî, Kerkûk, Raperîn, heta Amaedîyê  ne bi ser dewleta kurdî ve ne ew kanton in. Îdareyên demokratîk in û bi ser Iraqê ve ne.’  Guman li ser vê pirsê tuneye, ew dê bimînin bi ser Iraqê ve û ew ê dijî dewleta serbixwe bin.

Tu dibêjî heta destêwerdanên Îranê û kiryarên PKKê hebin dê zehmet be dewleta kurdî li Herêma Kurdistanê bê ragihandin?

Meseleya Kurdistanê meseleya çarenûsa milletê kurd e. Lê ez bo we bêjim,  heta PKK li Qendîlê hebe, heta tu Silêmanîyê nexe bin kontrol û îdareya xwe serxwebûn wê her xewn be. Yanî nabe te Kurdistan ragihand Kurdistan dewletek e û wê PKK li Qendîlê hebe, nabe ev ne ligor teamûlên serwerîyên dewleta ne. Yan divê PKK ji Qendîlê derkeve yan jî Kurdistan nabe welatekî serbixwe. Ez bo te bêjim, wê kîjan dewlet, hêzêke çekdar di nava sînorên xwe de qebûl bike. Heta niha kê qebûl kiriye. Herêma Kurdistanê jî qebûl nake. Yanî berîya serxwebûnê bila navmala kurdî bê tertîp kirin. Lê mixabin di mala kurdan de marên xurt hene û zirarên didin mala kurd. PKK bi xwe dibêje nabe serxwebûn bê îlan kirin.

Kalkan, dibêje; ‘eger serxwebûn bê îlankirin wê çemên xwînê biherikin.’ Ti kes bi wê şêwaza radîkal ne li dijî serxwebûnê ne. Ereb tiştên wisa nabêjin, ereb tenê daxwaze Kerkûkê dikin, ew dibêjin Kerkûk a me ye bajarê din ê we ne. Li wir bajarê xwe çêkin. PKK dibêje; ‘em dewleta kurdî qebûl nakin û em ê xwînê birjînin.’ Pozîsyona mala Talabanî jî weke ya PKKê ye.

Serok Mesûd Barzanî dê beramber vê rewşê çi bike?

Ez digel Serok Mesûd Barzanî me, Serok Mesûd Barzanî kurdperwer e û dizan e ku îro firsenda dewleta kurdî hatîye pêş, aniha firsend e. Her siyasetmedarê kurd ê xwedî aqil vê dibêje. Lê mixabin weke ku min got; heta YNK û PKK di vê rewşê de û di vê pozîsyonê de bin zehmet e dewleta kurdî bê ragihandin. Wan yekser helwêsta xwe ragihandîye. Rayagiştî ya kurd jî vê dizane.

Mînakekê bidim te, berîya bi du hefteyan hinek Pêşmergeyên YNKê bi ser bîrên Kerkûkê de girtin. Nehiştin nefta Kerkûkê here Tirkîyê. YNK naxwaze nefta Kerkûkê here Tirkîyê, dixwaze ew neft here Îranê. Di destpêka axaftina me jî de min got; Îranê ew xurtkirine, ew sor kirine û ew gur kirine ew jî bûne agir û bi kurdan dikevin.

Ez dîsa, dibêjim, sed sal di ser peymanên Sykes –Picot û Sevrê re derbas dibin, aniha li Rojhilata Naverast û Navîn derfet heye ku kurd bibin xwedî dewleteke xwe ya serbixwe. Lê hinek kurd wê dewletê naxwazin. Dîrok ne evdê min û te ye hertim firsendên wîsa nayên dest, rewşa kurdan û pozîsyona wan a aniha cihê mixabinîyê ye. Wisa berdewam bike dê kurd vê sedsalê jî wê firsendê ji dest bidin.

PKK çawa bûye parçeyekî hîlala şîe?

Îran piştevanîya wan dike û ew jî hevalbendên Îranê ne. Gelek mesele hene, meseleya dînî heye, tu dibînî, Cemil Bayik, Besê Hozat û cemata KCKê elewî ne. Serkirdeyên PKKê yên aniha hemû elewî ne.  Li alîyê din jî, cemata YNKê yên piştevanîya Îranê dikin jî şîe ne. Em kurd çavê xwe ji meseleyên mezhebî û taîfî re digirin lê bo destêwerdanê  roleke wê meseleyê jî heye.

Ez ê bala we bikşînîm ser meseleyeke din. Li Tirkîyê kî li dijî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan  û AKPê ne? Elewî li dijî wî ne. Çi elewîyên tirk, çi jî elewîyên kurd dijî Recep Tayyip Erdoğan in. Aniha navbera Tirkîye û hindek welatên Ewrûpa jî xirab bûye. Li Ewropa kî dijî Erdoğan lobîyê dike? Ez bêjim ji sedî 95ên wan elewî ne. Di rojnameyan de, di telewîzyonan de ew diaxivin. Hem li Almanya û hem jî li Hollandayê di parlamentoyan de hene lobîyê dikin.

Gelo PKK dixwaze li Herêma Kurdistanê jî ji xwe re herêmekê ava bike?

Ew xaka PKKê li Herêma Kurdistanê kontrol dike ji ya YNKê zêdetir e. Sînorê Iraqê – Îranê ji Qendîlê heta Amedîyê û Zaxo di destê PKKê deye. Ev gelekî muhîm e. PKK ticarî û ticarî ji Qendîlê dernakeve, PKK ti carî û ticarî ji Başûrê Kurdistanê dernakeve. Ne bi şerekî mezin be wê dernekevin. Îran alîkarîya wan dike, Iraq dixwaze ew li Qendîlê bimînin, Nurî Malîkî, dixwaze ew bimînin. Haşdî Şabî dixwaze PKK li Iraqê hebe û pêkve kar bikin. Yanî PKK jî bûye parçeyekî hîlala şîe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    1-Dema ku min ew nivîs xand, hewkî telvihev bûm.!
    Wekî mînak;

    “..Kalkan, dibêje; ‘eger serxwebûn bê îlankirin wê çemên xwînê biherikin.’ Ti kes bi wê şêwaza radîkal ne li dijî serxwebûnê ne. .“
    Wê demê divê merî berê mala xa paqij bike, dûra li derdora xa tev bigere..

    Ka em di destpêkê PKKê û derdora wê ji welatê xa derxînen..
    Erê dibe ku îro rewş dest nede lê, em dikarin pêwendîyên xa bi wê derdora jî qut bikin, an jî qe nebe lawaz bikin..
    Ango em wê derdorê wekî hêzên dagirker bidin nas kirin..hwd.
    Di qada navnetewî da jî bi pi$tgirên wan ra nekevin pêwendîyên “biratî“ yê..

    Divê desthelatîya me li Bakûr bi derdora HDPê ra baldarî tevbigere.. Êdî ew peyva “birakujî“ jî bila neyê karanîn..

    2- Nivîsê da;
    “..Cemil Bayik, Besê Hozat û cemata KCKê elewî ne..“ derbaz dibe..

    Divê merî baldarî tevbigere.!
    Tu pêwendîyê vê derdorê bi “Elewîtî“ yê ra tune.. Û divê em Kurdistanî hizir bikin ne misilmantî.!
    Û divê em dev ji dijitîya Kumsoran/Elewîtîyê berdin..

    Tiştekî balkêş jî ew e ku;
    li Bakûr û Tirkîyê jî derdora Kumsoran vê derdorê (PKKê..) wekî rêxistinek misilman dihesibînen, loma ew dûrê vê rêxistinê û nêzê partîya CHPê ku ew qir kirine tevdigerin..

    Ji xa ew derdor jî Kumsoran wekî hevalbendê CHPê dinirxîne.. Ango ew jî dijitîya wan dikin..hwd.

Şirovekirin hatine girtin.