ŞÊX UBEYDULLAHÊ NÊHRÎ Û SERHILDANA 1880an -2

ŞÊX UBEYDULLAHÊ NÊHRÎ Û SERHILDANA 1880an -2

Di dema sêmînara birêz Ziya Avci li Kitêbxaneya Kurdî a Stockholmê berpirsyarê malpera me hêvî ji xudanê sêmînarê kir ser vê mijarê gotarekê ji malperê ra binivîse. Birêz Ziya Avci daxweza me bi dil pêk anî û em jî bi dilxweşî beşa wê a duduyan diweşînin. Beşa pêşin me duh weşandibû.

 

Malbata Nêhrî û Terîqeta Neqşîbendî

Ziya Avci (Elîşêr) – lêkolîner û dîrokzanQasim axa

 

Destpêkirina Şer Li Du Enîyan

Piştî hemî van amadekarîyan biryar tê girtin ku şer li perçê Kurdistanê yê di bin desthilita Qacarîyan de bê destpê kirin û pêşî ew perçe bê rizgarkirin. Li wir du enî tên vekirin, enîyek di bin fermanderîya Şêx Ebdulqadirê kurê Şêx Ubeydullah û Hemze Axayê Mengûrî de li alîyê Şino, Mahabad û Miyandiwawê û enîya din jî raste rast di bin fermanderya Şêx Ubeydullah bi xwe de li alîyê Ûrmîyê.

Hêzên enîya di bin fermanderîya Şêx Ebdulqadir û Hemze Axayê Mengûrî de Şinoyê, Mahabadê û Miyandiwawê û cihên bi wan ve girêdayî distînin.

Ez dixwazim vê qismê jî cardin ji kitêba navê wê derbas bû neqil bikim:

“Ev hêza han, piştî nîvroya roja çarşemba 29/9/1880an gihîşt nav Sablaxê û roja piştî wê jî, pêncşemba 30/9/1880an Xan Babaxanê kurê Mecîd Xan kirin fermanderê Sablaxê. Ev hêz, wekî Elî Ekberê Serheng dibêje, ji van eşîretan pêk hatibû:

Hemî hêzên Mengûr, Ebdul Xan, Îbrahîm Xanê Zerza, Elî Axa bi eşîreta Herkî ve, Mihemed Axa bi eşîreta Rewend ve, Şêx Cîhangîr bi eşîreta Binarî ve, Mamend Axayê Pîran, Qerenî Axa bi eşîreta Zûdî ve, Qasim Axayê kurê Elî Xan bi siwarên Şikakî ve, Derwêş Axayê Ne’man Axayê Herkî, Ebdal Beg bi eşîreta Deştî ve, Qutas Axa bi xelkê Somaya Biradostê ve, Mihemed Axayê Mistikanî, Koyxa Milhem bi xelkê Mergewerê ve, Osman Axayê Gewrik û Mihemed Axa bi eşîreta Mameş ve hatin Sablaxê. Lê Şêx Ebdulqadir li qeraxê bajêr û li rexê çemê bajêr baregeha xwe danî û koneke eskerî ji xwe re veda û 5-6 roj li Sablaxê ma.

Ew kesên, çi xelkê bajêr û çi jî axayên Mukrî, yên beşdarê vê êrîşê dibin ev in: Mîrza Ebdulwehabê Qazî, Mîrza Qadirî Qazî, Mîrza Qasim Qazî, Şêx Cesîmê îmamê îniyan, Şeyxulîslam, Bayîz Axayê Neqîb, mamoste Resul Axa, Îsmaîl Axa, Ezîz Axa, Rehman Axa, Mihemed Axa, Birahîm Axa, Gulawî Axa, Reyîs Axa, birayên Îbrahîm Axa, Reza Qulî Mîrzayê kurê Melekûlqasimê Mîrza, Ebdullah Axayê kurê Mehmûd Axa, Xelîl Axa, kurên Mihemed Kerîm Beg, Fethullah Xanê kurê Muzeferudewle, kurên din ên Mecîd Xan, Emîn Axayê kurê Qadir Axa, Selîm Beg û kurên wî, Feyzullah Beg, Ezîzê Fettah, Hesen Axa, kurên bi nav û deng yên axa, xelîfe û şêxên din ên ehlê sunnetê”.

Rewşa enîya Ûrmîyê ya di bin fermanderîya Şêx Ubeydullah de jî li gor eynî kitêbê bi vî awayî ye:

“Nîvroya roja 20/10/1880an, Şêx Ubeydullah bi xwe jî ji Mergewerê gihîşt nêzîkî Ûrmiyê û di destpêkî de li Baranduzê baregeha xwe veda û çaverêya gihiştin û yekgirtina hêzan bû. Piştî çend saetan, dema ku hêzên din jî digihijnê, ber bi avahiyên Sîrê -qonaxek rê ji Ûrmiyê dûr- dikevin rê.

Li gor zanyariyên Elî Xanê Gonexan Afşar, ev hêzên bi Şêx re, hejmara wan 12 hezar kes bû. Li gor zanyariyên Elî Ekberê serheng jî, navê hinek ji wan fermander û serokeşîretên bi vê hêzê re, ev in:

Temir Axayê Şikakî, Reşîd Begê Nuçe, Ebdal Begê Nuçe, Îbrahîm Xan, Qadir Beg, Emîn Beg, Seîd Beg, Semed Xan, Wehab Xan, Ezîz Begê Deştî, Ebdulsemed Begê Binarî, Seîd Axayê Herkî, xizm û kes û karên Şêx, Şêx Ebdulkerîmê mamê Şêx Ebulqasim, Şêx Behadîn, Şêx Nuredîn, Hacî Eladînê kurmamê Şêx, Mar Yusif, metranê Nestûrî bi 300 nestûriyan ve ji Navçiyê bi Şêx re hatibûn.

Şêx Ubeydullah di vê hatina xwe de bi debdeyeke şahane ve ketiye rê û ji Nêhriyê bi xwe re gruba musîqaya marşên eskerî aniye ku ew jî ji nastûriyên navçeyê bûne.

Mebesta Şêx ji vê leşkerkêşiya şaxê duduyan, çend tişt bûne:

1)Azadkirina Ûrmiyê û derûdora wê.

2) Ji bo ku fişar û seferberiya hêzên dewletê li ser hêzên şaxê yekem ê leşkerkêşiya Şêx Ebdulqadir û Hemze Axa kêm bike û beşek ji wê hêza dewletê naçar bike ber bi Ûrmiyê ve bên.

3)  Ji bo rê li pêşiya talan, kuştin û zulm û zoriya hêzên xwe bigre û karesata talan û kuştariya navçeya Miyandiwaw, Meraxe û Benawê neyên dubare kirin, ku bi xwe piştre bi taybetî di nameyên xwe de behsa wan kirne.

Hêzên Şêx, ji bo ku nîşana hatin û belavbûna xwe nîşanê xelkê Ûrmiyê bidin û xwe leşkerekî mezin bidin nîşandan, li serê çiyan û hemî bilindahiyên derûdora Ûrmiyê, agirên mezin vêxistine.

Di esnayê hatina hêza kurdan li dora Ûrmiyê de, Îqbaldewleyê fermander û hakimê Ûrmiyê, li derveyê Ûrmiyê li gundê Bedelbûyê yê nêzîkî Ûrmiyê bû. Wekî belge û nîşan îspat dikin, çûna hêzên Îqbaldewle li derveyê Ûrmiyê, ji bo wê mebestê bûye ku pêşiya hêzên Ebdulqadir û Hemze Axa bigre, ji Sindûsê biçe Sablaxê  ji wir êrîşê wan bike.

Lê di eynî wextî de dixuyê Şêx Ubeydullah xebera çûna derve ya Îqbaldewle zaniye û vê firseta valakirina Ûrmiyê hesibandibe”.

Kitêba li jorê navê wê derbas bû, behsa beşeke din a leşkerkêşîya vê enîyê bi vî awayî neqil dike:

“Vê leşkerkêşiya han dê roja 14/10/1880an, di bin serokatiya Xelîfe Seyîd Mihemed Seîd, Şêx Mihemed Emîn û Şêx Mihemed Sidîqê kurê Şêx Ubeydullah despê bikiriya, ku ew bi 6 hezar kesan ve ji Mergewerê gihiştin nêzîkî Ûrmiyê û li kela Îsmaîl Axa -sê qonax rê ji Ûrmiyê- leşkergeha xwe vedan. Lê Şêx Mihemed Sidîq baregeha xwe bir Nêrxê yê 24 kîlomêtro ji Ûrmiyê dûr û leşkergeha xwe li wir veda û erkê wî girtin û azadkirina Xoy û Selmasê bû”.

Ketina nav neqilkirina şer û şikestina hêzên kurd di herdu enîyan de ji çarçoveya maqalekê derdikeve û gelek dûr û dirêj e. Lê ez ê cardin ji eynî kitêba seydayê Mihemed Heme Baqî, nameke xelkê li ser sinor ya ji serekkonsolosê Rûsyayê yê Tewrîzê Abott re hatîye şandin neqil bikim, ku wekî di netîceya şikestina hemî serhildanên kurdan, ew zilm, zorî û qetlîama li ser neteweyê kurd tê kirin nîşan dide û vê mijarê jî bi wê temam bikim:

 

“Ji xwediyê bîr û rastiyê yê konsolosê dewleta mezin ê Rûsyayê re

 

Daxwaza xelkê koçber ê erdê dewleta Îranê, ji dewleta bilind a Rûsayê ew e: em xelkê Kurdistana Îranê ku hejmara me 100 hezar binemal e, ji ber sebebê zulm, destdirêjî, bêqanûnî û bêdadiya awa awa ya dewleta Îranê, me nekarî em jiyana xwe bi wê dewletê re bidomînin, ji ber vê naçariyê, bi tu awayî di daxilê taqet û karîna me de nemabû em bikaribin xwe lê bigrin. Beşek ji xelkê Kurdistanê ji bo pêpeskirin û jiortêrakirina vê destdirêjiya han, hatin nav erdê Îranê hawara me û ev jî bû sebeb ku ji wir şûnve ji aliyê dewleta Osmanî ve em rûbirûyê tehdîd û felaketê bibin û li milekî din jî dewleta Îranê ya dijminê xwîna me, her çend me dikarîbû em xwe ji destê zulma vê dewletê rizgar bikin, lê ji tirsa dewleta Osmanî em destberdarê şerê Îranê bûn û bi naçarî 100 hezar binemal koçberiyê bijartin û piştî vê koçberiya han jî dewleta Îranê ku di nav erdê Kurdistana Îranê de ye, leşkerkêşiya ser xelkê kir û ji kuştina jin, mêr, zarok û bi dîl girtin û bi talankirinê her çi ket ber destan qet texsîrî nekir. Di vê navê re ew xelkê feqîr û xemgîn ên li Kurdistanê man, bi tu awayî tawan û netemamiyek jê sadir nebû û her mijûlê kar û kespa xwe bûn, xerabî û şerê dewleta Îranê nekiribûn; lê çi heye ew ketin ser ruhê misilman, mesîhî û kesên me yên dînî û tev ji ortê rakirin. Ji ber vê, em niha daxwaza merhemet û soza dewleta hêja ya Rûsyayê dikin, ku destê zulm û destdirêjiyê bi kîjan awayî be li ser me yên mezlum hilde û ji ortê rake. Em hemî jî bi hev re, çi yên koçber û çi jî yên din, li ser vê hevdeng in ku rehm li me bê kirin û dengê me bigihînin dewletên mezin û bi giştî bi dilşewitînî li me bê nêrîn û her dewletek ji aliyê xwe ve merhemet bifermin karbidestekî taybetî û xediyê wijdana mirovdostiyê bişînin li ba me, bi firehî û pirralî li rewşa Kurdistanê, zulm û sitema li xelkê tê kirin hûr bibin û bingehê karekî ji bo me deynin ku her milletek bi wî dilê asûdeyî bikaribe di niştimanê xwe yê kevin û xwelêgirtî de bi aramî û ewleyî bijî û piştî wê jî dewletên mezin li ser jiyan û ebûra Kurdistanê hûr bibin, wî wextî ji wan re diyar dibe ku gelo xelkê Kurdistanê kêwî û dirinde ne yan yên Kurdistanê dagir kirine û bi derew û narewa di nav dewletên dinê de nav û dengê: xerabî, paşvemayî û neşaristaniyetê didin pal kurdan!?

Piştî vê ji me re diyar bûye ku erk û peyama dewleta Rûsyaya dadperwer, her wextê ji bo wê bûye; rehim li halê feqîr û zulimikiriyan kiriye, ji ber vê em ricaya rehmê ji we dixwazin ku her milekî vê gilînameya me bikolin û zulm û destdirêjiya zaliman li ser me rakin”.

 

Birina Şêx Ubeydullah Li Stenbolê û Bazdana Ji Stenbolê

 

Di roja 4/6/1881an de Şêx Ubeydullah, piştî xweasêkirineke zêde li hemberê birina wî li Stenbolê, mecbur ma bi hinek kesên birêvebirên Osmanî ve biçe Stenbolê. Li gor hinek çavkanîyan li wir girtî bûye û li gor hinekan rêz lê hatîye girtin û cihek jê re hatîye amadekirin û mijûlê îrşada terîqetê bûye. Her çi hal be, mayîna wî li Stenbolê tenê deh meh kêşaye. Em ê bazdana Şêx Ubeydullah û xwe êihandina wî li Nêhrîyê cardin ji kitêba Serhildana Şêx Ubeydullah, 1880/Di Belgeyên Qacarî de, ji kelema Mihemed Heme Baqî neqil bikin:

“Ji bo vê jî cejna meha remezana 1299an a koçî (meha tebaxa 1882yî zayînî) firset dît û di nav xelkê de da belavkirin ku li seranserê meha remezanê dê mijûlê îbadet û çilekêşiyê be û rica kir ku dost û terefdarên wî serî lê nedin û neçin ziyareta wî.

Di vê mudetê han de bi navê bazirganiyê pasaportek temîn kir û vîzeya Rûsyayê wergirt û bi kincên bazirganekî, bi rêya Derya Reş, Tiflîs, Erîvan, Qers, Bazîd, Eleşkêrt û gundên çiyayî re vegeriya Hekariyê baregeha xwe ya Nêhriyê.

 

Carek Din Serhildan, Lê Li Hemberê Osmanîyan

 

Em ê vê beşê jî cardin ji eynî kitêbê neqil bikin, ku çavkanîya me ya esasî ye:

“Li gor belgeyên li ber dest, wisan tê dîtin ku Şêx Ubeydullah vê carê hevtertîba du mebestan bi hev re bi dest xistibe:

1-Aramkirina Îranê û hewlê xwenêzîkkirina Îranê.

2- Bi ber vê re hewlê xwe amadekirina ji bo serhildanê û berhevkirina hêz.

Di destpêka bazdanê de, Şêx çend car nûner û raspardeyên xwe şandin li ba karbidestên Îranê, ku hestê wan rabigire û bizane ka helwêsta Îranê li hemberê wî çiye!”

Belê dixuyê Îran li hemberê vê şêla Şêx Ubeydullah hinek bi îhtîyat e, naxwaze helwesteke vekirî nîşan bide.

Piştre kitêb bi vî awayî didomîne:

“Di 4/10/1882an de, Şêx Ebdulqadir bi 400 kesan ve êrîşê ser Oremarê kiriye û ew girtiye û 20 hosteyên avakerên rê û ban, keleh û bircan bi xwe re birine wê navçeyê û dest bi çêkirina rê û tamîrata kele, birc û baregehên navçeyê kirine. Du nanpêj jî bi xwe re birine Oremarê û firinan çêkirine ku nan ji bo wî xelkê zêde yê leşkerê Şêx pêjin.

Sultanê Osmanî jî, kolonel Yusif Beg şand li ba Şêx Ubeydullah ku bi niyaza bi awakî resmî dixwaz jê bike dev ji xweamadekirina şer berde. Lê Yusif Beg di hewlên xwe de bi ser neketiye.

Di nîvê meha tebaxa sala 1882an de, Kemal Beg ê sekreterê sêyem ê Sultan hatiye Wanê ku Şêx razî bike li yek ji wan bajarên pîroz ên ereb rûne. Lê Şêx guhê xwe nedayê û xwe li kela Oremarê asê kir. Hêzên Osmanî keleyê abloqe kirin.

 

Şandina Şêx Ubeydullah Li Hîcazê û Wefata Wî

 

Şêx Ubeydullah razî bû biçe Mûsilê rûne, lê cardin ji bo vê jî bahaneyan digirt û lez nedikir. Di eynî wextî de jî mebesta wî ew bû daxwazên Osmanî bê xwînrêtin bi cih bike. Lê abloqeya keleyê 18 rojan domand û di netîceya bomberaneke bê sekin de, kele hilweşiya û xera bû. Ew kele ewqas asê bû, wekî rojnameya Mişakê nivîsandiye: ‘Li ser awayê avakirina wê, gelek hat axaftin û gihişt wê dereceyê ku bala rojnameyên Ewropayê bikêşe…’.

Kele hat dagirkirin, hêzên çekdar ên tirk bi fermana Bab-i Alî û serokatiya Kamil Beg û Mistefa Neîm Paşa, di 7ê zilhîceya 1299an de (21/10/1882an de), şêxan bi dîl girtin û bi hêzeke mezin ve, bi 100 aîleyên terefdarên wan re şandin Mûsilê.

Di 27/11/1882an de gihandin Mûsilê.

Şêx daxwaz kir li Mûsilê bi cih bibe, lê fişarên berdewam û xwestina Tirkiyê ew bû ku wî dûrtir bixin. Şêx heta 14/12/1882an li Mûsilê ma.

Di 23/12/1882an de ji Bab-i Alî ferman gihîşt Kamil Beg ku Şêx ber bi Medîneyê ve bişîne. Wî jî ji Mûsilê Şêx şand Îskenderunê, pişre jî Beyrûtê û ji wir jî şandin Hîcazê û li wir li Tayîfeyê bi cih bû û heta sala din, ku Şêx di roja arifeya wê salê de, çû hecê û her eynî roja arifeyê bi nexweşiya rîşane, di temenê xwe yê 53 salî de çû ser heqiya xwe.

Ev jî tê wê manayê roja koça dawiyê ya Şêx Ubeydullah dibe: 9ê zîlheceya 1300ê koçî – 12/10/1883yê zayînî.

Sê roj piştî wefata wî jina wî û kurekî wî bi eynî nexweşiyê koça dawiyê dikin û li Goristana Mu’ella ya Mekkeya pîroz, li nêzîkî mexbera dayîka birêz Hz. Mihemed li ba hevûdu diveşêrin”.

 

Gotina dawîyê

Belê ez di dawîyê de dixwazim vê gotara xwe ya hinek dirêj bi van rêzan dawî lê bînim. Ew şitil yan xerza ruhê netewehezîyê yê ji alîyê Mîr Şeref Xanê Bedlîsî ve hat çandin, sed sal piştî wî ji alîyê Ehmedê Xanî ve hat avdan û hê geştir bû û ajar da. Du sed sal piştî Ehmedê Xanî jî ev ruh li ba Şêx Ubeydullahê Nêhrî derbasê mejî bû, giyan û mejî bi hev re dest livê kirin û di pratîkê de pêwistîyên wê yên lazime bên kirin, hatin bi cih kirin, lê mixabin bi ser neket. Lê neteweyê kurd bi serneketina wê serhildanê dev ji doza xwe ya pîroz berneda. Mele Selîm (Xelîfe Selîm) ku yek ji wan kesan bû bi Şêx Ubeydullah re biribûn Hîcazê, ew di sala 1898an de li ber efûyekê ket û vegerîya welat. Di sala 1900î de Komeleya Qewî we ‘Ezîm a Kurdistanê damezirand û di sala 1913-1914an de hereketê bi navê “Serhildana Bedlîsê” da destpê kirin. Giyanê xwe yê pîroz fedayê rizgarîya neteweyê xwe û serxwebûna welatê xwe Kurdistanê kir.

Têkoşîn didome û neteweyê kurd tu wextê bi sitûxwarî ew zilm û zordarîya li ser qebûl nekirîye. Îro ji hemî demê zêdetir em nêzîkî armanc û hedefa xwe bûne. Em ji hemî demê zêdetir bihêvî ne.

Çavkanî:

-Serhildana Şêx Ubeydullahê Nêhrî 1880/Di Belgeyên Qacarî de:

Mihemed Heme Baqî

-Kurd û Ecem:

Salih Mihemed Emîn

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev