Di çîrokên Nûredîn Zaza de mijar -1

Di çîrokên Nûredîn Zaza de mijar -1

Derketî li her derê bi tenê ye!

Welat Agirî

Nûredîn Zaza nivîskarekî herî xort yê Kovara Hawarê bû. Zaza di heft saliya xwe de derbasî binxetê dibe û li Qamişlokê jiyana xwe didomîne. Li binxetê gelek rewşenbîr û welatparêzên Kurd nas dike ku Celadet Alî Bedirxan jî yek ji wan e.

Nûredîn Zaza bi eslê xwe ji Paloyê ye û di sala 1919an de tê dinê. Malbata wî malbateke milet û welatperwer e ku di serhildana Şêxê Pîran de roleke mezin dileyîze. Zaza di kurteçîrokeke xwe de behsa serî hildan û encamê de têkçûna vê serhildanê dike. Meriv tê derdixe ku herçiqas demeke kurt be jî, Kurd bi wê serxwebûnê şad û serfiraz bûn. Şervanên Kurd gelek cîh hildidin bin kontrola xwe û bajariyên Zaza weha pêşwaziya serhildêran dikin:

“Hatin, nêzîk bûn, kurd hatin. Xort û mêr bi çekên xwe ve, hin bi dehol û zirne, hin siwar, hin peya; bi hezaran û bi dengê her bijî Kurd! Her bijî Kurdistan! Her bijî serbestî! ”

Mixabin hêz û quweta Kurda tune bû ku bi dewletê re serî derxin. Bi têkçûna serhildanê ve bav û birayên wî tên girtinê. Ew jî neçar derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Dîsa di kurteçîroka xwe de behsa talan û wêranên wan rojan dike:

“Ala rengîn, şan û rûmeta me çirandin, avêtin ber lingên xwe, pê lê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirsek dijwar xistin dilê xelkê”.

Serhildana 1925a di jiyana Nûredîn Zaza de dibe sedema dewreke nû ku hêstên welatperwerî û zimanheziyê her diçe zêde dibe. Em nizanin Zaza kengê dest bi nivîsa Kurmancî kir, lê çîroka wî a yekemîn “Xurşîd” di kovara Hawar, hejmar 27, 15 Nîsan 1941ê de derketibû ku di wê demê de bîst û du salî bû. Di van çîrokên nû û nûjen de mijar manedar, ziman herîkbar e û xwîner tameke xweş lê hildidin ku Zaza ji terefî C. Alî Bedirxan jî wek Çêxovê Kurd tê binavkirin.

Çîroka yekemîn, “Xurşîd” de mijar gelek girîng û balkêş e. Di çîrokê de du kesên welathez û miletperwer hene ku yek ji wan melê gund e, yê dinê jî dewlemendê gund e. Armanca van herdu nefera xizmeta gel e, ne tiştekî din e. Balkêşiya vê çîrokê ew e ku baweriyan diguherîne û di hiş û mêjiyan de yekitiyê tîne holê. Heke em rewşa xwe a îro binhêrin, ji bo Kurdên Sosyalîst jî, ji bo yên oldar jî îdeolojî pêşiya miletperwerî û zimanheziyê tê. Yanî mixabin kar û barê sosyalîstên Kurd an jî yên xwe wek sosyalîst dibînin, lê belê nizanin sosyalîzm çiye, rexnekirin û piçûkkirina Kurdên dîndar e. Û dîsa herweha kar û barên oldarên Kurd an jî ên xwe dîndar dibînin, lê belê her cure pîsî û xirabiyê dikin, tawanbarkirin û kafirkirina Kurdên çepgir e.

Bi sûcdarkirin û tawanbarkirinê Gelê Kurd tu tiştî dest naxe, bi tenê zirarê didin xwe, miletê xwe û welatê xwe. Îhtiyaciya me nivîskar û rewşenbîrên wek Nûredîn Zaza heye ku bi nivîsan Kurda bînin ba hev, nêzîkê hev bikin û tifaqê ji xwe re bikin armanca sereke. Her çiqas mirov xwediyê fikr, raman, bawerî û îdeolojiyên cuda be jî, divê beriya hertiştî heqperest be. Heqperestî ew e, ku heke ferdek wek te nefikire jî, divê tu rindî û başiyên wî/ê bînî ziman.

Çîroka duyemîn “Derketî” ye ku ev çîrok di hezîrana 1941ê, di hejmara 29mîn a Hawarê de hatiye weşandin. Ev çîrok jî weha dest pê dike:

“Gava roj diçû ava û ji xircikên newalan dû û dûman radibûn; min ji xwe re digot:

“Çiqas bextiyar e ew mirovê ko êvaran vedigere mala xwe û di nav zar û zêçên xwe de rûdine”.

Derketî li her derê bi tenê ye!”

Di vê derketinê de nivîskar tenê nîne. Duh jî bi hezaran Kurd ji welatên wan hatin derxistin û îro jî tên derxistin. Ez bawer im ew hestên nivîskar ên hemî derketiyan in. Tu cîh û war li şûna welêt nagire û Zaza jî qala wê dike:

“Ev dar spehî, ev kulîlk xweşik in; lê ev ne dar û kulîlkên welatê min in: Tu tiştî nabêjin min.

Derketî li her derê bi tenê ye!”

Ji bo me tiştê herî girîng û muhîm serhatî û bîranîn in. Ev bîranînên rabirdûyê me ji candarên din cihê dikin. Xwasma welat, ew cîh û warê zaroktî lê derbas dibe, nayê ji bîr kirin û wek gulokek êş di gewriya derketiyan de dimîne. Çend roj berê “Jana Heft Salan” a Şahînê Bekirê Sorekî di destê min de bû. Di wê pirtûkê de jî heman hest û helwest hebûn. Soreklî li Almanyayê û Avûstralyayê dimîne ku ev herdû welat jî aliyê medeniyet û pêşketinê ve, welatê me baştir in, ku welatê me sedan salan e talangeh û wêrangeha dagirkeran e. Di ”Jana Heft Salan” de hema bêje hemû helbest derheqa Kurdistanê de nin. Ne Almanya, ne Amerîka, ne Çîn ne jî Maçîn ji me re nabe welat û wisa bawer im ku derketiyên îro yanî yên di vê sala 2017an de vê hêstê ji min baştir zanin. Dîsa Nûredîn Zaza vê ferqa welat û cîhên din weha tîne ziman:

Ev çem bi dilekî şikestî li deştê diherike; lê xurîna wî ne wek ya çemê me ye ko min di zarotiya xwe de dibihîst; ev tu tiştî nayine bîra min.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Ev stran şîrîn in; lê ahengên wan ên geş û zîz ne wek yên stranên welatê min in.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Ji min pirsîn; “Çima hergav bi girîn î?” Gava min sebeb gote wan; tu kes bi min re ne girî; ji ber ko derdê min fehim ne kirin.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev