Di Çîrokên Nûredîn Zaza de Mijar-2

Di Çîrokên Nûredîn Zaza de Mijar-2

Welat Agirî

Nûredîn Zaza welatperwerek bû. Kul û kesera wî azadiya welat û hişyarkirina gelekî bindest bû. Di vê riya xwe ya rûmet de tu car serê xwe li ber zilm û zorê xwar nekir. Bi nivîskî û bi zar ronahî reşand ser tariya nezaniyê. Ji bo gihîştina armanc û hedefê dost, yar û alîkarê wî zimanê Kurdî bû. Bi zimanê dagirkeran, qal û behsa azadiyê nekir ku wî jî zanibû ev şerm û eybeke mezin bû.

Balkêşiyeke din jî; zelalî, aheng û herîkbariya zimanê Zaza ye ku xwîner tam û lezeteke xweş jê hildidin. Nûredîn Zaza ji Paloyê bû û yanzde saliya xwe de derbasî binxetê dibe. Digel vê mesafê, em dikarin bêjin ku qet ferq navbera zimanê wî û yê bakûrê bakûriyan yanî yê Serhediyan de nîne.

Mijarên çîrokên Nûredîn Zaza, bi gelemperî di bin hestên azadî, miletperwerî û zimanhezî ye de bin jî, di Stêrk a xwe de bi zimanekî dildar û evîndarî teswîr û şayesandina dilketiya xwe dike ku meriv hema dixwaze bibe şivanek û li Sîpanê Xelatê li hêviya qîza axê be.

Erê di Stêrkê de mijar evîn e. Şivan li zozanên Sîpanê Xelatê pezê axê diçêrîne. Li wan zozanên bê serî û bê binî de şivanê me bi xem û xeyalên keça axê, Mijganê, şev û rojên xwe derbas dike. Zaza di destpêka çîrokê de weha hestên şivîn dighîne me:

“Gava li zozanên Sîpanê Xelatê min pezê xwe diçêrandin, carinan hefteyin diborîn bêyî ko ez dengê tu însanan bibihîsim. Ez bi tenê bi hevaltiya kûçik û pezê xwe bûm. Lê her serê panzde rojan carekê gava ji dûr ve min dengê zingilên qantirê me dibihîst ji kêfa xwe serê xwe radikir; gundiyek, yan kebaniya mala axê ji min re zadê min ê panzderojî tanî. Wê rojê, ez çiqa şa dibûm; min ji wan nûçeyên gund dixwastin, ji tiştê ko ez ji her tiştî bêtir dilxweş dikirim pirskirina halê Mijganê, Mijgana keça axê bû.”

Jiyan bi surprîzan ve hatiye dorpêçkirin û ji wan surprîzan ya herî xweşik jî dibe para zozanên Sîpanê Xelatê û şivanê eşqbaz:

“Rojeke înê ez li benda zadê xwe bûm; berî nîvro baraneke xurt hat: heta piştî nîvro çavên min li rê bû. Pişt re min hêviya xwe birî û ji sermê ketim holika xwe. Esrê, min dengê zengil bihîst; zûka derketim derve; çi bibînim…? Bizanin kî?… Mijgan! Xanima min bi xwe bû…”

Wê rojê gundî bi karên xwe re mijûl in û ji bo zadê şivîn, axa Mijganê dişîne Sîpanê Xelatê. Şivan ne benda hatina dilketiya xwe ye û ne jî hêvî ji tiştekî wisa dike. Zaza bi peyvên xwe ên candar, sehna hevdîtinê zindî radixe ber çavan û xwîneran dike temaşevan:

“Mijgan, bi bejna xwe a zirav û narîn, bi çavên xwe ên çeleng û bi cilên xwe ên xemilandî û giran spehîtî bi xwe bû. Ciyê wê bajar, xaniyê delal, û îşê wê govend, reqs û stran bû, lê ne çiya, zozan, rêl û qantir bû. Mehlûqa çeleng! Çavên min jê ne dibûn. Cara pêşî min ew ji pir nêzîk didît. Niha ew li ber min sekinî bû û bi tenê ji bona çavên min bû.”

Lê belê surprîza wê rojê ne hatina Mijganê tenê ye, surprîzeke din jî heye. Ya din jî hatina lehiyê û rabûna avê ye. Şilî bariye, av rabûye û Mijgan nikare ji çêm derbas be, şûnde vedigere ba şivan:

“Bû şev. Min ji xanima xwe re di holikê de ji pûşan û ji postê berxikekî paqij nivînek çêkir. Xanima min çû nav ciyan û ez li ber derî rûniştim. Ji hevîna wê, dilê min diperitî û laşê min dişewitî. Lê Xwedê dizane, tu tiştê xerab ne dihat bîra min. Çawan bihata? Keça axê min xwe sparti bû min û li bin parastina min bû! Welê dihat min ko Mijgan di nav keriyê min de û di keriyên dinê gişt de miyeke tekane ye! Min tu caran ezman wek wê şevê kûr, û stêr wek wê şevê geş nedîti bûn. Di canê min de, çavên min de her tişt guherî bûn. Çavên min bi nêrînên şaş li tiştan dinêrîn û aqilê min di ezmanên xeyalan de ajnî dikir.”

Dîsa di heman çîrokê de şivan ji Mijganê re behsa stêrka dike ku ez bawer im nifşên me ên îro navê van stêrkan nizanin an jî ên dizanin gelek kêm in:

“Stêr çiqa pir in, çiqa spehî ne!” Min ew tu caran hewqas zehf û hewqas çeleng ne dîti bûn! Tu bi navê wan dizanî şivano? Çawan nizanim, xanima min! Binêr! Di ser serê mere: komika sêwiyan e, ji rojhelatî hiltê û ber bi rojavayî diçe. Hinek li bakur, termê mixêl e heft in li rastê wan, dûpişke, hergav li bakure. Li ber me ye, kakeşîn e. Hinek li çep; kerwankuj e; wek stêrka sibehê ye. Ji lewre karwanek pê xapiya ketiye rê, û bi şev ji sermê qufulîye. Hinek li nîvro Lêl e; dibêjin ko Lêl û Mejnûn hejî hevdû dikirin lê ne digihan hev; gava mirinê giyanê wan derketine ezmên, yek çûye rojava, yek jî rojhilat. Li zivistanê Mejnûn li zozanan e, û Lêl li germiyan e. Havînê Lêl tê zozanan û Mejnûn diçe germiyanan û gava ji cem hev derbas dibin digihên hev, hevdû maçî dikin û pişt re her yek diçe aliyê xwe.”

Û dinya li ser xatirxwestinê hatiye avakirinê. Di taliyê de cihêbûn heye. Gelek curên cihêtiyê hene û barike ya dijwar jî koça dawîn e. Heke em vegerin xatirxwestina şivan û keça axê, Nûredîn Zaza bi gotin û peyvên Kurdî fenanî hûnandina dantêlekî hûnandiye û tehm û ekleke cuda daye çûyina Mijganê:

“Pişt re rabû, û bi dîtina rojê weke gulekê vebû û kenî. Li goman, berx dikalin, li ser zinarên bilind kewan dixwendin, li ser xunava giyayên kesk û teze tîrêjên rojeke sor diçirisîn, û ji fikra ko ez ê bextiyara xwe winda bikin, dilê min ê reben digevizî û bi nalînên kûr û bi keser li wan, li pez, kew û çiyan vedigeriya.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    Mal ava kekê..
    Destana Memê Alan, ya ku Nureddin Zaza berhev kirî bû, êdî li Swîsrayê bi Almani şano ye jî..
    Erê, min sêr kir..

Şirovekirin hatine girtin.