Referandûma Tirkîyê û pirsgirêka Kurdî

Referandûma Tirkîyê û pirsgirêka Kurdî

Xwendevanên delal, malpera me hewil dide keç û xortên genc, xwende û zane bike nava karê rojnamevanîyê. Li jêr gotara nivîskarê malpera Riataza yê nû Ercan Aras e, ku bi taybetî ji bo xwendevanên me nivîsîye. Di demeke kurt da emê jînenîgarîya wî a kurt û wêneyê wî wek nivîskarê me di malperê da çap bikin. Em bi dilgermî xêrhatina wî dikin û li bendê ne ku gelek ciwanên me wê çav bidine wî!

Ercan Aras

Di şanzdehê vê mehê da referandûma zagonê li Tirkîyê heye.

Hinekî bi kurtasî, meriv dikare bibêje ku, referandûm li ser guhertina isûla hikumatê te kirin. Îro roj serokê hikumetê serokwezîr e, û serokwezîr bi tevahîyê endamên hikumatê yên din, mebûs in û herwaha ji alîyê gel va tên jibartin. Li gor isûla ku bi taybetî serokkomarê Tirkîyê Tayip Erdogan û partîya wî AKP (Partîya Edalet û Pêşketinê) dixaze were saz kirin, serokkomar wê bibe serokê hikumatê û endamên hikumatê yên din jî, yanê wezîr jî, wê ji dervayî meclîsê werin jibartin. Ji xêncî vî jî bê guman gelek guhertinên din tên kirin, ku kê bibe serokkomar wê hêztir bibe.

Bi kurtasî mesele ev e û gel jî, wê yan bibêje ”erê”, yan jî ”na”.

Îja gelo eva ji bo meseleya kurdî tê çi mehneyê?

Wusa xuyaye ku bêhtirên kurdan li dijî Erdogan in û herwaha wê bibêjin ”na”. Ji xwe, ji zagonê zêdetir, gotûbêja herî bi alav li ser Erdogan dizivire. Gellek kes ji ber ku li dijî Erdogan in, dibêjin ”na”, hinek jî bi tenê alîgirên Erdogan in, dibêjin ”êrê” û guhertina zagonê ji bo wan ne girîng e. Ji van herdû alîyan ra jî gotin tûneye. Wana dane nava avê, ha li çokê ha li navê. Gotin ji wan rebenên din ra ye: ewên ku serê xwe dane nava destên xwe kûr û dûr difikirin, ewên ku bi taybetî di mesela kurdî da hinekî cûdatir difikirin û dibêjin ”lê ku Erdogan here, alternativ kî ye û meriv bi kê re pirsgirêka kurdî bipeyîve”?

Bê guman bi vê referandumê va Erdogan cîhekî da naçe û bi kêmasî wê çend salan dîsa Tirkîyê li rê bibe. Lê dîsa jî kurd wê deng û rengê xwe eşkere bikin. Yanê wê yan li dijî Erdogan bin, yan jî bi wî ra bin. Wek me got bêtiran biryara xwe daye û wê li hemberê Erdogan bin. Lê gere meriv guh bide wan kesên ku cûda difikirin jî, eva isûla demokratbûnê ye.

Gere were zanîn ku ewana jî di derbarê Erdogan da gelek tiştên baş nafikirin û nabêjin ew merivekî demokrat e, filan û bêvan. Herwaha ev kesanan gelek ji kirinên Erdogan jî razî nînin, lê ew dibêjin ”ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî merivekî bi hêz lazim e, û ew kes jî Erdogan e”. Ew here car din kesekî wusa bi hêz nikare were. Û alternatîva Erdogan jî eskerî ye. Endamê partiya HDP (Partiya Demokrat ya Gelan) Leyla Zana jî eva fikra anîye ziman. Pir mixabin dema ku li cîhekî bêçarebûn hebe, dema ku meriv di navbera Harun û Karun da ma, ev fikirandina jor analîzekê heq dike.

Ma dema Erdogan baş nebû, qey dema berîya wî baştir bû? Ma Kurd di kavirtîya xwe da têr neçêryane, qey di berxtîya xwe da têr mijyabûn? Na!

Heger ku di referandumê da ”erê” derê, bê guman Erdogan wê hêztir bibe û di warê şekil û şemayê demokrasîyê da, eva ji para va çuyîneke. Lê wê ji bo pirsgirêka kurdan were çi mehneyê, meriv nizane. Ji ber ku, heger çiqas di warê sîyaseta dinyayê ya pêşketî da, pirsgirêka kurdî meseleyeke bi demokrasîyê re girêdayî be jî, eva rastîya di sîyaseta Rojhilata Navîn da nameşe, na na! Yanê demokrattir bûna Tirkîyê, Îranê, Îraqê hwd. gere neyê mehneya pêşketina mafên Kurdan. Me ew demanan jî dîtin û derbas kirin. Wek nimûne di Tirkîyê da jî, di Îraqê da jî dem hebûn ku di warê qanûnan da gelek pêşketin çê bûn, lê di rastîyê de tu mehneyekê wê nebû, ji kurdan ra dewran wek berê berdewam kir, belkî xerabtir jî bû. Ji ber vî jî, merivekî bi hêz û sivîl, ji bo berjewendîyên xwe be jî, hinek caran dikare were merhemetê û bi nedîva gelek tişt dikarin werin guherandin.

Dema ku HDP di hilbijartina 2015 da bi awayekî gelek hişk li hemberê Erdogan derket, ewî jî berê xwe zivirand ser neteweperestan û Devlet Bahçeli. Ji wê rojê vir da jî, sîyaseta neteweperestan didomîne û ango heyfê ji kurdan û sîyasetmedarên kurdan derdixe. Kurd dikaribûn hinekî dîplomattir bûna. Wana dikaribûn di dewsa neteweperestên tirkan da cîh bigirtana û bi Erdogan ra bazara zagoneke demokrattir bikirana. Lê ev nebû û naha dibe ku zagoneke ne demokrat were “erê” kirin jî.

Lê dîsa gere Kurd ji her tiştî ra amade bin. Ji ber ku siyaseta neteweperestan nikare heya qal û belayê bidome. Sedema herî girîng ku Erdogan anî ser hikim û ev panzdeh sal e jî li wir hîştîye, faktora aborî ye. Bê guman di dema wî da aborîya gelekan baş bû û eva jî jê ra bû hêzeke mezin. Lê naha dewran hatîye guhertin û siyaseta neteweperestan roj bi roj aborîya Tirkîyê xerab dike û Tirkîyê ji dinyayê îzole dike. Erdogan evî baş dizane û hûn bawer bikin ku ew mecbur e pey referandumê 180 derecan bizivire. Ji ber vê yekê jî fikra wan rebenên ku me li jor behs kir, fikreke maqul e û gere ew jî werin guhdarîkirin.

Heger ku Kurd hêvîya demokrat bûna Tirkan, Ereban û Eceman bimînin, xwelî li serê wan bû çû!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ercan Aras

Sala 2007an beşa sîyasetê-zanistê a Ûnîvêrsîteya Uppsalayê (li Swed) qedand, sala 2012an dîsa li wir beşa rojnamegerîyê qedand. Di radyoya Swêdê a beşa kurdî da kar kir. Ji 2014an di eynî Ûnîvêrsîteyê beşa zimanzanîyê da wek lêkolîner kar dike. Xebatên wî yên zanyarî li ser pirsgirêkên kurdan li Tirkîyê hene.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    Erê, nirxandinek di cîyê xa da ye.. Lê gotina pêşîyan nivîs xaştir kirîye;

    dane nava avê, ha li çokê ha li navê.

Şirovekirin hatine girtin.