Alfaba pêşin a Kurdî latînî û rastiya dîrokî

Alfaba pêşin a Kurdî latînî û rastiya dîrokî

Dîrok li ser asasê bûyer, fakt û dokumentan tê nivîsandin

Ekrem Önen

Dema mirov li dîroka alfaba Latînî Kurdî dinêre mirov dikare bêje ji nîvê sedsala XXan de gelek ronakbirên Kurd û rojhilatnasên xerîb bi vê pirsa alfaba Kurdî Latînî mijûl bûne. Di munaqeşeyên wan de, mirov dibîne ku encamek derdikeve ortê ku “alfaba Erebî ne li gor zimanê Kurdî ye, alfaba Latînî bêtir li ziman û dengên Kurdî tê.’’ Bi ya min ev hinek cihê muneqeşê ye, lê pirsa me di vê nivîsê de ne ev e. Jixwe li cîhanê çend alfabe hene, hinek ji wan alfabeyên Latinî, Erebî, Kîrîlî û Aerograf in. Her milletek ji xwe re yek ji vana hilbijartiye, ewa ku herfê wan li dengên zimanê wan tê. Pirsa zimanê Kurdî û edebiyata Kurdî di nîvê sedsala XXan de li akademîya zanistî a Rûsya Qeyserî tê rojevê. Bi vî karî re rojhilatnas û kurdologên wek Aleksander Jaba û paşê jî Hovsep Orbelî û gelekên din mijûl dibin. Ji ber wê jî em dizanin Aleksander Jaba tê li Erziromê wek Konsulê Rusya Qeyserî kar dike. Li ber destê min ji arşîvên Aleksander Jaba pirtûka bi navê Xeberdana Zimanê Kurmancî heye ku di sala 1864an de amade bûye û di sala 1868an de Aleksander Jaba ji tîpên Erebî transkrîpsîyona Latînî kiriye. Ev pirtûk gelekî balkêş e. Paşê Hovsep Orbelî jî tê li Muqsê demeke dirêj dimîne, lêkolînê li ser zimanê Kurdî dike û ferhengeke bi navê ferhenga Kurdîya Muqsê amade dike. Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Şoreşa Oktober bû sebeb ku ev kar demekê raweste, paşê piştî salâ 1917an Şoreşa Oktoberê vê xebatê ji nuh de li Sovyetê dest pê kir. Piştî ku li Sovyetê mafên millî, kulturî ji bo milletan hat dayîn, Kurd jî wek her milletekî Sovyetê kêm eqelyet hinek mafê netewî û kulturî wergirtin. Li ser vêya, ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî li dibistanan, xebata amadekirina alfabeyekê hate destpêkirin ku li dengên Kurdî bê. Ji bo vî karî gelek rewşenbîr û rojhilatnasên Kurd û Sovyetî li ser alfabên cuda cuda dest bi xebatê kirin, piştî xebatek dûr û dirêj di warê lingivîstîk de ya ku Erebê Şemo û Îshak Moragûlov dikir giha encama dawî û alfabeya Latînî hazir kir ku hemû dengên Kurdî tê de hene û pêşkeşî dezgehên Sovyetê yên resmî kir û di sala 1928an de alfaba Latînî Kurdî a ku  Erebê Şemo û Îshak Moragûlov ew amade kiribû ji alî dezgehê Sovyetî ve hate pejirandin. Di sala 1929an de pirtûka pêşin bi zimanê Kurdî bi vê alfabê li Rewanê tête çap kirin. Piştî demekê, biryara weşana rojnameyeke Kurdî ji alî dezgehên Sovyetî tê girtin û di 31ê Adara sala 1930î de,  rojnameya xwedîyê dîroka herî dirêj a “Kurdî, Rêya” Taze bi vê alfaba latînî dest bi weşanê dike. Herweha li tevahîya dibistanên Kurdên Sovyetê perwerdeya zarokên Kurdan bi vê alfaba latînî dihate kirin, herweha zêdeyî 100 pirtûkî bi vê alfabê hatin çapkirin. Pîştî vê alfaba Ereb Şamîlov û Îshak Moragûlov bi 4 salan rehmetîyê Celadet Bedirxan di sala 1932an de di “Hawar”ê de alfaba Latînî Kurdî belav dike ku wî amade kiriye. Ez nazanim Celadet Bedirxan haya wî ji alfaba Erebê Şemo û Îshak Moragûlov hebû, an na? Bes hinek fakt(agehî) li cem min hene ku bi îhtîmaleke pir xurt haya Celadet Bedirxan ji xebatên Kurdên Sovyetê hebû. Ez ê li jêr behsa van faktan bikim. Di sala 1984an de ez ji Moskow ji bo tetîla havînê çûm mêvantîya Rewanê. Di mêvantîya xwe ya Rewanê de, li gel Kek Tîmûrê Xelîl û Kek Tosinê Reşîd (ku zavayê Hecîyê Cindî ye) em çûn serdana Hecîyê Cindî, Mamosta Hecî hezar rehm li gora wî be, em bi qedrekî bilind pêşwazî kirin. Me hinekî behsa Romê kir, paşê em hinekî hatin ser xebata Kurdên Sovyetê û karê wan. Di nav sohbetê de Mamosta Hecî behsa Têkilîyên xwe bi Celadet re kir ku çawa wî name û Rêya Taze û hinek pirtûkên ku Kurdên Sovyetê çap kiribûn ji Celadet re bi rê kiriye, û dewam kir, got, “Dema di serdema Stalîn de ez hatim girtin, di tehqîqata min de yek ji gunehbarîya min ew bû ku têkilîyên min bi kesên derveyî Sovyetê re hene. Ev tişt rehmetîyê Hecîyê Cindî bixwe ji min re got û nivîsa Celadet Bedirxan a di hejmara 8an a “Hawar”ê de şanî me da. Nivîs bi navê Herekol Azîzan hatibû nivîsîn, behsa “Rêya Taze” dikir, behsa kar û xebatên Kurdên Sovyetê dikir û digot me hinek pirtûk û rojnameyên Rêya Taze ji wan wergirtine. Herweha pesnê wan dida, lê behsa alfabê di nivîsê de nîne. Ev faktanê li jor min behs kir, ji me re dide rêdan ku haya rehmetîyê Celadet ji kar û xebatên Kurdên Sovyetê hebûye. Herweha li vir dixazim tiştekî girîng bêjim ku bi pirsa Alfaba Kurdî herweha du rewşenbîrên Kurd ên hêja Tewfîk Wehbî Beg û Gîv Muqrîyanî jî mijûl bûne. Ev tiştên ku li jor min behs kirin ji bo nivîsandina rast a diroka Kurdan li ser asasê fakt, bûyer û dokumentan girîng e. Ji van fakt, dokument û buyerên li jor hatine behs kirin û tiştên ku heta niha li ber destan hene em dikarin bêjin alfaba Kurdî ya Latînî ya pêşîn, alfaba Erebê Şemo û Îshak Moragûlov e. Heger sibehê em bigihên hinek dokûmenten din ku hîn ne diyar in, em dikarin ji nuh de di ber çavan re derbas kin. Di pirsa diroka Kurdan a nivîsê de, ne lazim e her yek ji me dokumentekê bibîne û bes li ser asasê wê dokumentê tenê tiştan mutleq bike. Ji ber ku derbarê dîroka Kurdan de gelek dokumentên nuh dertên ku gelek caran dibe sebeb ku ew tiştên ku berê mutleq hatine dîtin di ber çavan re derbas bibin. Ev pirsa ku li jor min behs kir, bes min behsa alîyên dîrokî kir kû ji xwendevana re rastîya dîrokê eşkere bibe, alîyê lingivîstîk karê zimanzanan e. Jixwe xwedê qawetê bide, di pêş de dixwazim li ser kar û xebatên Kurdên Sovyetê yên wek Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Xelîlê Murad, Casimê Celîl, Keremê Reş, Şakirê Xudo, Emînê Evdal, Elîyê Evdirehman, Şamil Askerov, Mîroyê Esed û gelekê din binivîsim. Karên gelekî hêja kirine. Gelek ji wan şexsan ji nêz ve nas dikim ku dostên min ên nêzîk bûn. Gelekî jî ji kar û xebatên wan haydar im.

http://www.basnews.com/index.php/kr/opinion/340844

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev