RIYA BER BI BAKÛR -1

RIYA BER BI BAKÛR -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Îro em beşa pêşin a bi sernavê ”Riya berbi Bakur -1” raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 84

Berî roja bi resmî vekirina konfêransa Parîsê ya aşîtîyê û di navbera xebata wê ya çend meha da problêma kurda îdî bûbû pirsa navnetewî û ew problêm tesîra xwe him li ser berjewendîyên dewletên serketî, him jî yên têkçûyî dihîşt. Ji ber wê jî qedera kurda û Kurdistanê li hevraxeberdanên dîplomatîyê yên ser derecên cihê-cihê bû têma gotûbêjê, herwiha yên here bilind jî, û usa jî dema pêkanîna biryarên bi sîyasî safîkirina “pirsa Tirkîyê”, ku ji alîyê serokatîya dewletên Antantayê da hatibûne qebûlkirinê.

Gava em destbi lênihêrandina dîroka dîplomatî ya pirsa kurda dikin, gerekê bidne ber çava, ku ew pirs di wê aspêktê da bi xusûsî hela ne hatîye lêkolînê. Di nav gelek lêkolînên dîrokzanên welatên dereke û yên Sovyetî da, ku derheqa testîqkirina sîstêma Versalîyê, xwesma “pirsa Tirkîyê” da nin, guhdarîya sereke dihate danînê li ser qedera Tirkîyê bi xwe (Frakîya Rohilatê û Anatolîyayê), Konstantînopolê û Devtenga, mentîqên ereba yên Împêratorîya Osmanîyê û, dawî -Ermenîstanê. Derheqa kurda da, wek qanûn, car-carna bîr dianîn, xwesma girêdayî problêma ermenîya û hucetên dora Mûsilê ra. Ew hinekî bi tradîsyona dîrokî va tê şirovekirinê, diha rast-piş guhê xwe va avîtina cî û kemala problêma kurda di jîyana navnetewî da, ku bêy hemdî xwe heta dema nû û rojên me da jî berdewam e û sebebê wê jî nizanîbûna gelek îzbatîyan e û hinek cara jî rûyê “xwe kerrî-bêdengîyê danînê da” ne, gava dixwezin hinek îzbatîyên hukumetên “xwe” binperde bikin, veşêrin, ji ber ku ew îzbatî dikarin wana rûreş bikin û pîsîtîyên wan derxine ser avê. A ji vira jî di nav têrmînologîya erdnîgarîyê da nerastî derdikevine holê û ew dikevine di nava serkanîya û pirtûka û gelek kes jî wana bi xeletî bi kar tînin. Ji bo nimûnê, termîna “Kurdistan” ne her dera hatibû belakirinê û gelek cara dihate xebitandinê tenê hindava Anatolîya Başûr-Rohilatê (berbi başûr û başûr-rohilata Dîyarbekirê) da, ku kurd lê diman. Temamîya axa mayîn, ku kurd di bava-kala da li ser jîne, bi têrmînên “Ermenîstan”, an jî “Mûsil” (wilayeta Mûsilê), “Ûrmîya”, “Azirbêcan” (ya Îranê), “Kêrmanşah” û yên mayîn dihatine binavkirinê. Ji ber wê jî, ne tenê bi fikra êtnîkîyê, lê herwiha ya sîyasîyê jî, femberîya “pirsa kurda” ji çarçova wê Kurdistanê da dernediket, ku di dokûmênten wê dewranê da dihatine gotinê. Û, eksî wê, gava Ermenîstan, Mûsil, Ûrmîya û yên mayîn dihatine bîr anînê, gelek cara hema xût pirsa kurda didane ber çava, lê carna jî qesta wan tenê ew pirs bû.

Hilbet, hewce nake cî û rola pirsa kurda dû aşîtîya piştî şêr ra zêde jî nîşan bidin. Xwesma di wan dema pirsên usa giring hebûn, wek ku “pirsa almana” û “pirsa rûsa” (ango, qedera Împêratorîya Rûsîyayê, ku bin nîşana teşkîlkirina rûxandina dewleta Sovyetî dihate lênihêrandinê), an jî parevekirina mal û milkên kolonîyayên almana û “mîrata Ottomanîyê” (ango, “pirsa Tirkîyê” bi fireyî). Ev hemû têma di zanyarîya (ulmê) Sovyetî û welatên dereke da rind hatine lênihêrandinê. Ji ber wê jî, ji vir şûnda emê tenê derheqa wan pirsa da xeber din, ku di konfêransa Parîsê û yên navnetewî da ser mesela kurdî bi temamî, an jî bi pirsên mayîn va girêdayî (berî gişka -pirsên ermenîya û ereba) li ser sekinîne.

PIRSA KURDA LI KONFÊRANSA AŞÎTÎYÊ YA PARÎSÊ

Wek me îdî da xuyanîkirin, têma Kurdistanê di wan hevraxeberdanên dîplomatîyê da xuliqî, yên ku derheqa qedera Almanîya piştî şêr da bûn. Ew dema dû girêdana peymana lihevhatinê bû, gava destbi tivdarekdîtina konfêransa aşîtîyê ya li Parîsê bûbû. Wek hûn zanin, di mehên pêşin yên xebata wê konfêransê da hetanî roja îmzekirina peymana Vêrsalîyê ya aşîtîyê bi Almanîyayê ra (28ê hezîranê sala 1919a), enenekirina şertên peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra bi sebebên bêlî va hatibû paşda xistin. Peymana Tirkîyê piranî girêdayî bi peymana tevî Almanîyayê va dihate enenekirinê. Û vira gilî ne tenê di wê yekê da ne, ku pirsên Rohilata Nêzîk bi kemala xwe va ber yên Avropa Navbendî dadixwerin. Hema xût tivdarekdîtina peymana Tirkîyê bû sebebê wê, ku di nav dewletên împêrîyalîstîyê dijberî hîn zêdetir bûn û ji ber wê jî ew yek bona dîplomatîya dewletên Antantayê bû karekî herî dijwar. Û ew peyman di nav peymanên aşîtîyê yên di navbera dewletên Antantayê û Yekîtîya Çara ya berê da bû ya dawîyê; ew tenê 13 meha piştî girêdana peymana Vêrsalîyê hate îmzekirinê.

Îdî di wan hevraxeberdanan da, ku berî bi fermî vekirina konfêransa Parîsê derbaz dibûn, ew pirs jî hatine minaqeşekirinê, ku derheqa rewşa navçeyên kurda yên Tirkîyayê da bûn. Piştî ku 13ê çileya pêşin sala 1918a prêzîdentê DAY W. Wîlson hate Parîsê, Lloyd Corc û A. Balfûr ji wî pirsîn, ku “kê wê ew cabdarî hilde ser xwe, ku çend alaya an jî çiqas eskeran peyda bikin bona ermenîya ji qirê biparêzin”. Ev pirs Kerzon jî ber prêzîdent bilind kir. Bi gilîkî mayîn, pirsa zevtkarîyê jî hate minaqeşekirinê, ku dikaribû li wan navça biba, li ku bi ermenîya ra tevayî musulman jî dijîtin, û piranîya wan jî kurd bûn.

Tabîya Amêrîkayê di vê pirsê da gelekî balkêş e. Pêşî Wîlson xwe ji bersîvê ta da, lê paşê elam kir, ku gerekê hîvîyê bisekinin heta Koma Mileta bê sazkirinê û konfêransa aşîtîyê ya Parîsê destbi karê xwe bike. “Wê demê Dewletên Amêrîkayê dibe bi dil û can bixwezin pirsa derheqa tevbûna nava karê hundur yên dewleteke mayîn ser bingehê mandatê lê binihêrin”(1). Bi vî awahî, întêrvênsîya (dakutan) ne dihate înkarkirinê, lê ew pirs bona lênihêrandinê didane Dewletên Amêrîkayê, an jî Koma Mileta û li wira jî her tişt di destê DAY da dima.

Di konfêransa Parîsê da derheqa kurda da cara pêşin dawîya meha çileya paşin sala 1919a hate bîranînê. Di wê rêzolyûsîyayê da, ku endamê dêlêgasyona Brîtanîyayê, karmendê eskerî û sîyasî yê bi nav û deng yê ji Afrîka Başûr gênêral Y. H. Smêts amade kiribû û 29ê çileya paşin raberî Şêwra Deha(2) kiribû (di hêla stratêjî da “bona azayî û bêqezîyabûna hemû mileta”), dihate gotinê: “2. Hema bi wan sebeba û xwesma bona wê yekê, ku tirka di temamîya dîroka xwe da bi awakî xirab serokatî li miletên bin hukumê xwe da kirine û qira ermenîya û miletên mayîn pêk anîne, dewletên hevalbend û yên mayîn li hev hatin, ku Ermenîstan, Sûrîya, Mesopotamîya û Kurdistan(3), Felestîn û Erebistan gerekê tam ji Împêratorîya Tirkîyê bêne qetandinê. Ev yek gerekê zirarê negîhine perçên Împêratorîya Tirkîyê yên mayîn”. Dû ra projeya rêzolyûsîyayê soz dida gelên wan welata, ku wê “bi awakî hinkûfî civaka pêşketî wana bi amin biparêze, û ew parastin wê ji alîyê Koma Mileta da kefîlkirî be û wê konkrêt bona wan “olka” (Communîtîes-M. L.) be, ku berê bin hukumê Împêratorîya Tirkîyê da bûn û heta derecekê pêş ketibûn, rêjîmên mandatîyê bi kar bînin, yên ku gerekê alî wan bikin, bona bi xwe qedera xwe biryar bikin(4).

30ê çileya paşin sala 1919a ew proje ji alîyê Şêwra Deha bi her alî va hate enenekirinê. Dema minaqeşekirinê tiştekî balkêş derkete ser rûyê avê: di projeya Şêwrê ya pêşin da gotina “Kurdistan” tunebû. Lloyd Corc, ku rastkirinek kire nava projeya dêlêgasyona Brîtanîyayê, got, ku mixabin, ewî navê welatekî ku dikete nava axa Tirkîyê, ji bîra kirîye û tê berdaye, ji ber ku wî digot qey ew dikeve nava Mesopotamîyayê, an jî Ermenîstanê, lê ji wî ra gotin, ku ne usa ne. Ewî qesta Kurdistanê dikir, ku dikeve di navbera Mesopotamîyayê û Ermenîstanê da. Ji ber wê jî ew pêşnîyar dike, ku eger dijberî tunebe, “Kurdistan jî” bikine nava wê projeyê. Tu kes dij derneket(5).

Ev yek derheqa gelek tiştî da dibêje: berî her tiştî, derheqa nehayadarbûna serekwezîrê Îngilîs da; ya duda, derheqa wê da, ku têrmîna “Kurdistan” di aspêkta xwe ya sîyasî da tiştekî nû bû û xelq fêrî wê ne bûbû, teze ketibû nava lewzê dîplomatîyê; ya sisîya- derheqa kemala mezin ya problêma kurda bona sîyaseta der ya Brîtanîyayê û, ya çara, ku hema xût Kurdistana Tirkîyê didane ber çava, ya ku dikete navbera gola Wanê û wilayeta Mûsilê.

Di gotebêja 30ê çileya paşin da Lloyd Corc elam kir, ku di fikra Îngilîs da “tu daxazek” tune, ku bibe xwedî mandata axên ji alîyê wê da zevtkirî -Sûrîyê û Ermenîstanê; “ew ser wê bawerîyê ye, ku eynî tişt dikarin derheqa Kurdistanê û perçekî Kavkazê da jî bêjin, ew jî wê demê, gava ew war bi kanên neftê va dewlemend in”. Dema enenekirina pirsa derheqa wê yekê da, ku dikare biqewime Îngilîs razî bibe eskerên xwe ji Sûrîyê derxe, prêzîdênt Wîlson got: “…an ji Mesopotamîyayê”, lê Lloyd Corc di alîyê mayîn da got: “…an ji Kurdistanê”, lê tenê piştî wê yekê, ku daxazên eskera bêlî bibin(6). Bi pêşnîyara Wîlson, wê rojê biryara giring hate qebûlkirinê derheqa wê yekê da, ku Ermenîstanê, Kurdistanê, Sûrîyê, Mesopotamîyayê, Felestînê û Erebistanê ji Tirkîyê biqetînin. “Awa,- dîrokzanê emirkan Hovard bi şabûn dike qêrîn,- 30ê çileya paşin sala 1919a dewletên Awropayê derheqa dawîhatina Împêratorîya Tirkîyê da îlan kirin”(7).

Bi vî awahî, îdî di hevraxeberdanên pêşin û di wê da enenekirina pirsa tirka, serekên Antantayê bi awakî zelal û bi dengekî tije tevî pirsên Rohilata Nêzîk yên mayîn, têma kurda jî bilind kirin. Rast e, heta qebûlkirina biryara demeke dûr-dirêj hebû û wê hela gelek dijderketin peyda bûbûna û wek dibêjin, ev hevîr wê hela gelek av hilçinîya xwe, lê hema di destpêkê da di tabîya dewletên serketî hindava pirsa kurda da du rê kivş bûn; Kurdistan (axên kurda yên bin hukumê Osmanîyê da didane ber çava) gerekê ji Tirkîyê bê qetandinê û bi sîstêma mandatîyê bikeve bin kontrola Koma Mileta.

Bi kurtî, ji bo Kurdistanê û herwiha bona perçên Împêratorîya Osmanîyê, ku ne yên tirka bûn, riya kolonîyakirinê dihate amadekirinê. Paşdemê da Lloyd Corc nivîsî: “Peymanên Parîsê gelên zêrandî bi wê çapê ji bindestîyê rizgar kir, ku hetanî wî çaxî di tu peymaneke navnetewî da yên pey şêr ra ne hatibûne kivşkirinê”(8). Ewî derheqa bersîva hukumetên dewletên hevalbend ji bo prêzîdênt Wîlson bîr anî ya çileya paşin sala 1917a, ku derheqa armancên şêr da bûn: “…rizgarkirina miletên, ku ketibûne ber hovîtîya tirkên qetilkar”(9). Ew bi dilekî kovan derheqa “xwînrijandina beyanî (hovîtî)” ya Ebdul Hemîd û cantirka hindava ermenîya da û tiştên mayîn bi bîr dianî. Bi vê yekê ra tevayî, hema ji rojên xebata konfêransa Parîsê yên pêşin da hevalbendan dîwarê Çînî danîne di navbera rizgarkirina gelên, ku ji tirka têne zêrandinê, û serxwebûna wan da.

Smêts jî (têorîk û praktîkê rasîzmê yê sereke li welatê xwe -Afrîka Başûr) di mêmorandûma xwe ya navdar da bi têorêtîkî mak dikir, ku gerekê serxwebûna tam nedine gelên kêmjimar yên Împêratorîya Osmanîyê. “Ew miletên, ku ji Rûsîyayê, Austrîyayê û Tirkîyê qetîyane, piranîya wan bi sîyasî xişîm in; piranîya wan an qet nikarin, an jî kêm dikarin bi xwe serokatî li xwe bikin; ewana gelekî feqîr û belengaz in û hewcê xemxurîya bi taybetî ne, ji ber wê jî dûrî aqilan e, ku ew bikaribin bi aborî û sîyasî serbixwe bin”(10). Dû ra di mêmorandûmê da derheqa navçeyên Rûsîyayê yên Pişkavkazê û Pişkaspîyê da, derheqa Mesopotamîyayê, Libnanê û Sûrîyê da dihate gotinê: “… evana di hêla dewletbûnê da hela nivîşkan in. Ji ber wê jî, ewana dikarin karê avtonomîyayê bimeşînin, lê dîsa jî hewcedarîya wan bi serkarîkirina ji der va heye, ya ku wê alî serketina wan bikira”. Smêts ser wê bawerîyê bû, ku gerekê ji bo Felestînê û Ermenîstanê mandata xusûsî hebe: “Ji ber wê, ku di van welata da miletên cihê-cihê dijîn û ewana nikarin bi tevayî serokatîyê bikin, ne mumkun e, ku vira avtonomîya hebe; ya rast ew e, ku destekî ji der va serokatî li wan bike”(11).

Bi vî awahî, daxazên rasteqîn yên împêrîyalîstên Antantayê hindava miletên kêmjimar yên Împêratorîya Osmanîyê da tu şikberî ne dihîştin. Li mêmorandûmê bi awakî rastene derheqa kurda da ne dihate bîranînê, lê dîsa jî di wê dokûmênta ji serî hetanî linga ya dagîrkarîyê da hemû xal ser wan bûn jî. Lê hevalbend lez ne diketin planên xwe yên safîkirina pirsa tirka bi temamî û ya kurda jî di nav da bidne konkrêtkirinê, xwesma di destpêka xebata konfêransa Parîsê da, gava pirsa here sereke peymana aşîtîyê ya bi Almanîyayê ra bû. Her yek ji wana di perçên cihanê yên cihê-cihê da xwedî berjewendîyan bûn û biryarkirina hinek pirsa, herwiha pirsa kurda jî, ketibû ber destên wan. Ev pirs pêşî wek karekî tucarî hate xebitandinê. Ji ber wê jî hîç welatekî eşkere daxazên xwe yên hindava perçekî Împêratorîya Osmanîyê da ne dianîne zimên, xwesma berî statûya Koma Mileta (25ê nîsanê sala 1919a), li ku gerekê di navçeyên Împêratorîya Osmanîyê yên ne tirka û kolonîyayên Almanîyayê yên li Afrîkayê û Okêanîyayê da sîstêma mandatîyê bihata bikaranînê. Balkêş e, ku li civata komîsyona di alîyê amadekirina qanûnnama Koma Mileta ya 8ê sibatê sala 1919a da, dema enenekirina rêzolyûsîya dêlêgasyona Brîtanîyayê, ya ku me li jor bîr anî, bi pêşnîyarîya serekwezîrê Îtalîyayê V. Orlando ji têkstê piştî gotinên “axên, ku berê bin destê Tirkîyê da bûn”, ev xeber derxistin -“Ermenîstan, Kurdistan, Sûrîya, Mesopotamîya, Felestîn û Erebistan”. D. Mîlner, ku di wê civatê da hazir bû, bi xusûsî da kivşê, ku “bi bîr anîna Ermenîstanê û Kurdistanê wê karê me bide zehmetkirinê”(12). Diha rast bû bigota, ku “hela dema wê pirsê ne hatîye”.

Em bêjin, ku Îngilîs hema wî çaxî diha zef çav berda Kurdistanê. Ew ji protokolên civînên 30ê çileya paşin û ji dokûmêntên mayîn xuya dibe. Lloyd Corc dema enenekirina pirsa derheqa lazimaya bikaranîna Kurdistanê da, destpê kir qala wê yekê kir, ku lazim e “di navbera eşîretên cihê-cihê da” aşîtîyê pêk bînin”(13). Gotinên wî yên derheqa “kanên neftê” û “daxazên eskera da” text-bext (tesedûf) nîbûn. Hovard, gava derheqa qedera mîrata (hebûna) Împêratorîya Osmanîyê ya ne li ser erdê tirka qal dikir, bi heqî dida kivşê, ku Lloyd Corc gava li civata Şêwra Tewrebilind ya Antantayê pêşnîyar dikir Kurdistanê di navbera Ermenîstanê û Mesopotamîyayê da saz bikin, bi rastî “dixwest, ku di navbera Mûsilê û Tirkîyê da darindekê çê bike”(14).

Piştî wê yekê, gava di dawîya meha çileya paşin sala 1919a Antantayê axa Tirkîyê û mîrata, ku ne ya wan bû, lê bin destê wan da bû, di nav dewletên serketî da parevekir, bi wê yekê va qedera Împêratorîya Osmanîyê ya têkçûyî biryar kir û li konfêransa aşîtîyê ya Parîsê da pirsa tirka hema bêje ji rojevê derket. Ango, ew pirs bi resmî îdî ne dihate lênihêrandinê û derbazî ser dereca xeberdanên “piş perdê” (dualî, an jî sêalî) bû. Ji wan hevraxeberdana hinek xwedîyê kemaleke kivş bûn. Awa, 7ê adarê sala 1919a di xanîyê wezîreta Fransayê ya parastinê da şêwrdarîya Lloyd Corc, Klemanso û Hauz derheqa pirsa Tirkîyê da derbaz bû. Hauz derheqa eserê wê rasthatinê da bi du hevoka dibêje: “Di nav gotebêja derheqa perçekirina Împêratorîya Tirkîyê da him Klemanso, him jî Corc pêşnîyar kirin, ku hindava Ermenîstanê û Konstantînopolê da mandatê qebûl bikin. Ez ser wê bawerîyê me, ku eger pêşnîyareke usa ber Dewletên Yekbûyî bê kirinê, ewê razî bibe”(15). Fesalbûna Hauz bi awakî sade tê şirovekirinê -ewî ne dixwest bide hayadarkirinê, ku berjewendîyên DAY di planên împêrîyalîstîyê yên perçekirina Tirkîyê da ser çi derecê ne.

Lloyd Corc bi dilekî vekirî serecema (naveroka) wê rasthatina navdar raber kir. Lê Hauz derheqa vê yekê da awa got: {Qet di fikra Amêrîkayê da tune, ku wan mandata hilde ser xwe (mandatên li ser Konstantînopolê û Ermenîstanê. -M. L.), lê ew derc dike, ku gerekê tevî wî karî bibe û bi hemûya ra tevayî wê qaranîyê hilde ser milê xwe jî, ji ber wê jî ew ser wê bawerîyê ye, ku ewê qayîl bibe mandatên Ermenîstanê û Konstantînopolê hilde ser xwe…”. Ewî paşê ser da zêde kir, ku Amêrîka wê razî bibe çavê xwe ji Anatolîyayê nebire. Piştî wê, min ji Klemanso ra got: “Ez dibêm, ku Fransa wê mandata Sûrîyê hilde”. Ewî awa li min vegerand: “Kîlîkîya jî”. Min got: “Ew îdî karê we û Amêrîkayê ye”. “Na,- ewî got,- daxazeke me hindava Kîlîkîyayê da tune, daxaza me ya tek-tenê Mûsil e, ku hûn qayîl bûne bidne me”. Ew bi wê yekê ra qayîl bû û got: “Emê her peymaneke we ya bi Amêrîkayê ra qayîl bibin”. Pey ra, gava ewî qala wê yekê kir, ku bi Klemanso ra tevayî li ser pirsa Sûrîyê jî sekinîne, got: “Min dawî got, ku Amêrîkayê mandatên Konstantînopolê û Ermenîstanê hilde ser xwe û wê guhdarîya wî wek kontrolê li ser Anatolîyayê be”; Fransa wê mandata Sûrîyê û wî perçê Kîlîkîyayê hilde, ku hela gerekê Amêrîka û Fransa derheqa wê da biryarê bidin; emê mandata Felestînê û Mesopotamîyayê, Mûsil jî nav da, hildin}(16).

Çavkanî:

  1. Lloyd Corc D. Rastî derheqa hevraxeberdanên aştîyê da. Cild I, rûpel 167.
  2. Organa konfêransê ya sereke, ku serekên hukumet û wezîretên karên der yên Îngilîs, Fransayê, DAY, Îtalîyayê û Yaponîyayê diketine navê.
  3. Gotina “Kurdistan” di têkstê da bi herfên îtalîk hatîye rêzkirin.
  4. Mîller Davîd Hunter. The Draftîng of the Covenant. N. Y.-L., 1928. Vol. II, rûpel 109-110.
  5. Dîsa li wir, vol. II, rûpel 220.
  6. Dîsa li wir, vol: I, rûpel 115; vol: II, rûpel 223, 226.
  7. Dîsa li wir, vol: I, rûpel 102; Howard H. N. The Partîtîon of Turkey, rûpel 221.
  8. Lloyd Corc D. Rastî derheqa hevraxeberdanên aştîyê da. Cild II, rûpel 5.
  9. Dîsa li wir, rûpel 9.
  10. Dîsa li wir, rûpel 199-200.
  11. Dîsa li wir, cild I, rûpel 529-531.
  12. Mîller D. H. The Draftîng of the Covenant. Vol. I, rûpel 186.
  13. PRFR. The Parîs Peaca Conference. Vol. III. Wash., 1943, rûpel 808.
  14. Howard H. N. The Partîtîon of Turkey, rûpel 220-221.
  15. Arşîva serhing Hauz. Cild IV, rûpel 227.
  16. Lloyd Corc D. Rastî derheqa hevraxeberdanên aştîyê da. Cild I, rûpel 252-253.

(dûmayîk piştî heftêyekê) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev