Zanayiya Prensîpên Ehlaqî (Knowledge of Moral Principles)

Zanayiya Prensîpên Ehlaqî (Knowledge of Moral Principles)

Alî Gurdilî

Terzê ravekirinê ya Immanuel Kant ê feylesofê alman e ku Kant bi vê yekê xwestiye ku bidestxistina prensîpên ehlaqî yên gerdênî û bêgav, rave bike. Kant di navbera zanayiya (zaninî, bilgi, knowledge) teorîk û ya pratîk de, paraleliyeke (rastênheviyeke) ava kiriye û gotiye ku zanayiyên me yên derbarê prensîpên ehlaqî de, gelekî dişibin zanayiyên me yên ku derbarê prensîpên zanistî de ne.

Lewre daraza ehlaqî ya ku dibêje ‘çi dibe bila be, divê meriv herdem rast bibêje!’ wekî prensîpekî dişibe wê daraza zanistî ya ku dibêje ‘guhêrîneke bêsebeb tune û sebebê her guherînekê heye’ û hemcure ne yan jî hilberên heman çalakiya zêhnî ne.

Em nikaribin çavdêriya hemû guherînan bikin jî, zêhna me derfeta fikirîna hemû guherînan dide me û lewma jî, em dizanin ku hemû guherînên ku rû didin, xwediyê sebebekî ne. Ji bo fikreke wiha jî, pêdivî pê tune ku em rabin sêvan û pirtekalan kom bikin û bi vî hawî xwe bigîhînin encamê.

Dîsa mîna vê rewşê, em dizanin ku divê meriv herdem rast bibêje û rastgo be jî û ne bi çavdêriya tevgerên Ehmed û Mehmed, lêbelê bi çalakiya xwe ya zêhnî me, em xwe digihînin vê encamê.

Li gor nêrîna Kant zanayiyên me herdem bi tecrûbeyan dest pê bikin jî, tu carî bi tecrûbeyan xwe bi sînor nakin. Aqlê me, ligel çavdêrî û întîbayên ku ji tecrûyên me têtin, derbarê nesne û bûyerên de jî, terzekî fikirînê jî dide me. Li gor vê yekê hem di zanistê de û hem jî di felsefeya ehlaqê de, di rewşeke ayan (diyar) de, em têgehên wê de yê bûyerên (olgu, kirû, fact) yekbar (tikel) bikar tînin.

Lewre tecrûbe di ehlaq û zanistê de, bi têgehên tevbar (universal, tümel) fersenda fikirîna gelemperî dide zêhma me.

Dema em çavdêriya wê bûyerê dikin, ligel guherîna di vê bûyerê de, zêhna me derbarê hemû guherînan de, sedemitiyekî jî lê bar dike. Mîna vê yekê aqlê me ê pratîk jî ne tenê di şert û mercekê ayan de, di hemû şert û mercan de, derbarê têkiliyên me yên civakî de dikare rê nîşanî me bide.

Axirê çawa ku aqlê ê me teorîk derbarê sedemitiyê de xwe digihîne encamên (daraz) tevbar û mecbûrî, aqlê me ê pratîk jî derbarê awayê kirinên me de, dikare xwe bigihîne encamên (daraz) tevbar û gerdûnî. Aqlê me di herdu rewşan de jî, xwe dispêre wê prensîpa ku di hemû şert û mercan de derbasdar e. Lewre mîna qanûnên fizîkê, qanûnên tevgera ehlaqî jî hene.

fr: connaisance des principes morals / tr: ahlaki ilkelerin bilgisi

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Alî Gurdilî

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev