Salên 1990î, Turgut Ozal û qebûlkirina hebûna Kurda

Salên 1990î, Turgut Ozal û qebûlkirina hebûna Kurda

Wergera ji Îngilizî: Welat Agirî

Di navbera Kurda de yekîtî gelek zeîf e û sedem jî ew e, ku Kurdistan di nava çar dewletan de hatiye dabeş kirin. Heke em komarên Kafkasyayê jî bijmêrin, dê were dîtin ku jimara dewletên dabeşker çara jî zêdetir in. Di rastiya xwe de sedemên wek dîn, ziman û cihêtiyên çandî, di Civaka Kurda de curbicurî û çêşîtdarî aniyê holê. Lêbelê bandora dewletên dagirker pir zêde ye ku di perwerdehî, xizmeta leşkerî, radyo û televîzyonên dewletê û sîstemên siyasî cihêbûneke wisa çêkiriye ku Kurd Kurdistanê bûnê Kurdên Îraqê, Îranê, Tirkiyê û Sûriyê.

Hin pirsên gelek hêsan ên derbarî Kurda de hene ku bêbersîv in. Pirsa derheq jimara Kurda yek ji van pirsan e. Bi texmînên çavkaniyên cuda, ev hejmar ji 10 mîlona heya 40 mîlonî diçe û wisa xuyaye ku ji bo netewperestên Kurd zêdebûna hejmarê ji hertiştî girîngtir e. Li ser bingeha rastî a serjimara Kurda agahiyên piştrast tune ne.

Tirkiyê, Îran, Îraq û Sûriyeyê hewl dida ku Kurda nav xwe de bihelînin, asîmîle bikin. Digel hewldana asîmîlekirina Kurda, tiştekî din jî heye ku wan dewletan tu car nexwastin Kurda bihêjmirin, bizanibin ka çiqas nifûsa Kurda di nav sînorên wan de heye.

Di bişaftin û helandina Kurda de, dewleta herî biîstiqrar û serketî Tirkiye ye. Li Tirkiyê heya van salên dawî hebûna Kurda hat înkarkirin, Kurdî wek zaraveyek ji zimanê wan hatibû îlankirin û li gel vê yekê Kurdî ji bo yekîtiya dewletê gefek bû ku hatibû qedexekirin.

Di dawiya salên 1980an de, bi awayekî eşkere qal û behsa hebûna Kurda hat rojevê û di sala 1991î de hukumatê qedexeyên li ser weşanên Kurdî rakir. Serokwezîrê Tirk, Turgut Ozal, ferdê yekem bû ku behsa girîngiya demografiya Kurda dikir û dîsa em dikarin bêjin ku serbestî û azadî jî bi saya serê Turgut Ozal hat herêmê.

Turgut Ozal behsa hebûna 12 mîlîon Kurdên Tirkiyê dikir ku ev jimar sedî bîst nifûsa Tirkiyê bû. Dibe ku Ozal jimar hinekî  zêde gotibe ku wateya wê jî, di derbarî pirsgirêka Kurd û zimanê Kurda de qanîkirina miletê Tirk e. Tirk qanî bûn ku li ser heman axa ku jê re Tirkiye dibêjin, Kurd xwediyê hejmareke mezin in.

Tirka bi vê qanîbûna xwe ve hewl dan ku cudatî û perçebûna nav Kurda bînin ziman û piştgiriyê bidin vê perçebûnê. Di nav Kurda de, hin kes ji aliyê baweriyê ve Elewî û hinek jî ji aliyê axaftinê ve Zazakîaxêv in, ku Zazakî jî zaraveyeke Kurdî ye, bi wan hewldanên Tirka ve, xwe ji Kurda cuda dîtin û dest bi muxalefetê kirin.

Werger ji: Diversity and Division Among the Kurds, Martin van Bruiness

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev