Tirkên kurd û Tirkîyeya Kurdistanê

Tirkên kurd û Tirkîyeya Kurdistanê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Xwişk û birayên hêja!
Îşev dê nivîseke balkêş pêşkêşê cenabê we bikim.
Divê bawer bikin an nekin, her kes bi qîma xwe ye û azad e.

Ez çendî ku suxrevanê Çanda Kurdî me û ne mêjûnas im, lê hin caran mêjû bi xwe bi ser min ve tê û min bêgav dihêle ku binivîsim. Mesele ev e:

– Çend hezar sal berî Zayînê, Kurdên Lorî împeretoriyeke pir mezin û berfireh avakirine. Lê mixabin mêjûnasên Kurd zêde ageh jê nînin.
Wê demê Mogolistan jî ketiye nava Împeretoriya Kurdan. Li wirê gelek karmend û leşkerên Kurd bi keçên wan re zewicîne û jimareke pir zêde zarûk ji wan re bûne. Herwekî îro bi çend sedhezarî zarûkên Kurd ji keçên Ewrûpî û welatên Rojavayê ku çêbûbin hene.

Çend sal berê, li Medyayê hate belavkirin ku goristaneke pir mezin li keviya Bedena Çînê derketiye holê, bi DNAyê peyitandine ku ew hestî tev ên Kurdan bûne.
Herweha îro li piraniya welatên “komarên Turkî” gelek nivîs li ser kêlik û zinaran hene ku navên “ÊLXANÊ KURD” hatine nivîsandin.

Piştî vegera Împeretoriya Kurdên Lorî ji welatên Rojhilatê, piştre ew zarûkên Kurdan ên ku li welatên xalanên xwe mabûn, her sal dihatin Kurdistanê û ji xwe re zad, qelî û pêdiviyên dî dibirin û dîsa vedigeriyan diçûn welatê xalanê xwe. Dema ew Kurd dihatin, her yekê xal, zarûkên xatîk û pismamên dayikên xwe jî ji bo hanîna tiştên xwarinê, bi xwe re dihanîn. Bi vî hawayî sedsal û hezarsal bihurîne…

Piştî Zayînê di sedsalên Yazdeh û Duwazdehan de, ew kesên ku nevî û nevîçirkên Kurdên Lorî bûne, ji Mogolistanê hatine Kurdistanê, li welatê bav û kalên xwe bi cih bûne û êdî venegeriyane, di nava Kurdên demê de bûne hevyek û mane.

Piştî hatina wan, navûdengê Kurdistanê ku wek “Enbara Xwarinê” ye li dinyayê xasma li welatên Rojhilatê belav bûye.
Piştre ew Mogolên ku Ereban gelek zilam ji wan wek kole anîbûn û piştre wek leşker di şeran de bi kar dianîn, hin ji wan jî reviyane hatine Kurdistanê û li ba xwarziyên xwe yên Kurd bi cih bûne.

Lê belê di nava Kurdên hatî de hin kesên ku bi nijada xwe ne Kurd bûne jî, bêguman hebûne; yên ku xalên Kurdan bûne, yên zarûkên xatîk û nevîçirkên xalan bûne jî hatine. Lê ewên wisa wek “Qereçiyê Mogolan” hatine binavkirin.
Îcar Kurdên Kurdistanê yên kevnare ji hemû hatiyan re gotine “Mogol” an “Tûr” piştre jî gotine wan “Turk”.

Di wan deman de li welatên Rojhilatê, miletên weke XAN, XALXAL, TÎBET, MIAO, ZUANG, QORE, MANÇÛ, TING, YAO, KAZAK, LISÛ û gelekên dî jî hebûne, lê çu kes ji wan nehatine Kurdistanê.

Çî ku henin hêzên leşkerî jî weke Cengizxan, kurê wî Hulago Xan, Alpaslanê nijadereb (weke Tirk tê binavkirin) û Têmûrleng hatine Kurdistanê û çend sal mane jî, lê piştre tev bi şûnde vegeriyane welatên xwe.

Îro hin hindikahiyên ku li Anatoliyayê hene û ku ne xwedanê axê ne, yanî axek bi navê wan tune, ji wan zêdetir kesên ku weke “Tirk” hatine hesibandin, hemû nevîçirkên Kurdên Lorî ne. Ji wan çi kesê ku li xwe bikeve gumanê, bila DNAya xwe bipeyitîne.

Jixwe li gor hin belgeyan, jimara kesên li Tirkiyê ku xwe ji dola Cengizxanî dibînin, li dora sê milyonî ye.

Bi kurtî ger bibêjim, mesele ev e:
– Ev nexşeya bi navê Komara Tirkiyê ku di 1923an de avabûye, seranser malê Kurdan e û beşek ji Kurdistanê ye.

(Belgeyê vê yekê heye, lê niha destûra min tune ku eşkere bikim.)

Bi hêviya lêkolînerên Kurd ku li ser vê yekê rawestin û serê xwe biêşînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev