Pirsa we û bersîva me – 26

Pirsa we û bersîva me – 26

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a nû ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva pirseke Zelala Koçer ha da. Li jêr em pirs û bersîvê raberî we dikin:

Pirsa Zelala Koçer û bersîva Nura Şane

Ez di pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan Mûradov da rastî vê gotina pêşîyan hatim:

Yekê – banzdokê
Bûn dudan – li hev badan
Bûn sisîya – agirê ber vêsîya
(an jî: Bûn sisê – li hev bûn asê)
Çar in – hevdu xwarin

Pirs: Gelo ev gotina pêşîyan tê çi maneyê? Hûn dikarin bi şiroveya xwe ronahîyekê bixine ser vê meselê?

Bersîv: -Yekê – banzdokê: Dema di malbetekê da jinek tenê heye (an dê ye, an jina yekî ye, an jî bûk e), wê demê ew zane ku her karê malê ewê bike. Hêvîya xwe danayne ser tu jineke din. Lema jî ji vira banz dide wira. Ango, yek e, banzdok e.

Bûn dudan – li hev badan: Dema di malekê da du jin hene û karê malê rast paravenakin, wê demê li dor hev dizivirin, weke ku hev ba didin. Karê wan zêde wext dixwe.

Bûn sisîya – agirê ber vêsîya: Dema di malekê da sê jin hebin, pir caran ji wana her yek xwe wek malxwêya malê dibîne û bi bawerîya wê herduyên dinê gerekê zêde karê malê bikin. Ji bo wê jî ew hereketê berê, ku bi tena serê xwe karê malê dikirin, ditemire, ango vêdise.

Çar in – hevdu xwarin: Bersîva vê pirsê weke ku zelal e, ji ber ku ew rewş ji a berî vê xirabtir e. Çar jin, dê, bûk di malekê da bin, her yek karê xwe wek xwe dike û karê her çar kesî jî ne bi dilê hev e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev