RIYA BER BI BAKÛR -2

RIYA BER BI BAKÛR -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Îro em beşa pêşin a bi sernavê ”Riya berbi Bakur -2” raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 85

(destpêka vê gotarê me berî heftêyekê çap kiribû)

Planên dewletên Antantayê yên sereke li vira bi awakî eşkere ber çavên me têne raxistin. Hindava problêma kurda da xuya dibû, ku dixwezin Kurdistana êtnîkîyê careke mayîn perçe bikin. Perçên wê yên di hêla başûr da derbazî bin hukumê Îngilîs dibûn, başûr-roavayê -Fransayê, roava û bakûr -Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî. Tenê Kurdistana Rohilatê wek mentîqeke Îrana padşatîyê dima, lê ew dewlet bi xwe jî him eşkere, him jî bi formalî (piştî îmzekirina peymana Îngilîs-Îranê ya 9ê tebaxê sala1919a) dibû kolonîya Îngilîs. Bi vî awahî, eger rastîyê keve, hema bêje temamîya erdê kurda yên Împêratorîya Osmanîyê û Îranê pareveyî li ser du perça dibûn -yê Îngilîs (li başûr û rohilatê) û Amêrîkayê (li bakûr û roava). Tenê perçekî biçûk ji Kurdistanê para Fransayê diket -axa li bakûrê Sûrîyê.

Awa, rewşa navnetewî, ku di dema mehên pêşin yên piştî şêr, xwesma destpêka xebata konfêransa aşîtîyê ya Parîsê da dora Kurdistanê saz bûbû, bi bingehê xwe va ji rewşa salên berî şêr û dema şerê hemcihanê yê yekemîn (dema ku peymana Sayks-Pîkoyê hate hazirkirinê) dihate cudakirinê. Lê, wek ku hûnê li jêr bibînin, ew rewşa nû jî mithîm (stabîl) nîbû û hema piştî çend meha dû hevraxeberdanên împêrîyalîsta yên surî (yên sê alî) ra bi hîmê xwe va guhêrî.

Em bêjin, ku konfêransa Parîsê wek berê kar dikir û diha zef bala xwe dida li ser dîdemên bi Rohilata Nêzîk ra girêdayî (diha pir bi formalî, ne ku bi rastî). Bi tivdarekdîtina biryarên bingehîn derheqa pirsa tirka ra tevayî (di nav wê da pirsên ermenîya, kurda, ereba û yên mayîn jî), dêtalên ne gelekî giring yên ser dereca duda û sisîya jî dihatine raçavkirinê, di nav wan da ew yek bona serekên konfêransê hewaskar bûn, ku fikrên nûnerên wan welat û mileta di wê hindavê da çiye, ku biryara qedera wan bi surî li wezîretên Antantayê da hatine biryardan.

Awa, li civîna Şêwra Deha ya 26ê sibatê sala 1919a xeberdana serekê ermenîya Avêtîs Aharonyan hate guhdarîkirin. Daşnaka de`wa axên li Tirkîyê -yên Kîlîkîyayê bi senceqa Meraşê, wilayetên Erzurumê, Bîtlîsê, Wanê, Dîyarbekirê, Xarpûtê, Sivasê û perçekî wilayeta Trabzonê ya berbi derya Reş dikirin. Ji vê axa mezin tenê navçeyên kurda Hekarî û başûrê wilayeta Dîyarbekirê û herwiha çend navçeyên xurû tirkî ne ketibûne navê(17). Bi vî awahî, daşnaka piranîya erdê kurda yên li Anatolîya Rohilatê jî kiribûne nava “Ermenîstana Mezin”. Em bêjin, ku Antantayê qet guh ne dida ser planên dewletmezinîyê yên serekên “Komara Ermenîstanê ya dêmokratîyê” û qet jî di fikra wê da tunebû serxwebûna rast bide gelên wan erda, di nav wan da ermenîya jî.

Berî wê guhdarî danîne li ser xeberdana emîr Feysal, ku serekekî serhildana ereba ya dijî Tirkîyê bû û hevalbendê Îngilîs bû û lawê şerîfê (hukumdarê) Mekkayê Huseyn îbin Alîyê ji malbeta Heşîmîya bû, ku nav musulmana da navdar e. Îngilîsa hêvîya xwe danîbûne li ser wî bona Sûrîyayê ji dest xwe bernedin, ku bi peymanên di nav hevalbenda da biryar kiribûn bidne Fransayê. Protokolê da wa hatibû nivîsarê: “Emîr Feysal di mêmorandûma xwe ya 29ê çileya paşin da, ku raberî konfêransa aşîtîyê kirîye, de`w kirîye serxwebûnê bidne wan hemû gelên Asîyayê, ku li başûrê xeta Aleksandrett (Îskenderûn.- N. W.) -Dîyarbekirê dijîn û bi erebî dipeyîvin. Bi gotina wî, hemû miletên wê navçê bi erebî dipeyîvin, hemû ji kokekê nem -koka sêmîtîyê; miletên mayîn ji selefekê (ji 1%) kêmtir in”(18).

Hewildana Feysal, ku li konfêransa aşîtîyê ya Parîsê da bigihîje wê yekê, ku serxwebûnê bidne ereba, bê bingeh bû. Ew ne ew cî bû û ne ew dem bû, ku bikaribûya hema hinekî bi ser keta. Xuyaye, ku Feysal bi xwe jî ew yek derc dikir. Lê di xeberdana Feysal da, ku paşê bû qiralê Sûrîyê û Îraqê û malbeta wan bingehvanê Heşimîyan e û niha jî qiralîya Erebistana Rohilatê dikin (li Ûrdin), cara pêşin ew motîv zelal hate bihîstinê, ku hinkûfî komên serkarîkir yên Îraqê û Sûrîyê ne hindava karkirina di hêla civakî-sîyasî da; ewana qet hesabê xwe nakin, ku li bal wan jî pirsa miletîyê heye û hindava gelê kurd da, ku bi jimara xwe va li wan welata gelê duda ye, sîyaseta şovînîstîyê derbaz dikin. Feysal eşkere de`w dikir, ku axên Kurdistana Başûr û Başûr-Roavayê jî bikine nava dewleta, ku “ew ser wî guhî radiza”, ku wê bê damezirandin.

Em bidne kivşê, ku hazir guh ne dane emîrê ereba û daxazên wî. Bona hevalbenda û xwesma bona Îngilîs Feysal tenê di derecekê va bala wana dikişand: wek mirovekî sîyasî, ku bi alîkarîya wî dikaribûn pirseke Rohilata Nêzîk ya ji bo împêrîyalîsta hewaskar safî bikin, û di nav wan pirsa da -pirsa kurda jî. Em vira perçekî nama wezîrê Brîtanîyayê mîrlaw A. Mîlner bînin, ku ewî 8ê adarê sala 1919a “germe-germ” ji Lloyd Corc ra şandîye: “Eger em bibine navçîgarekî helal di navbera Fransayê û Feysal da û alî Fransayê bikin, ku ji vî halî derkeve û Feysal bidne qanekirinê, ku bi wê ra li hev bê, em gerekê derheqa wê yekê da jî bifikirin, ku Fransa hindava xwe da gerekê wî sozê xwe bi cî bîne, ya derheqa Mûsilê û Felestînê da”(19).

Tenê di vê çarçovê da ber Feysal pelepistûkî dikirin, ku belkî wîya bi kar bînin seba berjewendîyên Îngilîs pêk bên. Ji ber ku hîç kes dernedikete dijî wê, ku Îngilîs gerekê bibe xwedîyê hebûna Felestînê, bîr anîna pirsa derheqa Mûsilê da xwedî kemaleke giring bû; gotina derheqa “bi kûrayî lênihêrandinê” jî hêjayî guhdarîyê bû. Dibe îngilîs hêvîya xwe danîbûne li ser wê, ku fransiz wê bi dîplomatî piştgirîya wan bike.

Fikra kurda jî hate raberkirinê, ku li konfêransa aşîtîyê da bê minaqeşekirinê. Derheqa wê pirsê da gênêral Şerîf paşa 22ê adarê sala 1919a peyivî. Xudanê mêmorandûmê li konfêransê wek “serekê dêlêgasyona kurda” peyivî û bilî wî, kesî wî wek serek qebûl ne dikir û dêlêgasyon bi xwe jî tunebû. Di wê dokûmentê da “daxazên qanûnî yên gelê kurd” dihatine raberkirinê, yên ku derdiketine dijî “daxazkarîyên bi awayên împêrîyalîstîyê yên Ermenîstanê”. Ewî daxaza damezirandina dewleta kurda ya serbixwe dikir û wek bingeh “14 xalên” W. Wîlson dianîn, yên ku derheqa wê yekê da bûn, ku milet gerekê bi xwe qedera xwe biryar bikin. Ewî ji alîyê kurda da zevtkirina erdê ermenîyên mihacir efû dikir û pêşnîyar dikir komîsyona navnetewî saz bikin, ya ku gorî “prînsîpên mileta” gerekê ew ax bikirana nava dewleta kurda, li ku piranîya binecîyan kurd bûn. Hewildayîn hebû, ku perça Kurdistana Îranê jî bikine nava Kurdistana serbixwe.

Mêmorandûmê da sînorên êtnîkîyê yên Kurdistana Tirkîyê jî hebûn, yên ku ji bakûra sînorê Kavkazê ra derbaz dibû, li roavayê -bi xeta Erzurum-Erzîncan-Arebkîr-Divrîgî, li başûr -ji çiyayên Şengalê berbi Tel-Efarê-Erbîlê-Kerkûkê-Suleymanîyê-Senne (Senendec), li rohilatê -bi xeta Rewandûz-Başqele û dû ra bi sînorê Îranê ra hetanî Araratê. Bi vî awahî, piranîya wilayeta Mûsilê jî dikete nava Kurdistana Tirkîyê. Daxazkarîyên ermenîya yên hindava wilayetên Dîyarbekirê, Wanê, Erzurumê û Bîtlîsê berk dihatine înkarkirinê. Di dokûmêntê da dihate gotinê, ku dewlemendtîyên binerdê Kurdistanê gişk gerekê yên kurda bin(20).

Kardarîya mêmorandûma Şerîf paşa ya sîyasî ser dereca sifirê bû. Serekên konfêransa Parîsê ne guh dane wê dokûmêntê, ne jî amadekarê wê, ji ber ku li pişta wan tu kes tunebû, ku pê ra hesab rûniştana. Îdêya Kurdistana serbixwe, ku zûtirekê li Parîsê û der-dorê wê deng derxist, ne xema wan bû û ew ne ketibûne tefekûrîya gelê kurd, lê ewqasî li ser disekinîn, çiqasî ku ew gorî berjewendîyên wan yên împaratorîyê bûn. Ji ber wê jî xeberdana Şerîf paşa ya li konfêransa Parîsê karê kurda qet bi misqalekê va jî pêş ne xist. Hovard hela ser da Şerîf paşa bi nav kir wek “nûnerê tirkên lîbêral, ku bona şêr cabdarîyê nakişînin”, û ew bi rastî jî “bona yekîtîya erdê Tirkîyê şer dikirin”(21).

Hilbet, ew ne usa ne. Şerîf paşa fikra pareke nasyonalîstên kurda dida ber çava, yên ku mêla xwe danîbûne li ser Antantayê û plan amade dikirin bona bi alîkarîya wê Kurdistana yekgirtî û serbixwe damezirînin, ku wê nûnerên malbetên bi nav û deng serokatî lê bikirana. Lê hukumê wê para nasyonalîstên kurda sist bû, lê ya sereke -pevgirêdanên wan bi şerkarîya kurda ya azadarîyê ra tunebûn. Lema jî hemû hewildanên wan, ku di konfêransa Parîsê da rolekê bilîzin, bi ser ne ketin. Xalên mêmorandûma Şerîf paşa yên derheqa ermenîya da jî ew fikir pêşda anîn, ku ew bi sîyasî yekî dûrdîtî nîne. Ew pirs bona wê demê lê ne dihat, ji ber ku di leyîstoka dîplomatîyê da ya dora pirsa Tirkîyê, hemû tevgelên sereke yên konfêransa aşîtîyê bi her awahî dixwestin karta ermenîya jî bi kar bînin û bi bêwijdanî bi derd û kulên gelê ermenîya ra bileyîzin.

Aşûrîya jî hewil dan, ku li konfêransa Parîsê da pirsên xwe raxine ber çava, yên ku berî şêr rex kurda, an jî di nav wan da ser axekê dijîtin (piranî li Hekarîyê), lê paşê gelek ecêb-nenere hatine serê wan û niha de`w dikirin, ku qe na bihêlin vegerine cî û warên xwe. Pirsa aşûrîya ya miletîyê di wê demê da him wek pirseke serbixwe xuliqî, him jî wek pareke problêmên Kurdistanê û Ermenîstanê. Serekên aşûrîya gelekî gumana xwe danîbûne li ser sozdayînên der-dorê Wîlson, lê ew di hesabê xwe da şaş derketin. Ji kurda jî kêmtir guh dane ser problêmên wan, lê îngilîsa qet ne hîştin, ku nûnerê aşûrîyên Îraqê bê Parîsê jî(22). Hevalbenda biryar kiribûn qedera aşûrîya û miletên Rohilata Nêzîke mayîn yên kêmjimar bêy wana biryar bikin, ango, bi daxaza dilê xwe.

17ê hezîranê sala 1919a nûnerê Tirkîya têkçûyî Damed Ferîd paşa li konfêransê xeberda. Ewî mêmorandûmek raberî Şêwra Deha kir, li ku digot, ku ew gunehkarîyên ku îttîhadîsta hindava xaçparêza da pêk anîne, beramberî wan gunehkarîyan e, ku dema şêr da anîne serê “sê mîlyon musulmana”. Bi vê yekê va hukumdarên nû yên Împêratorîya Osmanîyê îzin didane xwe, ku ji serketîyan de`wa lêborînê bixwezin, berî her tiştî di pirsên axê da. Dêlêgasyona Tirkîyê hewil dida Antantayê bide bawerkirinê, ku milkê wê yê di nav Asîyayê da di împaratorîyê da bihêle. “Rêza çiyayên Tavrosê,- Ferîd paşa digot,- ji xeta jihevcudabûnê zêdetir tiştek nîne. Navçeyên, ku li ser wê têne hesibandin, ji derya Navwelatîyê bigre hetanî derya Erebistanê, rast e, yên binecîyên usan in, ku bi tirkî qise nakin, lê ewana bi ruh û canê xwe va bi Konstantînopolê va girêdayîne û hesînên wan diha kûr in, ne ku yên miletekî, ku di herdu alîyên Tavrosê da dijîn; bîr û bawerî, fikirdarî, hesîn û berjewendîyên wan eynî ne.

Ew yekîtîyeke hevgirtî ne û jihevcihêkirina wan wê bona aşîtî û rehetîya li Rohilatê tehlûke be”(23).

Bi vî awahî, bi bîr-bawerîya wezîrê mezin, tevî milkê Asîyayê yên mayîn, gerekê piranîya perçê Kurdistanê jî di bin destê Tirkîyê da bimîne. Lê li Parîsê kesî guh neda ser wê fikrê. Hewildana Ferîd paşa li ser dêlêgeyên konfêransê tu tesîr ne kirin. Balfûr, ku di xeberdana xwe da bersîva wî da, malwêranîya hukumdarîya Tirkîyê bona hemû miletên ne tirk anî ber çava û got: “…ji ber ku Tirkîya bêy tu sebebekî an jî em bêjin, bi riya şerletanîyê avîte li ser dewletên Antantayê û di wî şerî da da der, ser pişta serketîyan borcek heye, ku bi xwe qedera gelên cihê-cihê yên li ser axa Împêratorîyê biryar bike. Şêwra dewletên hevalbend û yên mayîn dixwezin wî deynî gorî daxaz û berjewendîyên wan mileta pêk bînin”. Mêmorandûma Damed Ferîd paşa tam hate înkarkirinê(24).

Em bawer nakin, ku serekê dêlêgasyona Tirkîyê hesabê xwe kiribû, ku wê bi mîsîya xwe li paytextê Fransayê bi ser keve. Lê dîsa jî, ji Tirkîyê ra zelal bû, ku dewletên Antantayê berk biryar kirine, ku temamîya axa ne tirka, herwiha ya kurda jî, ji Împêratorîya Osmanîyê biqetînin, û di wî karî da taqeta Tirkîyê wê tunebe, ku ber xwe bide. Qedirê Stembolê careke dinê ket, vê carê bi resmî.

Reng û rûyê Tehrana resmî jî li meydana navnetewî da xeyîrî bû. Dêlêgasyona Îranê, ku hatibû Parîsê, bi Pişkavkazê, Merwîyê û Hîwayê ra tevayî, de`wa “Asîya Biçûk hetanî Ferêt dikir, ango Kurdistan, Dîyarbekir û Mûsilê”, ku Temperley ew yek nav kir wek “xewnerojkên rojên buhurî yên Farizistana sîyanet”(25). Tiştekî balkêş e, ku di pirsa kurda da fariz tew ji tirka jî wêdatir çûn û hema bêje dane navê, gava dixwestin temamîya Kurdistanê hûfî xwe bikin. Em bidne kivşê, ku gerekê ne tenê wek ecêbeke dîplomatî li vê gavê binihêrin. Konfêransê biryar kir îdî hew guh bide dêlêgasyona Îranê, ji bo ku ew de`wa parîyê mezin dike(26).

Awa, welatên Rohilata Nêzîk, ku ji parevekirina bi cûrê împêrîyalîstîyê zirarê ketibûn, gilîyê xwe gotin, lê bawerîyên wan bêy guhdarîke mezin hatine bihîstinê, an jî hatine înkarkirinê û tu tesîrek li ser xebata dûwerojê ya konfêransa aşîtîyê li Parîsê ne hîştin. Rast e, em nikarin bêjin, ku xeberdanên nûnerên gel û dewletên navça Rohilata Nêzîk li Parîsê pûç û vala bûn. Dem diguherî û ew, çi ku di dewrana kolonîyalîzmê da qet fikra tu kesî ra jî derbaz ne dibû, gava qedera milet û dewleta bêy tevgelîya wan dihate biryarkirinê, îdî piştî dewrana Oktobirê mileta xwe tev da, împêrîyalîzm û kolonîyalîzm îdî wek berê nikaribûn ya xwe bikirana. Em çi jî bêjin, lê konfêransa aşîtîyê ya li Parîsê, ku sala 1919a hate derbazkirinê, di nav dîrokê da hemcivîna navnetewî ya yekemîn bû, li ku nasyonalîzma gelên Rohilata Nêzîk, herwiha ya kurda jî derkete ser avê. Û hêja ye, ku ev îzbatî di dîrokê da bê kivşkirinê, ji ber ku ewê kemala bûyareke nû û giring dianî ber çava. Hevalbenda di wê demê da ew yek bendî tiştekî hesab ne kirin, û berî her tiştî ji ber wê, ku nûnerên Rohilatê yên li Parîsê nikaribûn ne gelê xwe, ne jî welatê xwe wek lazim e bidin naskirin, lê dêlêgasyonên Tirkîyê û Îranê bawerîyên dijî gelên di nav xwe da dîyar kirin û ew yek bona her kesî bêlî bû.

Bin perda xeberdanên derheqa wê da, ku milet gerekê bi xwe qedera xwe biryar bikin (bona wê carna dihîştin dêlêgeyên cihê-cihê yên Rohilata Nêzîk bêne Parîsê), xebata dijwar ya di hêla parevekirina mandata da berdewam bû. Pirs di navbera dêlêgasyonên Îngilîs, Fransayê û DAY da dihate safîkirinê. Ji tivdarekdîtina wî karî hetanî safîkirina wî rêyeke dûr û dirêj hebû. Karê herî zehmet ne ku kivşkirina para “mîrata Ottomanîyê” ya ji bo Îngilîs, an jî Fransayê bû, lê ya Amêrîkayê bû, ku bi peymana 7ê adarê sala 1919a bi tomerî hatibû biryarkirinê.

Çavkanî:

  1. PRFR. The Parîs Peaca Conference. Vol. III. Wash., 1943, rûpel 153.
  2. Lloyd Corc D. Rastî derheqa hevraxeberdanên aştîyê da. Cild II, rûpel 227.
  3. Dîsa li wir, rûpel 273-274.
  4. Gênêral Sherîf Pasha. Memorandum on the Claîms of the Kurd People. P., 1919; Orîente Moderno. no: 2, 15 Luglîo 1921, rûpel 72-73.
  5. Howard H. N. The Partîtîon of Turkey, rûpel 226-227.
  6. Orîente Moderno. no: 2, 15 Luglîo 1921, rûpel 75; Matveyev K. P. Aşûrî û prolêma aşûrîya di dema nû û here nû da, rûpel 110-112.
  7. Lloyd Corc D. Rastî derheqa hevraxeberdanên aştîyê da. Cild II, rûpel 203.
  8. Dîsa li wir, rûpel 206.
  9. A Hîstory of the Peace Conference of Parîs. Ed. by H. W. V. Temperley. Vol. VI. L., 1924. rûpel 211.
  10. Binhêre: Lemîn Î. M. Sîyaseta der ya Brîtanîyayê ji Versalê hetanî Lokarnoyê. 1919-1925. Moskva, 1947, rûpel 201: Îvanov M. S. Nivîsên derheqa dîroka Îranê da. Moskva, 1952, rûpel 270-271. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev