Helbestên Xaylaza Reşîd me dilnazik dikin

Helbestên Xaylaza Reşîd me dilnazik dikin

EZ MELÛL IM

Ez melûlim, ne serxweş im
Wek werdeka hûr dimeşim
Lê tu dûrî te digerim
Per û baskê min diweşin.

Der û dorê min xike xalî
Çevê min rê ya te her alî
Bey te emir çi min ra ne,
Çi jîyaneke xem û xeyalî.

Ev tebyeta têr e tijî
Herkes ji xwe re kerr lal dijî
Tenê ez im guneh merûm
Herro digrîm kelam tijî.

Xwezî bahatayî mîna teyra
Hêdî te ser konê min danî ya
Min ê xwe biqincilanda hev da
Xwe bida bin perê te da…

 

WEY ZALIMO…

Wey zalimo birîndar im
Wey zalimo evîndar im
Birîn dêşe pê nikarim
Şev û rojan pê dizarim.

Rêngam kur e gelek dûr e
Li min nîne tu destûr e
Dewsa xeman bûne şûr e
Ça bikim lawik ji min dûr e.

Xwezî lawik jêlva bê ye
Ezê pêxas herime pêşiyê ye
Xwe bavêjime hemêzê ye
Xwezî lawik dîsa bê ye…

 

ÊDÎ NE JÎ HEYÎ TU

Sîng û berê min zozanî

Dîyariya te bû tu zanî

Sîng û berê min zozanî

Te konê xwe lê danenî.

Gaz gerdenê çîle qerqaş

Te lê seyr nekir nemam

Rondik barîn li çavêd qaş

Dinya ber min bû xumam.

 

Dev û diranêd wa şekirî

Te tehm nekir ji buhuştê

Agirek ser min de barî

Tu runeniştî li teniştê.

 

Zar û zimanê bilbila

Xul xula evan peyiva

Ka te fêm nekir ji dila

Ez roj bi roj çûm bin ve.

 

Bi xwe me Xatûneke jîr

Tu qey zanî carîk im

Boy te mame bê tivdîr

Bêje ez ka çi bikim ?

 

Alem bo min tev dijmine

Sebeb tenê tu yî, tu,

Emir mir tiştek lê tune.

Êdî ne jî heyî tu.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev