“JI HERDU KEÇAN WÊ DIYA YEKÊ…”

“JI HERDU KEÇAN WÊ DIYA YEKÊ…”

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner/nivîskar

(meseloka folklorî)


Dibêjin zilamek hebûye, du keçên xwe dane mêr. Mêrê keçekê Torî bûye û mêrê yekê Bişêrî bûye.

Zavayê Torî rezê wî hebûye û tiriyê xwe dikir mewîj pê debara malbata xwe dikir, zavayê Bişêrî jî titûn diçand û pê debara malbata xwe dikir.

Demsal payîz bûye.
Zavayê Torî tiriyê xwe tev quraftiye û wek miştaxe guşiyan li erdê raxistiye, da li ber tavê hişk bibin, pişt re bibe bifiroşe û her roj dua dike da baran nebare.
Zavayê Bişêrî jî şirîdên titûna xwe li binê çardaxê daleqandine û dua dike ku baran bibare, da rewa li titûna wî bixe û belg nerm bibin, bike destik û bibe bifroşe.

Rojek ji rojan herdu zave digel jinên xwe çûne mala xwezûrê xwe. Piştî şêvê bûye giregira ewran û brûsk vedaye, şirqînî bi erd û ezman ketiye û bûye dingezing…

Zavayê Torî hema destê xwe bi jor ve hildane û gotiye:
– Ya Xwedê, tu van ewran bifirikînî û nehêlî ku baran bibare. Yanena dê mewîjê min tev li erdê di nava alavê de bimînin û bibin herî.

Zavayê ku ji Bişêriyê ye jî, hema herdu destên xwe bilind kirine û gotiye:
– Ya Xwedê tu baraneke xurt ji van ewran bibarînî da titûna min nerm bibe. Yanena, wê dereng bikeve û zarûk birçî bimînin.

Xesuya wan gotiye xezûrê wan:
-Ev herdu zavayên me her yekê gotineke vayijê hev dibêjin. Wê halê wan bibe çi?

Xezûr hêdîka gotiye jina xwe:
– Îşev ji herdu keçên te, wê her di maka yekê bête g…..n, êdî ka kîjan ji wan e nizanim…

(Îcar wê ji EVET û HAYIRê di maka yekê ji wan bête g… îcar ka wê kîjan be?)

(Ev meselok seydayê hêja MŞ bi riya telefonê gotiye min.)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev