ÇARŞEMA SOR E

ÇARŞEMA SOR E

Helbesteke xweş ji qelema helbestvana me ji

Ermenîstanê Hinara Tajdîn derheqa cejineke dînê êzdîtîyê da

 

Hinara Tajdîn 

Êzîdxana min, daykam birîndar,
Hova te dane ber şûrê zilfeqar,
Nizanin çîye şeref, şerm û qar
Çar heydara rabûn ça gurê har,
Cangorîyê me ketin erdê sike sar.

 

Dora me kirine çenge û bagere,
Bîna xwîna bê sûca kete her dere,
Paşî fermanê hat Çarşema Sore,
Destê dayîkê sistbûye, ew nikare
Hêkesorê heft rengke bi nexş, nîgare.

 

Melekî Tawus li jorda kire heware,
Wek rabe ser pîya dayka birîndare,
Dayïk bike kare, bike ra û tivdîre
Derên tev bikin cejna Çarşema Sore,
Çêkin dîlana xwe qurna ew dor bi dore.

 

Êzîdxana min, veşart piş perda dîla
Ew xemêd giran, boxça derd û kula,
Rabû, boyaxkir bi hêsira, hisreta dila
Neqişand Çarşema Sor mîna her sala
Ew şa nekin dilê wan dijmin û neyara.

 

Rabin êzdîno, werin topbin dîlanê,
Bireqisin, hev pîrozkin hûn ewê cejnê,
Ew cejna mileta ra bîne xêr, bereketê
Zarok nemînin histuxwer, sêwî, bê dê,
Dayîk nebin kur mirî, ceger qulkirî.

 

74 cara ew zulma giran bi destê hova
Êzîdxana şêra ser kutika bû birîndare,
Lê dîsa, daykê me dikin kevantîyê mala
Naz, nemeta hazir dikin heft tema, renga
Bibhên xarîta wê cihanê ew def û denga.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev