
Piştî serlêdana CHP-ê û HDP-ê Baroya Stenbolê jî nerazîbûna xwe ya li ser encamên referandûmê eşkere kir.
Baroya Stenbolê ku yek ji mezintirîn baroyên dinyayê ye, Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Sadî Guven û endamên wê da mehkemê.
Baroya Stenbolê bi hinceta ku ‘guhertina encamên hilbijartinê’ û ‘bikaranîna wezîfeya xwe bi xirabî’ bi kar anîye, serokê YSK-ê û endamên wê da mehkemê û li ser wan doz vekir.
Di serlêdanê de hatiye gotin ku Qanûna Hilbijartinê dibêje ku zerf û pusulayên bêmor betal in û tişta ku YSK , Serokê wê û endamên wê kirine sûc e.