Mehmed Uzun û rastîya jîyana Evdalê Zeynikê -1

Mehmed Uzun û rastîya jîyana Evdalê Zeynikê -1

Di vê gotarê da analîzeke heralî heye derheqa jîyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê da û derdikeve holê, ku gelek malûmatîyên di gotarê da hene, di pirtûka nivîskarê mezin Mehmed Uzun “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê” da cî ne girtine. Em bi hêvî ne, ku bi saya serê vê gotarê zanebûnên we derheqa dengbêjê me yê hema bêje herî mezin da zêde bin.

Em îro beşa wê gotarê a pêşin çap dikin. Beşa duduyan emê sibê biweşînin.

Zerdûşt Öztürk

Xwendevanên hêja, heye ku sernavê nivîsê bala te kişandibe. Tu neheq jî nînî. Sernav, du kesên navdar ku di edebîyata me de cîh girtine nîşan dide. Yek ji wan hostayê qedîm û qedir bilind Evdal e, yek ji wan jî nivîskarekî me yê naskirî Mehmed Uzun e. Evdal di edebîyata me yê devkî, Mehmed Uzun jî, di wêjeya niviskî de cîh girtine. Her wiha yek dengbèj e, yek nivîskar e. M. Uzun nivîskarekî romana kurmancî yê mezin e, berhemên wî malê gelê kurd in, lê tu nivîskarek 100% bê kêmasî nabe, Mehmed Uzunê rehmetî jî.

Wek ku tê zanîn Mehmed Uzun çend romanên baş bi zimanê Kurdî nivisîye û zimanê me pê qenc kirîye. “Sîya Evînê”, “Bîra Qederê”, “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” û “Hewara Dijleyê” romanên sereke yên Mehmed Uzun in. Yek ji wan romanên jî “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê” ye. Di heman demê de, ev roman mijara vê nivîsa me ye jî.

Mehmed Uzun di vê romana xwe de, wekî ku di navê pirtûk de jî xûya ye, behsa jîyan û hunera Evdalê Zeynikê dike, çîroka wî pevdixe.

Belê, yên ku Evdal nas nakin, di derheqa jîyana wî de xwedîyê agahîya nînin, pir ji vî romanê hez kirin. Bi rastî, çi derew bikim, ez bi xwe jî, ji zimanê vî romanê, wek romanên din, pir hez dikim û diecibînim.

Lê mixabin roman, ji ber ku romanek dîrokî ye, xwedîyê gelek şaşîyên girîng û her wiha mihtacê gelek rexna ne. Jixwe emê di vê nivîsê de, van şaşîyan nîşan bidin û pêşkeşî bala we bikin. Lê ew gorî min şaşî ne, ango ew fikira min a şexsî ye.

Mehmed Uzun, di romanê de jîyana Evdal bi giştî li ser agahîyên şaş pevdixe û ji rastîyê gelek dûr disekine. Mesela zewaca Evdal bi Gula File re ne rast e, Temo kurê Evdal bixwe nîne, kesên wek Meyro yan jî Tavbanû û Bengîn, di jîyana Evdal de tune ne. Di romanê de, ji serî heta binî, behsa gundê ku Evdal lê bûye, nake. Paşê xeletîk din heye, ku gelek girîng e, divê qet neyê qebûl kirin, ew jî, Tahir Xan e.

Evdal, wekî ku di romanê de tê ziman, dengbêjê Tahir Xan nîne, dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa ye. Ev rastî, him di dîrokê de, him jî di kilaman de eşkere ye.

Emê yek bi yek li ser van mijara hûr bibin, lê divê berê, em bi kurtasî li ser roman û romannivîsîyê bisenin.

Roman

Wek tê zanîn, roman li ser kesekî, şexsîyetekî yan jî li ser serpêhatîyan ava dibe. Jîyana wan ê dervayî, yan jî hal û hewalên nava dilê wan, bi awakî kronolojîk, li ser rûpela, bi metodolojîyek mantiqî, hisî û hunerî bi rêz dike. Çîrokan dûr û dirêj pevdixe.

Gelek celebên romana hene; romanên romantîk, realîst, dîrokî, hîsî, estetîk, psikolojîk, fantastîk û her wiha, tev ji hev cûda cûda ne.

Di nav van da yên herî balkêş romanên dîrokî ne. Di edebîyata dunyayê de mînaka yekem nivîskarê Îngilîz Walter Scott e. Naverokên romanên dîrokî, bûyerên di nav serdemên cûda yên dîrokê de, bi metodek kronolojîk tê pevxistin. Ev jî di nav xwe de, wek gotîk, tore, qewimîn û her wiha xwedîyên celebên cihêreng in. Qehremanê romana dîrokî, dikare şexsîyetên rastî be jî, dikare xeyalî be jî. Lê divê naverok û çîrok rast be, weke ku dîrokê de çawa qewimîye, her wisa be. Romana dîrokî, dikare bi hin pevxistinên xeyalî bixemile, lê di bingeha xwe de, divê ji rastîyê dûr nekeve û naveroka çîrokê bi gorî dilê nivîskar neguhure.

Wekî ku tê xûyan, form û regeza romana, bi taybetî romana dîrokî mînanî agahîya jorê ye. Emê bi vê referansê li ser romana “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê” hûr bibin. Lê dive em berîya wê, bi kurtasi, çav biavêjin jîyana Evdal.

Bi kurtasî Evdalê Zeynikê

Di sala 1800 de li gundekî Seregolê, li Cemalvêrdîyê tê dinyayê. Navê bavê wî Mistefa, navê dayîkê Zeynê ye.

Evdal hê 3 salî bûye bavê xwe winda dike. Dîya wî bi serê xwe Evdal mezin dike. Ji ber vî jê re dibêjin “Evdalê Zeynikê”

Evdal li Cemalvêrdîyê heta 30 salîya xwe rêncberîyê dike. Piştî 30 salîya xwe, tê gotin ku Evdal xewnek dibîne, nexweş dikeve û bi mehan ji nav nîvîna dernakeve. Evdal di demajoya pakbûnê de dest bi melodîyan dike û klam jê tên…

Her wiha Evdal, dibe dengbêjê Seregol û Serhedê. Navdengê wî diçe digihîje Surmelî Mehmed Paşa. Paşa Evdal hildide dewat û dîwanên xwe, Evdal dibe dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa.

Evdal di wan deman de du dengbêjên bi nav û deng, di dîwan û dewata de têk dibe. Tê gotin ku Şêx Silê sê roj, dengbêja File Gulê ancak dikare heft roj li ber Evdal berxwe bide. Evdal her wiha dibe “Şahê Dengbêja…”

Her çiqas ku hezkirîyên wî, ewî wek şahê dengbêja bi nav dikin jî, ew her tim dibê “ez bavê Temo me” û di kilamên xwe de her gazî Temo dike …

Gava Surmelî Mehmed Paşa li ser navê Dewleta Osmanî diçe Kozanê, ser Avşara, diçe Edenê ser Kozanoğlu Evdal jî pê re ye.

Rêya sefera Kozanê ji Dersimê re derbas dibe. Hevnasîya Evdal ya bi Dêrsim re û kilamên li ser Dêrsimê ji vê seferê tê.

Surmelî Mehmed Paşa li Kozanê wefat dike, Evdal jî dizvire tê Serhedê.

Nivîskar Yaşar Kemal, Evdal Zeynikê wekî “Homerosa Kurda” binav dike.

Evdal 113 sal emir kirî ye. 1913 de wefat kirî ye. Mexberê wî îro li İntabê, li gundê Melehesen e.

Em êdî dikarin berê xwe bidin romanê…

Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê

  1. Sîpanê Xelatê

Roman bi Sîpanê Xelatê destpê dike, dîsa li Sîpanê Xelatê bi dawî dibe. Di romanê de Evdal gelek cara bi Gulê û Temo re, car caran bi şagirtên xwe re diçe Çîyayê Sîpanê û li wê derê kon vedigre, dem û demsala derbas dike. Jixwe di dawîya romanê de jî, nivîskar Evdal dîsa dibe ser Sîpan û Evdal li wê derê wefat dike.

Xwendevanê hêja, ez ji bo vê nivîsê gelek li ser vê mijarê hûr bûm. Min li çavkanîyên ku ez gihîştimê û li naverokên kilama tevlihev kir, ez rastî çûyîn û hatina Evdal ya Sîpan nehatim.

Min ji kesên wek Ahmet Aras, Fehmî Atmaca jî pirsî. Ew jî dibên, “heye ku Evdal qet Sîpanê Xelatê nedîtibe jî.”

Belê di hin kilama de behsa Sîpan dibe, lê em nikarin bêjin ku Evdal çûye Sîpan û li wir maye. Li ser vî daneyek berbiçav di destên me de tune ye. Em dibên ku nivîskar jî xwedîyê daneyek nebûye. Li vir em dikarin qebûl bikin ku nivîskar di sînorê formata romannivîsînîyê de maye û ji ber xwe nivisîye.

Lê di vir de heqê me heye ku em pirsa Çîyayê Qertewîn ji nivîskar bikin. Gelo çima qet behsa Qertewîn nekirîye? Heye ku haya wî ji Qertewîn tunebûye. Nivîskar gelek cara Evdal dişîne Sîpanê, gelo çima carek jî naşîne ser Qertewînê? Him, wekî ku me li jor jî got, gundê Evdal Cemalvêrdî ye. Cemalvêrdî jî di pêşa Qertewînê de ye. Meriv çima çîyayê ber mala xwe bihêle here derkeve çîyayek gelek dûr û xerîb?

Li Serhedê, li gundên Seregola, dorhêlên Agirî, Mûş û Qereyazîyê kesên ku gihîştine Evdal dîtine gelek in û niha di heyetê de nin. Kesek ji wan nedîtine û nebihîstine ku Evdal çûbe Sîpanê Xelatê û li wir kon vegirti be.

Evdal çima here Sîpanê? Evdalê ku li pêşa Qertewînê mezin bûye û Qertewîn jî ji bo koçer, gundî û bazirganên pez dewarên devûdora zozan be, Evdal çima zozanê xwe bihêle here Sîpanê, çi daye serê wî?

Xûya ye ku têkilîya Evdal û Sîpanê Xelatê, tenê di hin kilaman de hebûye, wekî “bayê Sîpanê, sura Qertewînê…”

Ev rewş jî me digihîne netîcehek wiha: Mixabin Mehmed Uzun nizanbîye ku Evdal li kêderê bûye û xelqê kêderê ye.

  1. Evdal Dengbêjê Kî Ye

Bêguman û bêşik dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa ye. Evê rastîyê herkes dizane. Hevnasîya Evdal û Surmelî Mehmed Paşa li Xamûrê çêdibe û hevaltîya wan her wiha li wir destpêdike.

Berîya Surmelî Mehmed Paşa, Evdal bi gor hin kesên wek Ahmet Aras, carna ji Hesen Beg re, bi gorî Fehmî Atmaca jî, ji Hecî Yûsif Paşa re hey dengbêjî kirî ye. Lê bi zêdeyî tena serê xwe, ango serbixwe bûye.

Gava ku diçe Xamûrê ser Gula File û di dîwana Surmelî Mehmed Paşa de bi Gulê re dikeve lecê û Gulê têk dibe, Surmelî Mehmed Paşa Evdal gelek diecibîne û dixwaze Evdal bibe dengbêjê wî.

Evdal serî de qebûl neke jî, Surmelî Mehmed Paşa Evdal îkna dike û her wiha Evdal dibe dengbêjê Paşê.

Li ser vî Evdal mala xwe bar dike, ji Cemalvêrdîyê diçe Kela Elajgirê, digihîje Surmelî Mehmed Paşa.

Tê zanîn, Surmelî Mehmed Paşa gundek dide Evdal. Evdal bi xwe re dibe Xozanê jî. Herd kilamên Evdal yên meşhûr “Dêrsim e Xweş Dêrsim e” û “Wey Xozanê” berhemên wê sefera Xozanê ne. Lê di romanê de Mehmed Uzun qet behsa van kilama û sefera Xozanê jî nake.

Em gava di ronahîya vê realîteya zelal de li romanê dinhêrin şaş û metal dimînin. Ew çî ye? Mehmed Uzun anîye Evdal kirîye dengbêjê Tahir Xan…

  1. Tahir Xan kî ye?

Di rûpela 25’an de Evdal wiha tê nasîn:

“Ew evîndarê Gulê, bavê Temo, zirbavê Meyro (…) dengbêjê mîrê Kurda Tahir Xan, heval û dostê giregir, beg, mîr û zanayên Kurda bû.”

Halbûkî Evdal ne evîndarê Gulê ye, ne bavê Temo ye, ne jî dengbëjê Tahir Xan e.

Tahir Xan, ne mîrek ji welatê Serhedê ye, ew mîrek ji Kurdên Îranê ye. Navê gundê wî, Qelenî ye. Ji ber ku Şêx Silê dengbêjê wî bûye, loma jê re dibêjin “Şêx Silêyê Qelenîyê.”

Di wan zemana de, heye ku walî yan jî qaymeqamê dewlata Îranê bûye. Piştî waxta li hember Şahê Ecem serî jî hildaye, bi qasî du sala dîl ketîye, paşê hatîye berdanê. Evdal li ser şerê wî û Şahê Ecem bi navê “Ez Bi Dîharê Qelenyê Diketim” kilamek jê derdixe.

Rastî di kilaman de xûya ye. Di kilama Evdal de tê gotin, “Bi dizgîna Gogerçîn girtine, berê wê dane Kela Makûyê .” Lê Mehmed Uzun ku haya wî ji vê kilamê tuneye, Tahir Xan li Stenbolê dîl dide girtin û dîsa li Stenbolê dişîne ber rihma Xwedê (rûpel 76).

Wek mînaka jorê, em dizanin ku Tahir Xan bi Şahê Ecem re şer dike, têk diçe, dîl dikeve û li Kela Makû ya Îranê du sal girtî dimîne, paşê tê berdanê.

Lê nivîskarê me tîne Tahir Xan bi paşayên Osmanîyan re dixe şer û dişîne Stenbolê. Gelo mîrek Kurda ku mîrektîya wî di nav sînorê Ecem de be, wê çima were bi Osmanîyan re şer bike?

Xwezî Mehmed Uzun di heyatê de bûya û bersîva van pirsên me bida.

  1. Evdal û Gulê

Li welatê Serhedê tê zanîn, rojek li Xamûrê dewat e. Siwarê dewatê herî giran Surmelî Mehmed Paşa ye. Hatîye Xamûrê, li mala dewatê dîwan dan ye, meclîsa dewatvan û siwaran li dorê kom bûne. Gula File jî ku dengbêja Paşê ye, li dîwan û dewatê ye.

Gula File, dengbêja Surmelî Mehmed Paşa ye, li Serhedê bi nav û deng e, ne xercê ti dengbêj û şaîra bûye ku li hemberê wê deng bidin.

Evdal gava ku bi dewatê û Gula File dihise, ji Cemalvêrdîyê hespê xwe siwar dibe heta êvarê xwe digihîne Xamûrê. Ew û Gulê li dîwana Paşê sê roj û sê şev dikevin lecê.

Em beşek jê bidin. Kilam, “Evdal û Gulê” ye, gelek dirêj e. Di dawîyê de, gava Gulê li hember Evdal serî datîne wiha dibêje:

Evdal tu were destê min bigre, emê herin mala me ye

Ezê ji te re daynim orxan û doşegên qedîfe ye

Ezê ji te re çêkim birincê Qerejdaxê bi suzme ye

Ezê ji te re çêkim çotek gorê Kurmancîyê dîzleme ye

Tu ku vegerîyayî, ji te pirs kirin gotin îkrama Gulê çî ye

Bêje îkrama Gulê ji serê heftê û heft bavê min zêde ye …”

Evdal lê vedigerîne, dibê;

“Wey can Gulê wey can Gulê

Bejin ziravê wek qamûşên devê golê

Çavê reş in bi rengê hubrê

Poz bîvîlnê ji nikulê kewê

Lêdixe sura Qertewînê

Bayê Sîpanê, hewa Bilêcanê

Awaz bi awaz dihejîne

Wey can Gulê wey can Gulê

Heyla xeber xweşê min bi heyranê

Şememoka li nav bostanê

Sûravêlka li nav mêrhanê

Gulê te ez kuştime

Bi zarê şirîn û bi xeberdanê

Wey can Gulê wey can Gulê …”

Tê gotin ku sondek Gulê hebûye, her kê ku wê, bi deng û dengbêjîya xwe têk bibe, wê pê re bizewice. Piştî lecê, Mehmed Uzun Evdal û Gulê bi hev re dizewicîne. Ev şaşîyek bingehîn e.

Werin em guhê xwe bidin Ahmet Aras:

“Piştî sê ro û sê şevan Gulê dest li ber Evdal datîne, dibê: ‘Evdal haza ku tu şaîrî û şaîrekî bê emsalî. Ez xwedîyê sonda xwe me. Te ji min bir, heke ku tu qebûl bikî, ezê te bistînim, lê belê ezê dîsa li ser dînê xwe bimînim, ez ji dînê xwe venagerim.’

Evdal dibê: ‘Gulê tu jî şaîreke pir mezin î. Heta niha tu kesî li pêşîya min ewqas berxwe nedaye. Ez mêrkî zewicî me, bi jin û zar im. Dînê te ji te re, dînê min ji min re, herkes bira di rêya xwe de here. Tu xwûşka min, dîya min î. Here bira Xwedê mirazê te bike.‘” (Ahmet Aras- Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê rûpel: 48)

Ger ku Mehmed Uzun hinek li ser bixebitîya wê bi rehetî rastî van kilama û rastîya çîrokê bihata.

Ahmet Aras di pirtûka xwe ya bi navê “Şaîrê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê” de xûya dike ku Evdal gava hê li Cemalvêrdîyê bûye zewicî bûye û navê jina wî jî Eyşê bûye.

Ev rastîya zelal di kilaman de jî xûya ye. Mesela yek ji wan kilama “Eyşo Rabe Çirê Vêxe” ye. Ev kilam ji Evdirihmanê Milazgirê hatîye bihîstin, beşek ji kilamê wiha ye:

Evdal go Eyşê ca rabe, li mi de wî wî, de wî wî çirê vêxe

Qîzê min erzahîla te da mîrê mîra û ocaxa mala şêx e

Belkî Xweda mala bavê Eyşo bibe ber tofanê û li topê xe… “

Gelek berîya hevdîtina wî û Gula File, bi navë Hamê, Kewê û Pûlê sê zarên Evdal jî hebûne. Jixwe dîsa piştî waxta Încî, Dûrê û Mihê jî ji Eyşê têne dunyayê. (Ahmet Aras- Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê rûpel: 27)

Di romanê de jixwe ti car behsa van zarên Evdal nehatîye kirin. Şeş zarên Evdal hebûne, tev jî ji jina wî Eyşê bûne. Lê Mehmed Uzun him bi Eyşê nehisîyaye û Gulê xistîye jina Evdal, him jî Temo tenê wekî kurê Evdal nîşan daye.

Em werin ser Temo…

  1. Temo

Di romanê de Mehmed Uzun weki ku me li jor jî behs kir, tiştê ku qet nebûye dike û Evdal û Gulê dizewicîne. Bi dewat û dîlan wan dike jin û mêrê hev. Bi vî jî nasene tîne Temo dixe kurê wan. Di roman de Temo ji Gulê dibe. Lê ne rast e. Ka em binhêrin Temo kî ye.

Temo dergûşek êtim e. Li herêma Serhedê de tên gotin ku waxta şerê di navbera Osmanî û Ecem de, dê û bavê wî tên kuştin. Ew bê dê û bav, bê xwedî û malbat dimîne. Bi her çi qaydeyî dibe ku Evdal digihîje vê dergûşa êtîm, zelal nîne.

Jixwe wek ku tê zanîn Temo kurê Evdal bixwe nîne. Çawa ku Ahmet Aras salix dide, gava gundîyên Wanê, Ebexê, Erdîşê, Eledaxê û Bazîdê ji şerê Rom û Ecem direvin, Evdal, Temo li çolê dibîne. Aras wiha dibêje:

“Rojekê xeber tê, dibên, ‘Rom û Ecem dîsa bi hev re ketine şer, leşkerê Romê şikîya ye, leşkerê Ecem ji sînor derbas bûye, pêda pêda tê.’

Gundîyên Evdal jî terş heywanên xwe didin pêşîya xwe û direvin. Evdal jî bi wan re diçe. Ew ku di rê de pir hindik diçin, bala xwe didinê ku şênî tijî wan rê û dirban bûye, herwekî mehşer e. Ça ku dibêjin ‘dê ewladê xwe diavêje’, ew rewşa jî wisa bûye, kes haj ji kesî tune bûye. Evdal, wê demê di rê de rastî qundaxa zarek kurîn tê. Zarokê hildide dide hemêza xwe, diçe cem jina xwe, dibê,

‘Eyşê, kurên me dudu bûn, bi vî awayî bûne sisê. Emê vêya jî weke ewladê xwe xweyîkin, mezinkin. Gunê min li stûyê te û bavê te be tu firqê nexe nav wî û zarên me yên din.”(Ahmet Aras- Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê rûpel: 106)

Navê wî datînin “Temo”. Her wiha Evdal di gelek kilamên xwe de gazî dike dibê “Temo lawo…”

Temo, mêrxasekî Hesenî, heval û dostê Evdal bûye. Di sefera Xozanê de ew jî eskerek Surmelî Mehmed Paşa bûye. Hevaltîya wan li wir çêbûye. Pir ji hev hez kirine. Loma Evdal navê dostê xwe li vî zaroka êtîm kirîye û pir jî jê hezkirîye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev